Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Garê bi bin ketin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/02/2021 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG: Berpirsiyar û faîlê mirina êsîren mirî Hulusi Akar e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têkçûnê bi encam bû. Di êrişê de bi awayekî nedîtî bi balafiran, helîkopter û siha’yan herêm bombardûman kirin, xwestin qadên gerîla bixin destê xwe, lê li berxwedaneke ne li bendê bûn qelibîn. Der barê tevgera dagirkirinê de Navenda Parastina Gel agahiyên giring parve dike; li cihên xwestine leşker deynin derb xwarine, leşkerên daxistine herêmê jî ji aliyê gerîlla ve hatine tasfiyekirin. Li pêşberî şerê gerîllayên YJA STAR û HPGʼê mecbûr mane birevin. Mîna binketina wan a li Zapê hêzên gerîla cara diduyan hêzên wan ên taybet bi bin xist. Yên ku li ser ekranên televîzyonan digotin me gerîla wiha tine kir, demek nêz em ê bikevin Qendîlê kerr û lal bûne, rûyê wan tirş bûye, stûxwar bûne, êdî nikarin du gotinan biaxivin.

Bê guman ev têkçûna Erdogan û Bahçelî ye ku digotin li kû dibe bila bibe em ê hêzên azadiyê biperçiqînin. Ji bo desthilata xwe biparêzin, wan bi xwe artêşa Tirk şandine mirinê. Divê mirov Suleyman Soyluyê girêz ji devê wî tê xwar jî dayne kêleka Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî. Ew Suleyman Soylu yê digot me wisa derb li gerîla da, me wisa gerîla tine kir, li hemberî têkçûna li Gareyê hilweşiyaye. Xuya ye ku Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu mîna Talat, Enver û Cemal Paşa dê bi xwe re Tirkiyê jî hilweşînin. Li Tirkiyê di polîtîkaya hundir û derve de hevsengî, aqil û mantiq nemaye. Wekî kamyona frenê wê teqiyayî ber bi kendalê ve gêr dibe.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi mehaye ji bo tevgereke wiha ya dagirkinê xwe amade dikin. Dibe ku ji ber vê be, Erdogan rabû got ‘Emê mizginiyê bidin’. Em fêhm dikin ku xwestine di salvegera 22ʼan a komploya li dijî Rêber Apo de wê tinekirina PKK’ê îlan bikirina. Bi vî awayî dê komploya navnetewî bigehandina armancê. Lê di salvegera 22ʼan a komployê de pêvajoyek wisa pêşketiye ku komploger bi temamî têk biçin.

15’ê Sibata 1925’an êrişa qirkirinê li dijî Kurdan dest pêkir. Ev êriş di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo bi encam bû. Lewma Rêber Apo 15’ê Sibatê wekî roja qirkirinê îlan kir. Di salvegera 22ʼan a komployê de li Garê artêşa tirk şikest xwar, lewma ji bo Kurdan mîna cejnê ye. Jixwe Kurd di malên xwe de binketina artêşa tirk mîna cejnekê pîroz dikin. 15’ê Sibatê ji dewleta Tirk re bûye roja reş. Êdî wê Sibat bibe meha têkoşîna li dijî komployê û xurtkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Êdî dê her Sibat ji bo dewleta Tirk bibe zivistana reş.

