Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA-STAR: “Newroza 2021’an wê bibe Newroza azadiyê”

"Deheq çawa ku koledarî, zilm, zext li ser civakê ferz kirine û di bîra hevpar a gelan de bûne nûnerên tarîtiyê, li dijî vê Kawayên ku li ber xwe dane, çiya weke mekanên berxwedanê ku wê civaka azad lê were afirandin dîtine û bilindcihên çiyayan kirine ateşgeh û Newroz."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/03/2021 - 14:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermanariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo Cejna Newrozê daxuyaniyeke niviskî da.

Fermandariyê got, ”Em Cejna Newrozê, ku mizginiya hatina biharê dide û sembola têkoşîn û berxwedana hevpar a gelan e, di serî de li Rêber Apo, li Mazlûm Dogan ku ji nû ve rih dayî rêça berxwedanê, li Zekîya Alkan, Rahşan, Bronahî, Bêrîvan, Sema û Şoreş Beytuşebapan, li hemû şehîdên xwe yên leheng û gelê xwe pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ”Li ser van xakan ku şahidî lê çêbûna mirovahiyê kiriye, Kurd, Fars Ereb, Tirk, Ermenî û gelek civakên din têkoşîna jiyana hevpar dane û beriya bi hezaran salan keşf kirine ku şifreya vê berxwedana bi hev re ya li dijî zilmê ye” û wiha hate domandin: ” Deheq çawa ku koledarî, zilm, zext li ser civakê ferz kirine û di bîra hevpar a gelan de bûne nûnerên tarîtiyê, li dijî vê Kawayên ku li ber xwe dane, çiya weke mekanên berxwedanê ku wê civaka azad lê were afirandin dîtine û bilindcihên çiyayan kirine ateşgeh û Newroz. Ji vî alî ve Newroz li dijî zilmê serê berxwedaniya mezin e. Divê were zanîn, şûna Dehaqên berê îro Erdogan û rejîma wî ya faşîst girtiye. Şebekeya zext û zilmê ya AKP-MHP ku li her bihosta Kurdistanê dixwaze fermana komkujiya pêk bîne, bi operasyonên ji Deryaya Spî heta bi Kafkasan nîşan daye ku ne tenê dijminê Kurdan, dijminê hemû mirovahiyê ye. Herî dawî rejîma AKP-MHP’ê bi hêviya ku ji Garê bi serfiraziyê vegere, kelehên wê yê ku armanc dikir bi cenazeyên mirovan ava bike ji hêla fedayiyên Tevgera Azadiya Kurd ve hatine astengkirin, artêşa dagirker hatiye têkşikandin û xetîreyên azadiyê ya gelan vê carê li Garê hatiye pêxistin. Helwesta fedayî ku di şexsê hevrê Şoreş Beytûşebap û hevrêyên pê re derketî holê, bîra civakî zindî kiriye, nîşan daye ku weke duh, îro jî, gotina dawî wê berxwedêr bibêjin. Her berxwedana banga li azadiyê ye û fedayitên azadiyê bi berxwedana xwe careke dî bûne dengê afirandina civakîbûna azad. Teqez e ku îro jî yekîtiya Kurd, Ereb, Fars û Tirk wê rejîmên mêtingeriyê hilweşîne. Ji vî alî ve, di Newrozê yekbûn fermaneke berxwedaniya dîrokî ye.”

HER XETÎREYEK HATÎ VÊXISTIN WÊ BIBE SONDA ME ‘RÊBERTIYA AZADIYA, JIYANA AZAD’

