Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir

"Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe yên qehreman bi serfiraziyê tacîdar bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/12/2020 - 15:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“14’ê Tebaxa 2020’î dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombardûmaneke giran li herêma Zapê kir. Ji ber vê bombardûmanê hevrêyên me Amargî, Dilvîn û Têkoşîn tevlî karwanê şehîdan bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Amargî Amara
Nav paşnav: Gule Ozel
CiHê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Habîbe-Adnan
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2020 / Zap
Nasnav: Dilvîn Rûbar
Nav paşnav: Zehra Alptekîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Talya-Abdulrezzak
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2020 / Zap
Nasnav: Têkoşîn Botan
Nav paşnav: Zehra Denîz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nahîde-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Tebaxa 2020 / Zap

Şoreşa Nolîtîk ku bi pêşengiya jinê pêk hat, ji bo hebûna mirovan yek ji qonaxên dîrokî yên herî girîng in. Yek ji warê destpêkê yê vê qonaxa dîrokî jî Kurdistan û Mezopotamya ye. Ev cografya di heman demê de ew dever e ku sîstema desthilatdarîperest-koledar ava bû ku vê sîstemê xwe li ser talankirina nirxên vê qonaxa dîrokî ava kir. Ev sîstema ku xwe dispêre zîhniyeta bi serweriya mêr, ji bo civakê bike kole, weke gava destpêkê jin têk bir, kir kole. Ev sîstema koledar a li ser qirkirina jinê ava bû, heta vê serdemê bi hezaran rû û kirasî hebûna xwe dewam kir û êdî jinê bi temamî weke objeyekê dibîne.

Lê belê bi Rêber Apo û partiya me PKK’ê re ev rêveçûn berevajî bû, di serî de li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û gelek herêmên cîhanê jinan ji bo azadiya xwe bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Bêguman di vê têkoşînê de derba herî mezin a li sîstema bi serweriya mêr ket, biçekbûna jinê û şerê wê yê yekser ê li dijî vê sîstemê bû.

Ev têkoşîna ku li Kurdistanê bi rengê HPG û YJA Starê şênber bû, veguherî tirsa dilê hêzên dijminê jinê bi taybetî jî bû tirsa dilê dewleta Tirk a mêtinger. Dewleta Tirk a mêtinger-qirker ji bo pêşî li vê têkoşînê bigire her cûre rêbazên şerê taybet bi kar anî û bi vî rengî dixwaze pêşî li tevlîbûna jinan a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bigire. Lê belê jinên ku yekemcar tehma azadiyê kirin pêl bi pêl tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê dibin. Hevrêyên me Amargî, Dilvîn û Têkoşîn jî li Botanê ji dayik bûn ku gava destpêkê ya vejîn û têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê li vê herêmê hate avêtin û ji vê xaka azadiyê tevlî nava têkoşînê bûn.

Hevrêya me Amargî li Nisêbînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û ji ber ku malbata wê koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye, li dûrî Kurdistanê jiyaye. Hevrê Amargî hezkirin û bêrîkirina ji bo welatê xwe tu carî winda nekiriye, li hemberî êrîşên li ser gelê me yên ku bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê hatiye kirin, ketiye nav lêgerîneke mezin. Wê di vê lêgerînê de bersivên pirsên xwe di îdeolojiya Rêber Apo de dîtiye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêhevala me Amargî li gelek qadên Têkoşîna Azadiyê de xebitiye û bi van xebatên xwe tevkariyên mezin li têkoşîna me ya şoreşê kiriye. Di têkoşînê de rêgezên îdeolojiya Azadiya Jinan a Rêber Apo ji xwe re kiriye bingeh. Rêheval Amargî bi fêmkirina Rêber Apo re dîtiye ku ew azad dibe û ew bûye mînaka tevlêbûna sade û ji dil.

Hevrêya me Dilvîn li Sêrtê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û ji zaroktî ve firsend dîtiye ku Têkoşîna Azadiyê nas bike. Dema ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê yên jin dihatin kolekirin û li bazaran dihat firotin, hevrê Dilvîn ji bo li dijî Tirkiyeyê şer bike ya ku feraseta wê ya faşîst rê li ber van polîtîkayên qirêj vedikir, tevî nav refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Hevrê Dilvîn ji dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, her kêlîka wê bi têkoşînê derbas bûye, alaya azadiyê ya ku hevrêyên wê yên şehîd dewrî wê kiriye hemû berpirsyariyên xwe bi mutewazî û fedakariyeke mezin bi cih aniye.

Hevrêya me Têkoşîn jî li Cizîrê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û ji ber helwesta welatparêz a malbata xwe Têkoşîna Azadiyê ji nêz ve nas kiriye. Hevrê Têkoşîn di dema Berxwedanên Xwerêveberiyê de bûye şahida polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk û ji bo tola xwe ji dewleta Tirk bistîne, tevlî nav refên gerîlayan bûye.Rêheval Têkoşîn ji dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye ji bo tola qetlîamên Cizîr, Sûr, Şirnexê bistîne, girîngiyeke mezin daye perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîk. Wê perspektîfa şerê gerîlatiya nû ya tevgera me ji xwe re kiriye esas, bi pratîka xwe ya têkoşînê diyar kiriye ku divê jin û ciwanên Kurdistanê çawa hesab ji dewleta Tirk bistînin.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe yên qehreman bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Înîsyatîfa Zarokên Agir: ‘Nefesa dagirkeriyê qut bikin, Kurdistan Azad bikin’

Nivîsa Pêş

Yekîneyên Tolhildanê Derb li ser derban li faşizmê dixin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Însyatîfa Zarokên Agir li sê navendan çalakî

Yekîneyên Tolhildanê Derb li ser derban li faşizmê dixin

ROJEVA 17’Ê KANÛNA 2020’AN

ROJEVA 24’Ê KANÛNA 2020’AN

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.