Li aliyê din êrişa li ser Garê ne tenê êrişa li dijî gerîla û tevgera azadiya Kurd e. Li ser bingehê tinekirina gerîla, êrişa li dijî gelê Kurdistanê hemûyî ye. Eger gerîla were tinekirin, wê pêşiya qirkirina Kurd heta dawiyê vebûya. Piştî wê ya dima wê temamkirina qirkirina Kurdan bûya. PDK çi soz dabe dewleta Tirk bila dabe, PDK çi difikire bila bifikire, lê eger Garê hatiba dagirkirin dê dawî li statuya Başûrê Kurdistanê jî bianîna. Tirkiye wê ji herêmên dagir kirine derneketiba, di îlhaqkirina Kerkûk û Musilê de wê gavek mezin avêtiba. Ji vî alî ve gerîla li Garê statuya Başûrê Kurdistanê parastî ye. Her wekî di êrişa DAIŞ’ê de hatî dîtin, careke din hat dîtin, parêzvanê herî mezin yê statuya Başûrê Kurdistanê gerîla ye. Her kesê dît, gerîlayên ewladên gelê Kurd hêza parastinê ya Başûrê Kurdistanê ne. Gelê Başûrê Kurdistanê ji niha şûn de guh nade wan kesên ji bo statuya Kurdistanê gerîla mîna talokeyekê nîşan dide. Gelê Kurd dê ji xwediyên van gotinan re bêje hevkar û cehş.
Gerîla li Garê tenê pêşî li dagirkirinê negirtiye, anor û rûmeta hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî rizgar kiriye. Derbeke mezin li polîtîkaya tehdît û şantajê daye ku hêzên siyasî yên Başûr dajo ser gerîlayan. Êdî yên ku hebûna gerîla mîna bahaneya êrişên Tirkiyê nîşan dide rûreş bûne. Ev berxwedana gerîla wê li çar aliyên welat hesta yekîtiyê xurttir bike. Bi vê berxwedanê li dijî van hêzên dagirker û qirker ruhê yekîtiya neteweyî bihêztir bûye. Ya rastî, di nava berxwedana li dijî dagirkeriyê de yekîtiya netewî pêş dikeve û bihêztir dibe.

Bêguman ji îro ê pê ve, desthilata AKP-MHP dê bixwaze êrişî cihên din bike. Ji ber ku desthilata xwe bi şer û dagirkeriyê li ser piyan digire. Lê êdî wê her êrişa vê desthilatê berevajî bibe û dawiya wê nêzîktir bike. Gelê Kurd careke din dît, dewleta Tirk serkêşê dijminan e. Lewma gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê û dostên gelê Kurd wê li hemberî her êrişê li ber dewleta Tirk rawest in. Lazim e ku li her derê li hemberî êrişên dewleta Tirk gelê Kurd xwe amade bike; dema dewlet ket tevgerê jî gelê Kurd bi ruhê Garê wan têk bibe.

Dewleta Tirk ji bo serî li têkçûna xwe bigire, wan esîr û dîlên ku bi bombebaranê kuştine, dike rojev. Dinya hemû dizane tevgera azadiya Kurdistanê çawa dîl parastine. Gelê Kurd şahid û delîlê vê rastiyê ye. Ji ber vê bi propagandaya li ser esîran hewldana wê ya ji bo xwe rizgarkirina ji têkçûnê hewldanek pûç û vala ye. Ne lazim e ku ev propagandayên reş yên dewleta Tirk ciddî bên dîtin û bên nîqaşkirin. Armanca wan ew bû, Garê bi temamî dagir bikin, gerîla tasfiye bikin. Dixwestin bi vê tevgera dagirkirinê desthilata xwe deh salên din bidomînin. Lê ev zêhniyeta qirker, olperest-miliyetperest û polîtîkayên wê têk çûne. Çi dike bila bike, di her êrişê de têkçûnê nêzîktir dike.
Bi hêviya bi ruhê berxwedana Garê gelê Kurd li her qadê li derdora gerîla û tevgera azadiyê bibe yek, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê, faşîzmê û dagirkeriyê bi dawî bike, azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê misoger bike.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê SIBATA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Şehîd Îbrahîm Fermandar Egît Vedibêje/Hevpeyvîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Şehîd Îbrahîm Fermandar Egît Vedibêje/Hevpeyvîn

Şehîd Îbrahîm Fermandar Egît Vedibêje/Hevpeyvîn

Endamê Kordînasyona KCR’ê Ferhad Arêz: “Em Îmraliyê bişkînin”

Endamê Kordînasyona KCR'ê Ferhad Arêz: "Em Îmraliyê bişkînin"

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.