Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Hilanîna tolê armanca me ya bingehîn e

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku êrişa li dijî Sakîne Cansiz komployek bû û got, "Lewma Rêber Apo êrişa li dijî hevrê Sara weke êrişa li hemberî xwe dît.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/01/2021 - 11:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: Serfiraziya vînê nîşan dan
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Parîsê ku kete sala 8’an bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin, “Em soz didin ku heta berpirsyarên vê komkujiyê hemû bên cezakirin, bêyî ku kêliyekê jî rawest in, em ê di asta herî bilind de têkoşîna xwe bimeşînin û jiyana azad ava bikin. Di şexsê hevrê Sara de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, biryardariya xwe dubare dikin ku em ê hêjayî bîranînên wan bin.”

ÊRIŞA LI DIJÎ HEVRÊ SARA, FERMANA KOMKUJIYA JINAN HEMÛYAN E

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema modernîteya kapîtalîst ji bo hebûna xwe bidomîne krîzê diafirîne, di her krîzê de jî êşên giran bi mirovahiyê dide kişandin û hate gotin, “Êrişa li dijî hevrê Sara hate kirin, nîşan dide ku modernîtya kapîtalîst di şexsê dewleta Tirk a faşîst de hewl da bi krîzeke nû xwe ji nava krîza heyî derxîne û ji bo vê jî herî zêde êrişî jinan dike.”

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku êrişa li dijî Sakîne Cansiz komployek bû û got, “Lewma Rêber Apo êrişa li dijî hevrê Sara weke êrişa li hemberî xwe dît. Çawa ku piştî komploya li dijî Rêber Apo, modernîteya kapîtalîst firsend dît ku hovîtiya xwe li Rojhilata Navîn belav bike, bi rêya vê êrişê û encamên wê hewl da zemînê serweriya xwe ava bike, êrişa li dijî hevrê Sara jî bi vî rengî ye. Êrişa li dijî hevrê Sara, fermana komkujiya li hemberî jinan hemûyan e. Jixwe heman piştî vê êrişê konsepta êrişê ya li hemberî jinan kete dewrê, li dijî çanda li dora xwedawendiyê ya gelan û civakan, li dijî kevneşopiya wan, her wiha yek bi yek li dijî jinan plana êrişê kete meriyetê. Komkujiyên jinan, êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka me, destavêtina li jinan, kuştin, şewitandin û tunekirina wan, ji êrişa li dijî hevrê Sara ne cihê ye.”

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku komkujiyên jinan, êrişên bêperwa yên sîstema hov a bi serweriya mêr ên di nava 7 salên derbasbûyî de nîşan dan ku bi êrişa li dijî jinên berxwedêr ên li dijî faşîzmê êriş li dijî jinan hemûyan tê kirin û bi qirkirina jinê re gava destpêkê ya ji bo kolekirina civakê hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lê belê berxwedana jinan a li dijî vê faşîzm û serweriya mêr, mohra xwe li serdemê xistiye, faşîzmê xewn û xeyalên faşîzmê hemû têk biriye. Cîhan wê bi destê jinên berxwedêr û azad bê guhertin. Di serî de jinên Kurd ên li ser xeta hevrê Sara bûne şoreşger, jinên cîhanê bi tecrûbeyên xwe vê rastiyê careke din nîşan didin.”

‘HILANÎNA TOLÊ ARMANCA ME YA BINGEHÎN E’

Di dewama daxuyaniyê de bi berfirehî qala kesayetiya têkoşer a Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hate kirin û wiha hate gotin, “Ev êrişa ku li dijî îradeya azadiya jinê ya xeta Rêber Apo hate kirin êrişeke mezin e. Têkoşîna ku li dijî vê êrişê bê kirin jî divê mezin be. Tola hevrê Sara tenê bi azadiya jinan hemûyan dikare bê hilanîn. Jiyaneke ku ti jin ji ber ti sedemê nayê kuştin, nayê windakirin, nayê tinekirin, xweliya wan li binê beton nayê veşartin, neçar nayê hiştin ku ji rastiya xwe dûr bikeve, nayê astengkirin ku jiyana azad temsîl bike, nayê astengkirin ku bibe pêşenga jiyanê; ew jiyan jiyana azad e. Û dema ku ev hate pêkanîn wê hingî tola hevrê Sara bê hilanîn. Û hilanîna tola hevrê Sara jî weke PAJK’ê armanca me ya bingehîn e. Pêkanîna vê armancê, misogerkirina jiyana azad a destketiyên jinan bi hewldanên mezin, berxwedanê û biryardariya têkoşîna bêrawestan a heta serketinê dibe.

Di sala 8’an a şehadeta hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de, em şehîdên xwe yên meha Çileyê, pêşengên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê Sêvê, Fatma û Pakîze, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi hezkirin û minet ditewînin. Şoreşa Bakur bi pêşengiya jinê şoreşa hebûnê ye. Şoreşa azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê ku bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jinê pêk tê, wê teqez bi ser bikeve. Faşîzm di her gavê de ispat dike ku ji jinan ditirse. Ji ber vê yekê jin dibin hedefa êrişên faşîst, tên girtin, hewl didin ji civakê tecrîd bikin, li zindanan bi her awayî dibin hedefa kiryarên li dijî mirovahiyê û hewl tê dayin ku bên qetilkirin. Ji bilî mezinkirina berxwedanê û xurtkirina biryardariya serketinê, ev êriş wê bi kêrî tiştekî din neyê. Ji xwe li gel van êrişan jî jin têkoşîna civakî mezin dikin, faşîzmê ditirsînin û dibin tirsa herî mezin a serweriya mêr.”

Di dawiya daxuyaniyê de jinên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bûn hedefa faşîzmê û hatin qetilkirin, hatin bîranîn û hate gotin, “Soza ku me dane şehîdên xwe em dubare dikin. Em ê faşîzmê hilweşînin, jiyana azad ava bikin û bi avakirina jiyana azad a bi Rêber Apo re tola xwe ji serdestan hemûyan hilînin. Bi vê têgihiştinê em bang li jinan gelê xwe, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya bi daxwaza jiyana azad dikin ku bi pêşengiya partiya me PKK û PAJK’ê, bi ruhê sala nû ya berxwedanê tevlî pêngava me ya azadiyê bibin, li her cihî di nava her şert û mercî de çalakiyan mezin bikin û faşîzmê li gel saziyên wê hemûyan hilweşînin û jiyana azad ava bikin.”

Tag'an: bi wesîleyaKoordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK: Qêtlîama Parîsê yek ji êrîşa herî bi hovîtî ya sala 21’an e

Nivîsa Pêş

Greva birçîbûnê di roja 42’yan de didome

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Greva birçîbûnê di roja 42’yan de didome

Greva birçîbûnê di roja 42'yan de didome

Dadgehên faşista nikarin pêşiya me bigrin: nuceciwan65.com di weşanê de ye

Dadgehên faşista nikarin pêşiya me bigrin: nuceciwan65.com di weşanê de ye

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.