Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Qêtlîama Parîsê yek ji êrîşa herî bi hovîtî ya sala 21’an e

"Di nav têkoşîna dijî komkujiya Parîsê de me hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, hemû hêzên şoreşger-demokratîk ên cîhanê me hêza wan kir yek."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/01/2021 - 10:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê têkilî salvegera komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an a  Parîsê ku yek ji damezirandinê ya PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn), endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez (Ronahî) hatibûn qetilkirin daxuyanî da û got, ”9’ê Çile li Sara di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de bi esasî gule li azadiya jinê hatiye reşandin bi astengkirina tevgera azadiya jinê hatiye xwestin ku hişmendiya serwer a mêr û siyaset were domandin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniyê de wiha got: ”Em ketine sala 8’an ku yek ji damezirandêra partiya me PKK Sara (Sakîne Cansiz) û milîtanên hêja yên partiya me Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) 9’ê Çile ya 2013’an li paytexta Fransayê Parîsê ji hêla rêxistina îstîxbarî ya Tirk MÎT’ê ve bi rengekî alçaxî hatin qetilkirin. Em dikevin sala 9’an a yek ji êrîşa herî bi hovîtî ya sala 21’an. Bi vê bingehê em şehîddên xwe yên Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet, hezkirin û minetê bi bîr tînin,  di sala nehan de em Tevger û gel careke dî diyar dikin ji kujerên faşîst bi rengekî xurt hesab bipirsin û bi rengekî mezintir bi ser bikevin.

‘PARÎS KOMKUJIYEKE AKP’Ê BÛ’

Weke ku tê zanîn komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an komkujiyeke AKP’ê bû. Piştî komkujiyeke dî ya AKP’ê Roboskî bi 13 mehan pêk hatiye. Biryara komkujiyê hikûmeta AKP’ê ya bi Seroktiya Tayyîp Erdogan daye, komkujî ji hêla rêxistina îstîxbarî MÎT’ê ya bi seroktiya qotiya tarî a Tayyîp Erdogan Hakan Fîdan hatiye plankirin û bicihanîn. Di komkujiyê de tetîkkêş Omer Guney hatibû bikaranîn. Omer Guney ku xwe weke ‘şoreşger’ nîşan dayî û ketî nav Tevgera me ya Azadiyê li Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger bi plankirî bi demanceyê qetil kir. Piştî komkujiyê tekîkkêş Omer Guney hate girtin, rêveberên AKP’ê Tayyîp Erdogan, Huseyîn Çelîk û M. Alî Şahîn jî bi daxuyaniyên ku dane li xwe girtine ku wan biryar li ser komkujiyê dane.

Ev hemû ji hêla Dozgeriya Fransayê ve hatiye aşkerekirin û li gel ku di îdîanameyê de hatiye nivisîn jî, beriya ku dadgeh dest pê bike bi  bîst rojan hatiye aşkerekirin ku kujer Omer Guney li girtîgeha ku lê dima miriye, daraza li edliyeya Fransayê ya komkujiya Parîsê ya 9’ê Çile ya 2013’an nehatiye kirin û doz hatiye xistin. Bi vî rengî daraza Fransayê ji Hikûmeta Tayyîp Erdogan a kujer hesab nepirsiye û hewcehiyên dadmendiyê nehatiye bicihanîn. Daraza Fransayê bi vî rengî xwe kiriye hevkarê sûc. Ji vê jî wêdetir Omer Guney mir, an hate kuştin, an jî bi gotina, ”mir” ji girtîgehê hate derxistin û birin devereke dî, ji ber ku darizandin nehate kirin, yek ji van zelal nebû û weke pirsekê man.

JI BER KU SÛCDAR NEHATIN CEZAKIRIN HER ROJ HIN KOMKUJIYÊN DIN DIBIN

Di salvegera 9’an a komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an ku yek ji komkujiya herî hov a dîrokî ye rewşa hiqûqî ya li ser bûyerê wiha ye. Ji ber ku komkujî nehatiya darizandin û sûcdar nehatine cezakirin nîqaşên li ser rûdanê didomin, hema hema di her salvgerê de, her roj rûdana komkujiyê didome. Li ser vê bingehê di şexsê komkujiya Parîsê de gule li gelê Kurd ê azadîxwaz, li jinên Kurd, li mirovahiya azad û demokrat tê reşandin. Heta ku pergala TC’ê ya kujer, mêtinger-qirker hebe ev rweş wê bidome.

