Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK’ê: “Emê teqez li ser bikevin”

"Newroz ji aliyekî ve mizgîniya biharê ye, li aliyê din jî navê wê rojê ye ku tirsa dilê qral û desthilatdarên li derveyî jiyana civakî ne."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/03/2021 - 16:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Girtiyên PAJK’ê û PKK’ê: Em ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiyan dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Denîz Kaya di peyama Newrozê de ku bi navê girtiyan da, wiha got: “Newroz ku navê roja herî bi wate ya qebûlbûna jiyanê ye, bi agirê berxwedanê yê geşbûyî nîşan dide ku li ser bingeha civakîbûnê, yekîtî serketina bêhempa ya li dijî zaliman e. Mehên biharê ku dergûşa hesta jiyana bi hev re ya hemû bedewiyên xwezayê ne, dilsoziya bi xaka ku reh berdaye nav, bi rengê xwe parastiye.”

Di dewama peyamê de wiha hate gotin: “Tovek dema ku dikeve nava axê û şîn dibe, mizgîniya biharê dide. Di heman demê de serdem û kêliya xwe jî vedibêje.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Newroz strana berxwedanê ya gelan e ku li dijî polîtîkayên zilmê yên desthilatdaran rabûne ser piyan û hate gotin, “Newroz ji aliyekî ve mizgîniya biharê ye, li aliyê din jî navê wê rojê ye ku tirsa dilê qral û desthilatdarên li derveyî jiyana civakî ne. Bi wate û girîngiya rojeke bi vî rengî, em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, salvegera 2633’an a cejna vejînê Newrozê, di serî de li Rêberê xwe ku bi rengekî bêhempa li Îmraliyê li ber xwe dide, li şehîdên me yên leheng, li gelan, li hemû canên ku li çiyê, deştê, bajaran li dijî zilma faşîzmê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Weke ku tê zanîn di herikîna dîrokê de her tim berxwedêr çêbûne ku li ber zaliman rabûne. Newroz ku nîşaneya civakî ya herî bedew a berxwedanê ye, bi horsê Kawayê Hesinkar ê li mejiyê Dehaq ê zalim hate xistin, ew coş û moral daye gelan ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe, têkoşîna bi hev re û yekîtiyê serketineke bêhempa bi xwe re tîne. Bi hezaran ji mirovên me ku destnîşan dikin, ku di bin siya Dehaqên vê demê de nikarin bijîn, li qadan, li meydanan bi tilîliyên berxwedanê govendê digerînin û di her şert û mercî de xwedî li kevneşopiya berxwedanê derdikevin. Di demeke wiha de ku em di salvegera 43’an a partiya xwe PKK’ê de ne, tê zanîn ku bi pejirandin û têgihiştina wate û girîngiya Newrozê em gihîştine vê astê. Avabûn û pêşveçûna PKK’ê ji Newrozê referansa xwe wergirtiye. Lewma Rêberê me dibeje ‘PKK partiyeke Newrozê ye. Me belasebep bi PKK’ê dest bi vê rojê nekir’. PKK’ê bi bûyereke Newrozbûnê li jiyanê rawetiya. Di serî de ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta Sema, Ronahî, Berîvan, Rahşan, ji wir jî heta Zulkuf û Aytenan, bi dilsoziya bi şehîdên xwe yên Newrozê re em pîvana têkoşînê mezin dikin.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em dibêjin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji 27’ê Mijdarê û vir ve dewam dikin, bi coşa Newrozê didomînin û em ê ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê ti carî tawîzê nedin. Serketina ku li dijî faşîzma qirker-dagirker li Garê hate bidestxistin, asta govenda berxwedanê ya jinan a li qadên 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî dike. Em jî li zindanan coş û moralê gelê xwe bilind dikin û dibêjin ku berê me teqez li serketina pêngava me ya azadiyê ye. Çalakiya me ya berxwedanê ku bi rêxistinî û bernameyî dewam dike, li dijî her cûre polîtîkayên tasfiyekariyê sekneke xurtir nîşan dide û bi pêngava azadiyê, bi navê şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em bang li rewşenbîr, demokrat û gelên welatparêz dikin ku bi cejna Newrozê li ber faşîzmê rabin, li ber xwe bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Rizgariya Efrînê di salvegera dagirkeriyê de dagirkeran da

Nivîsa Pêş

Berxwedana Şengaliyan bibiryar didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Şengaliyan bibiryar didome

Berxwedana Şengaliyan bibiryar didome

Ciwanên Kobanê çalakiyan de bibiryarin: Çalakiya Konvedanê di roja 3’an de ye

Ciwanên Kobanê çalakiyan de bibiryarin: Çalakiya Konvedanê di roja 3'an de ye

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Yekineyên me yên tollhildanê li stenbolê çalakî pêk anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.