Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên ku Hatay’ê şehîd bûne parvekir

"Di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/12/2020 - 14:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên ku Hatay’ê şehîd bûne parvekir
ParvekeTweet

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 29’ê Cotmeha 2020’î de me ragihandibûn ku 26’ê Cotmehê tîmeke me ya gerîla ya profesyonel a ji du kesan pêk dihat, li navçeya Skenderûnê ya Hatayê çalakî kiriye û agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. Di van çalakiyan de li Payas û Skenderûnê yên ser bi Hatayê, hevrêyên me Harûn û Zinar bi rengekî leheng li dijî dijminê mêtinger şer kirin û di encama çalakiya fedayî de şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Harûn Firat
Nav paşnav: Dogan Demîr
Cihê jidayikbûnê: Qelqelî
Dayik-Bav: Aklîme-Arslan
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2020 / Skenderûn
Nasnav: Zinar Tatvan
Nav paşnav: Îdrîs Înce
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Gulten-Riskî
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2020 / Skenderûn

Yekîneyeke me ya gerîla ya pispor, di Cotmeha 2020’î de rêbaza dewlemend a gerîlayên serdema nû bi rengekî afirîner xist meriyetê û bi amûrên hewayî derbasî Amanosan bû. Dewleta Tirk a mêtinger ku timî propagandayê dike û îdîa dike ku li Amanosan gerîla tasfiye kiriye, li pêşberî vê afirîneriya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mat ma. Dijminê qirker dît ku tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Amanosan, tenê xeyaleke mêtingeriyê ye. Ji bo vê afirîneriya gerîla binixumîne, îdîa kir ku di ser Rojavayê Kurdistanê re derbas bûne û hewl da krîmînalîze bike. Lê belê propaganda reşkirinê ya dewleta Tirk a ku xwe dispêre derewan, nerast e. Tîma me ya gerîla ya profesyonel ji baregehên xwe yên bingehîn bi rê ket, her cûre tedbîrên hewayî û bejahî yên dijmin têk bir û gihîşt hedefa xwe. Tîma me ya gerîla a ku gihîşt hedefa xwe, plana çalakiya li dijî dijmin bi rêxistin kir û ji bo pêkanîna vê plana xwe kete nava liv û tevgerê.

LI SER BINGEHA ÇALAKIYA FEDAYÎ BI PLANSAZIYEKE NÛ TEVGERIYAN

Hevrê Harûn Zinar ên li nava tîma me ya gerîla ya profesyonel, piştî ku bi rê ketin, şert û mercên tê de nirxandin û bi însiyatîfa xwe li ser bingeha çalakiya fedayî plansaziyeke nû kirin. Li bejahiya Amanosê bi hostatî daketin nava bajêr û li vir dest danîn ser wesayitekê. Li navçeya Payasê ya Hatayê, li dijî dijminê ku hewl dida wan rawestîne bi wêrekî şer kirin, bi vî rengî ji benda kontrolê ya dijmin derbas bûn û kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Artêşa Tirk a dagirker mîna ku her carê dike, dagirkerên li vê derê hatin cezakirin ji raya giştî veşart û diyar kir ku tenê efserek birîndar bûye. Lê belê hevrêyên me Harûn û Zinar piştî ku dagirkerên li vir ceza kirin rêwîtiya xwe dewam kirin. Piştî ku wesayita hevvrêyên me lê siwar bûbûn xera bû, dest danîn ser wesayiteke din û bê teredût bi biryardarî rêwîtiya xwe dewam kirin.

LI BAJÊR ÎNSIYATÎF TIMÎ DI DESTÊ WAN DE BÛ

Hevrêyên me ku ji bo çalakiya fedayî berê xwe dan Skenderûnê, piştî ku gihîştin vê derê bi saetan li dijî polîs û tîmên taybet şer kirin. Vê tîma gerîla ya ji 2 kesî ya bêtirs û qewîn li nava bajêr însiyatîf timî di destê xwe de hiştin. Hevrêyê me Harûn piştî ku demeke dirêj şer kir, xwe bi dijmin de teqand û gelek ji dijmin ceza kir. Hevrêyê me Zinar jî heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Tevî ku gelek polîsên dewleta Tirk hatin cezakirin jî ti ji wan ji raya giştî re nehate eşkerekirin, tenê ragihandin ku Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Navçeya Skenderûnê birîndar bûye.

Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger qirker li ser bingeha derewan dezenformasyonan belav dike û propaganda ‘gerîla qediya ye’ dike, hevrêyên me Harûn û Zinar bi taktîkên afirîner ên gerîlayên serdema nû, xwe gihandin Amanosan, ji vir bi rê ketin, bi ser bajarê ku her cûre leşker û polîsên faşîst ên dewleta Tirk lê ne meşiyan, bi wêrekiyeke mezin bi saetan şer kirin, bûn mîna kabûsekê li ser dijmin û bi vî rengî nîşan dan ku biryardarî û îradeya milîtaniya Apoyî çiqasî xurt e. Careke din raxistin pêş çavan ku tîmeke gerîla ya modern e pispor bi rê û rêbazên serdemê dikare çawa her cûre tedbîrên dijminê faşîst ê qirker têk bibe.

Hevrêyên me Harûn û Zinar bi xeta çalakiya fedayî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pêşengî ji pêngava ‘Dem dma azadiyê ye’ kirin, ku ji bo dawîanîna li dagirkerî û faşîzma li Kurdistanê, têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo dest pê kiriye. Her du hevrêyên me bûn navê xwedîderketina li wezîfeya demê û bicihanîna berpirsyariya şoreşgerî.

HEVRÊ HARÛN FIRAT LI NAVA MALBATEKE WELATPARÊZ JI DAYIK BÛ, KU BERDÊLÊN GIRAN DABÛ

Hevrêyê me Harûn Firat li navçeya Qelqelî ya Wanê li nava malbateke welatparêz a ku berdêlên gelekî giran daye ji dayik bû. Hevrêyê me Harûn ku bi hest û çanda kûr a welatparêziyê ya gelê Serhedê mezin bû, sala 2012’an di dema bilindbûna pêngava me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî de tevlî nava refên gerîla bû. Ji dema ku tevlî bû heta dema şehadetê bi dilnizmî û kesayetiya xwe ya têgihiştî, bi tevlîbûna xwe ya fedakar li nava fedayiyên Kurdistanê cihê xwe girt û îradeya xwe kir mîna pola. Bi coş, moral, biryardarî û daxwazeke mezin her tim tevlî her kêliya jiyanê bû û ji bo têkbirina dijminê mêtinger qirker her tim kete nava lêgerînan, bi çalakiya fedayî ku veguheriye xetekê bersiv da pêvajoyê.

HEVRÊ ZINAR TATVAN LI GELEK QADAN KARÊN CÛRBECÛR KIR

Hevrêyê me Zinar Tatvan li Bedlîsê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe û pê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û neçar ma ku tevî malbata xwe koçî metropolan bike. Li metropolên Tirkiyeyê bi hişmendî û nasnameya xwe bi hestên welatparêziyê mezin bû, di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî nava karên ciwanan bû. Hevrêyê me Zinar biyar da ku têkoşîna xwe bi tevlîbûna li nava refên gerîla li çiyê dewam bike. Li gelek qadan di karên cuda de berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Di mijarên profesyonelbûna gerîlayên Modernîteya Demokratîk û pisporbûna li branşên cuda, kete nava lêgerîneke kûr, bû xwedî danheviyeke mezin. Hevrêyê me Zinar li akademiyan bû pêşengek ku gelek hevrêyên xwe perwerde kir û bû fermandarekî mînak. Mînakdarî û pêşengiya xwe li metropolên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi gerîlatiya xwe careke din nîşan da, derbên giran li dijmin xist û bi rengekî fedayî şer kir û şehîd bû.

Hevrê Harûn û Zinar heta şehîd bibin bi biryardarî tevgeriyan, li ser xeta fedayî bi daxwazeke mezin û hêrsa tolhildanê bi ser dijmin ve çûn, her cûre derfet bi kar anîn û weke çekekê li dijî dijmin bi kar anîn, li Amanosan û li nava bajaran mîna kabûsekî bi ser dijmin ve çûn, tirs berdan nava dilê dijmin û bi lehengî şehîd bûn. Bi van taybetmendiyên xwe bûn mînaka milîtaniya fedayî ya serdema nû. Bi meşa li ser şopa hevrêyên xwe yên şehîd, bi serxistina armancên wan em soz didin ku em ê li Kurdistana Azad û bi Rêbertiya Azad xwedî li bîranîna wan derkevin û bibin hêjayî sekna wan a fedayî.

Li ser vê bingehê di serî de malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li ezmanên Awûstralyayê de azadiya Serok APO

Nivîsa Pêş

Dewriya Emerîkî û hêrsa ciwanan li hev rast hatin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewriya Emerîkî û hêrsa ciwanan li hev rast hatin

Dewriya Emerîkî û hêrsa ciwanan li hev rast hatin

LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

LEZGİN - Zarokên Agir dîsa şewitand

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.