HEVRÊ SARA HÊ BI CIWANTÎ TEVLÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛYE, LI HER QADÊ TÊKOŞIYAYE

Hevrê Sara ku li Parîsê hatî qetilkirin, di li Dersimê ku dewleta komara Tirkiyê di navbeyna 1937-1938’an hatî qirkirin jidayik bûye û hê bi ciwantî Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûye, jineke şoreşger û welatparêz e. Li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê 1980’yî li zindana Amedê li gel Mezlûm, Kemal û Xeyriyan milîtanake wiha ye ku pêşengî li berxwedana azadiyê kiriye. Yek ji damezirandêra PKK’ê û endama Komîteya PKK’ê ye, pêşengha Tevgera Jina Azad a Kurdistanê û rêxistinkarê wê ye. Li Botan û Behdînanê gerîlatî kiriye, li hemû qadên Tevgera Azadiya Kurditanê û Têkoşîna Azadiya Jinan bi her astê bi peywirê rabûye û bi cih aniye.  Têkoşîna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî û leşkerî bi rê ve biriye û kariye ku xwe bike milîtaneke fedayî ya Apoyî ya şoreşger.

Li ser şopa hevrê Sara hevrê Rojbîn û Ronahî jî li Ewropayê tevlî têkoşîna azadiyê bûne, xwe li ser xeta Apoyî perwerde kirine û bûne milîtanên xurt û serkeftî yên şoreşger. Bi xebatên serkeftî yên ku li her qadê kirin bûne milîtanên pêşeng ên ciwan û jinên Kurd.

9’Ê ÇILE YA 2013’AN GULE LI BIRATIYA GELAN, MIROVAHIYA AZAD HATIYE REŞANDIN

Ji ber vê guleya ku 9’ê Çile ya 2013’an a li hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hatî reşandin li Rêberê Gelê Kurd, li gelê Kurd û li Tevgera Azadiyê hatiye reşandin. Ev gule bi esasî guleyên faşîst-qirker in ku li çareseriya demokratîk a pirsa Kurdan hatine reşandin. 9’ê Çile li Sara di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de bi esasî gule li azadiya jinê hatiye reşandin bi astengkirina tevgera azadiya jinê hatiye xwestin k hişmendiya serwer a mêr û siyaset were domandin. 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê gule li biratiya gelan, li mirovahiya azad hatiye reşandin.

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, hemû jin û tevgerên şoreşger û demokratîk ev heşt sal in li dijî hişmendî û siyaseta ku komkujiya Parîsê derxistî holê me têkoşîneke mezin da û bi astengekî girîng me kir ku ki kujerên faşîst hesab were pirsîn. Di nav têkoşîna dijî komkujiya Parîsê de me hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, hemû hêzên şoreşger-demokratîk ên cîhanê me hêza wan kir yek. Me şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî kirin sembola têkoşîna azadiya Kurdistanê û sembolên Şoreşa Jina Azad û bi cîhanê dane naskirin. Bi vê bingehê me dewleta TC’ê ya ku dijminê Kurdan, jinan û gel e, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi hemû cîhanê da nasandin.

Niha di sala 9’an de têkoşîna dijî komkujiya Parîsê bi pêngava me ya berxwedanê ”Dema Azadiyê ye” bikin yek, li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn û li çar hêlên cîhanê em ê geştir bikin. Bi şikandina tecrîda Imraliyê, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî dagirkeriya TC’ê li her qadê bi berxwedanê em ê ji faşîstên komkujên Parîsê bi rengekî xurtir hesab bipirsin. Em ê şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di azadiya Rêber Apo, di Kurdistana Azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk de bidin jiyîn.  Em Tevger, gel û dostên me li ser xeta Apoyî li ser şopa şehîdên me yên leheng ji bo azadiyê em ê bi rengekî xurtir li ber xwe bidin û hê mezintir bi ser bikevin.

Bi vê bingehê di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên şoreşger, demokrat dikin ku di salvegera heştan a komkujiya Parîsê de bi rengekî xurtir û girseyî bi çalakiyan protesto bikin, li her qadê bi rengekî xurt tevlî çalakiyên protestoyî bibin, di sala nehan de li dijî komkujiya Parîsê û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku komkujiyên wiha derdixîne holê, li ser xeta serfiraziyê ya Pêngava Berxwedanê ya Dema Azadiyê ye geş bikin û bi çalakiyên zengîn bimeşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedan bûbû jiyana her sê jinan

Nivîsa Pêş

PAJK: Hilanîna tolê armanca me ya bingehîn e

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PAJK: Serfiraziya vînê nîşan dan

PAJK: Hilanîna tolê armanca me ya bingehîn e

Greva birçîbûnê di roja 42’yan de didome

Greva birçîbûnê di roja 42'yan de didome

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.