Şerê kedxwarên nirxên mirovahiyê û berevanên nirxên mirovahiyê neqediyaye. Îro rastiya Imraliyê heye ku li kozikên vî şerî ‘parastina mirovê azad’ dike. Rawesta xwe ya li ser mirovahiyê, bi berxwedana her hicreyî, bi nirxên mirovî ku afirandî ji bo hemû cîhanê dibe hêvî. Di serî de jin, hêviya hemû gelên çewisandî Rêber Apo ye. Jin ên ku her roj, her gav tecawiz li hiş, dil, bedena wan tê kirin, keda wan tê xwarin, keda hebûna wan tê xwarin, ti caran wê ji hêviya xwe neqerin û heta dawî bi helwesteke rûmetê li Rêbertiya xwe xwedî derkevin. Jin, bi helwesta Sema Yuceyan bi gotina, ”yek navend û yek roj” wê li mîrata asêbûna li azadiyê xwedî derkevin. Ji 8’ê Adarê heta bi 21’ê Adarê yên ku wê bibin pir dîs wê helweta vînî û çalakiyan jinan be.Heqereta herî mezin a li mirovahiyê ye ku li ser hêviyê tecrîda giran hatiye danîn û sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye, bi Imraliyê re bûye rastiyeke gerdûnî. Gelên ku li dijî vê berxwedaniyeke giştî danîn, di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropa, Efrîkayê rabûne serhildanê. Û dîs bi hezaran girtiyên azadiyê yên li zindanan, bi grêva birçîbûnê xwedî li rêça berxwedanê ya ji Zindana Amedê û wir ve derketine, li dijî hêzên mêtinger ku êrîşê tînin ser jiyan û hêviyê, bi beden, dil û hişê xwe bûne xetîreyek. Bi her xetîreyeke re ku hatiye vêxistin bûne navê rawesta li Rêbertiya Azad û jiyana azad. Ji vî alî ve heta ku tecrîda fizîkî ya li ser Rêbertî neyê şikandin, tevdîrên ku tendiristiya wî mîsoger nekin û nekin ku bikaribe li zemînên demokratîk bixebite, em ê gavekê jî berxwedana xwe sist nekin, di her hilmê de bibin çalakgerê vê îdîayê. Her xetîreya ku di Newrozê de hatî vêxistin wê bibe sonda me ya li se rawesta Rêbertiya Azad, Jiyana Azad.

NEWROZ CEJNA BERXWEDAN Û AZADIYÊ YE

Newroz cejna berxwedanê ye, Newroz cejna hêviyê ye, Newroz cejna azadiyê ye. Mirovahî di vê Newrozê de wê hişmendiya dîktatoriya faşîsta Erdogan û MHP’ê ku hêvî li zinarên Imraliyê mîx kirine, bişewitîne û vê hişmendiyê weke sûcdarê hemû deman li bara dîrokê mehkûm bike. Newroza 2021’an wê bibe Newroza ku gel û hêvî gaveke dîtir nêzî azadiyê bûye.

Jinên ku ber bi azadiyê ve dimeşin, bi hiş, dilêrî, têkoşerî û çalakgeriya xwe wê zemanê Newrozê bihonin û mizginiya demên nêzî azadiyê bidin. Ji vî alî ve, her jin van demên Newrozê bêyî tirsekê û astengiyekê dive biherike qadên Newrozê, bibin kesên ku êgir vêdixin û li dijî her cure serweriyê serî rake. Newroz tam jî ew kêlî ke ku jin li dora yekîtiya azad kom bibin û têkoşîna hevpar bidin. Newroz cejna azadiyê ya jinan e. Her xetîre li dest jinan çekeke azadiyê ye.

Em artêşa jinan YJA Star li dijî qirkirina jinan a hişmenidya serweriya zilam û li dijî tecawiza ku di şexsê dewleta TC ya faşîst de berbiçav bûye, xwe weke hêza pêşeng a têkoşînê ya pêngava, ”Li dijî qirkirina jinê dema jina azad û parastina civakê ye” ya KJK’ê dibînin. Bi baweriya Rêbertî ya li têkoşîna azadiya jinê, bi rawesta li serkeftiyê ya ku vê baweriyê ava kirî û bi vê coşiyê, em zivistanên em zivistanên giran li pey xwe dihêlin û bi dilsoziya bi biharê û serfiraziyê tên. Ji vî alî ve her milîtaneke YJA Starê fedayiya azadiyê ya Rêber Apo ye. Em ê xetîreya azadiyê ya Rahşaşan hilgirin, ji bo ronkahiya siberojê, em ê li serê çiyayan pêxin û bi eynî agirî li dijî hewldana tinekirinê ya dijmin, em ê bibin gilokên ji êgir.

Em jinên Kurd, Ereb, Tirk, Asûr-Sûryan, Acem, Fars, enternasyonal yên Tevgera Azadiya Kurd ku bi pêşengiya YJA Starê bi armanc û rihê hevpar têdikoşin, li ser xeta fedayî em ê têkoşîna xwe geştir bikin, mîrateya berxwedanê ku ji Mazlûm, Zekîye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û gelek şehîdên leheng me standî, bi mîrata Şoreşan re bikin yek û serfiraz bikin. Bi dirûşmeya ku ”Newroza 2021’an wê bibe Newroza azadiyê”, em Newrozê pîroz dikin, bang li jin, ciwan û gelê xwe dikin ku agirê Newrozê gur bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: “Meşaleya agirê Newroza Rêber APO, bi destê 15 hevrê û pêşengên berxwedana Garê, hate hildan”

Nivîsa Pêş

Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera dagirkeriyê de dagirkeran da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera dagirkeriyê de dagirkeran da

Girtiyên PAJK’ê û PKK’ê: Em ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan dikin

Girtiyên PKK û PAJK'ê: "Emê teqez li ser bikevin"

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.