Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: “Meşaleya agirê Newroza Rêber APO, bi destê 15 hevrê û pêşengên berxwedana Garê, hate hildan”

"Em cejna Newrozê, cejna gelan û jinên berxwedêr li afirîner û rêberê mirovahiyê, li Rêberê ku Newroz hemdem kir û şoreşgerên di oxira wê de afirandin li Rêber APO pîroz dikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/03/2021 - 14:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: “Divê zêdetir vê îradeyê neceribînin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya cejna Newrozê li ser malpera xwe ya înternetê peyamek weşand.

Peyama ku bi sernavê “Bi ruhê berxwedana Rêber Apo qadên Newrozê geş bikin” wiha ye:

“Em cejna Newrozê, cejna gelan û jinên berxwedêr li afirîner û rêberê mirovahiyê, li Rêberê ku Newroz hemdem kir û şoreşgerên di oxira wê de afirandin li Rêber APO pîroz dikin. Di şexsê Kawayê hemdem Mazlum Doxan de, di kesayetên ku temsîlkarên çanda xwedawandiyê bûn, Zekiye Alkan, Rehşen, Sema, Bêrîvan û Ronahî de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û soza me daye wan nû dikin. Cejna Newrozê, di sekna gelê me yê berxwedêr de, li tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin. Li tevahî jinên di sedsala 21’emîn de pêşengiya şoreşa jinê dikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li ber xwe didin û têdikoşinê bilind dikin, pîroz dikin. Em weke partî, kadro û milîtanên Rêber APO, bawerî û biryardariya xwe tînin ziman em ê, teqez Newroza 2021’ê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Bi ruhê berxwedana Garê, Soza bicihanîna vê erka dîrokî didin Rêber APO û gelê xwe.

Li Kurdistanê, çanda berxwedanê ji dîrokê û heya avakirina tevgera hemdem a APO’yî, weke kevneşopî herikbar bûye. Ji bo ev kevneşopî mezin bibe û zindî bimîne bi hezaran sale gelên berxwedêr, pêşengî ji vê çandê re kirine û dane jiyîn. Li ser xaka kevnar a gelan, cejna Newrozê di nav herikîna çemê berxwedanê de, bi hezaran sale, bûye yek ji cejna herî kevneşop a civaka exlaqî û polîtîk. Beriya bi hezaran salan li hemberî zilma Dehaqan, agirê Newroza gelên Arî, cara yekem li quntarên çiyayê Garê, hatiye vêxistin û meşaleya azadiyê hatiye hildan. Li hemberî Dehaqên modernîteya kapîtalîst, îro careke din ruhê Newrozê li ser heman xakê bi sekna gerîlayên hemdem geştir bûye. Sekna berxwedêr a gelên Rojhilata Navîn, îro li Kurdistanê bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber APO ji nû ve zayîna xwe pêk tîne. Ev zayîn, ji nûve ruhê Newrozê zindîkirin û dayîna jiyan kirinê ye.

‘MEŞALEYA AGIRÊ NEWROZÊ BI DESTÊ 15 HEVRÊ Û PÊŞENGÊN BERXWEDANA GARÊ HATE HILDAN’

Rêber APO, di destpêka têkoşîn û meşa xwe ya azadiyê de, ji nûve zindîkirina çanda berxwedanê û vejîna ruhê Newrozê bi heqîqeta gelekî Newroz bûyî jîndar kir. Heqîqeta Rêber APO, gelekî ku xwe ji xweliya xwe diafirane derxist holê. Sekna bi rûmet a Rêbertiya Azad, têkoşîna gelê me û pêşengiya jina Kurd a ji şoreşê re, nîv sedsale ev rastî bi dayîna hezaran berdêl îspat kiriye. Rastiya Newrozê, ji cejnekê wêdetir, bîr, bawerî û daneheva çandî û berxwedana gelan li hember zilmê ye. Tevgera APO’yî, li ser vê kok û çanda berxwedêr a gelan ava bû xwe mezin kir. Di sala 1982’an de çalakiya mezin û dîrokî ya Kawayê Hemdem Mazlum Doxan, pêşenga Newroza sala 1990’î hevrê Bêrîvan û çalakiyên bi sedan pêşengên weke wan ji nûve vegera li kok û çanda berxwedanê bû. Ev çanda ku rehên xwe li ser vê erdnigariyê bi hêz kirî tu astengî nas nakir û nake. Sekin, biryardarî, bîr û baweriya hevrêyên me di 10’ê Sibata îsal de, li hemberî hêzên komploger û Dehaqên vê serdemê nîşan dan berdewamiya ruhê Newrozê ye. Meşaleya agirê Newroza Rêber APO, bi destê 15 hevrê û pêşengên berxwedana Garê, hate hildan.

‘TÊKOŞÎNA BI RUHÊ NEWROZÊ WÊ BIBE MOSGERIYA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO’

Em weke tevger, milîtan û pêşengên xeta Rêber APO, weke jin û gel demekî dijwar ê têkoşînê dijîn û cejna Newrozê pêşwazî dikin. Di rojên ku em ber bi cejna Newrozê ve diçin li ser medya dîjîtal nûçeyên jiyan û tedirûstiya Rêbertiya me eleqeder dikin weşandin ne rewşekî ji rêzê û ji xwe bere. Jiyan û Azadiya Rêber APO, hebûna me û ya gelê me ye. Bi cidiyet û hişyarî nêzbûn, li hemberî faşîzma AKP-MHP û hêzên komploger sekneke dîrokî û helwestekî tund pêwîst dike were nîşandan. Weke jinên Kurd û gelê Kurdistanê, li hemberî plangerî û êrîşên topyekûn ên bi armanca berdewamkirina pergala êşkenceyê a Îmralî têne kirin di Newrozê de, sekna berxwedêr û bi rûmet mohra xwe lê bixe. Sekna têkoşînê ya jinan di 8’ê Adarê de nîşan da, temsîla cewher û ruhê Newrozê ye. Di heman demê de nîşaneya girêdana bi xeta Rêber APO re ye. Bi ruhê pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ruhê Newrozê jiyan kirin, di serî de ji bo her militana/ê Rêber APO erk û berpirsyariya dîrokî ye. Bi ruhê berxwedana Rêber APO, herikîna qadên azadiyê û Newroz pîroz kirin, erk û berpirsyariya jinan û ya gelê me ye. Li ser vê bîr û baweriyê ruhê Newrozê jiyan kirin û dana jiyan kirin wê bibe mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Careke din cejna Newrozê, li Rêberê azad, li gelên berxwedêr, li jinên pêşengiya tekoşîna azadiyê didin û li dora Rêrbertiya Azad xeleka agirê pîroz ava kirine pîroz dikin. Afrînerên ruhê Newrozê Şehîdên meha Adarê û di kesayeta wan de tevahî şehîdan bi minetdarî bîrtînin. Weke şopdarên xeta Rêber APO û hevrêyên doza şehîdên tekoşînê, soz û biryardariya xwe ya bilindkirina xeta tekoşîn û berxwedanê nû dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – ÖZGÜR ŞERKER: “Zimanek tenê heye ku faşîzm jê fêhm dike, ew jî BERXWEDAN e”

Nivîsa Pêş

YJA-STAR: “Newroza 2021’an wê bibe Newroza azadiyê”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YJA Star: Bi têkoşîna Zîlanwarî em dikarin tecrîdê bişkînin

YJA-STAR: "Newroza 2021'an wê bibe Newroza azadiyê"

LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera dagirkeriyê de dagirkeran da

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.