Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Endama KJC Dorşîn Koçerîn: “Dem Dema tevlîbûna qadên Azadiyê ye”

Endama Komalên Jinên Ciwan Dorşîn Koçerîn: "Bi giştî civak di pêşengtiya ciwanan de pêwîste dema azadiyê pêk bînin. Ji bo vê yekê em dibêjin Dem Dema Azadiyê ye, Dem dema Gerîlatiyê ye, Dem Dema Ciwantiyê ye, Dem Dema tevlîbûna qadên Azadiyê ye".

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/11/2020 - 12:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 8 mins read
A A
TAYBET – Endama KJC Dorşîn Koçerîn: “Dem Dema tevlîbûna qadên Azadiyê ye”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Komalên Jinên Ciwan Dorşîn Koçerîn li ser polîtîkayên dewleta faşîst a tirk ku rojan e li ser Jin û Ciwanan dide meşandin, û ji bo Pêngava ku bi durişmeya ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ya ku ji aliyê KCK’ê ve hatibû destpêkirin, di heman demê de jî ji bo piştgiriya Pêngava Jinên Ciwan a bi durişmeya ‘Em Dibêjin NA’ hatibû destpêkirin nerînên xwe ji ajansa me re  parvekir û got; “Pêwîst e destpêkê em vê tecrîdê hilweşînin, vê tecrîdê ji holê rakin ku bikaribin bi Serokatiya xwe re di qadên azad de jiyan bikin. Ev erk û misyona herî zêde dikeve ser milê ciwana de”.

Gerîla Dorşîn Koçerîn wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di şexsê Egîd Civyan de, di şexsê Huseyin de, di şexê Şehîd Rustem Cûdî de hemû Şehîdên Şoreşê bibîrtînim. Şehîd Bêrîtan bi rêzdarî bi bîrtînim, Şehîd Bêrîtan Jinek Şoreşger bû li hember dagirkeriya ser axa xwe û li hember lîstokên pergalê yê li ser jinê qebûl nekir û tevlî refên Gerîla bû. Ya ku Şehîd Bêrîtan kiribû Şehîd Bêrîtan rihê ku avakiribû, Berxwedana ku li hember teslîmiyetê derxistî holê bû.

Ji ber ku hevala Bêrîtan bi berxwedana xwe, teslîmiyet qebûl nekir û bû xetek ji bo tevgera azadiya Jin, ji bo vê rihê Şehîd Bêrîtan di her pêvajoyê de jiyankirin ji bo me erkeke, ji bo me armanca xwe gihandina azadiyê ye. Em îro vî rihî di Heftanînê de dibînin şerê li heftanînê hatî destpêkirin, dagirkeriya ser axa me hatî destpêkirin, dixwazin bi vî awayi me tengav bikin êrîşa xwe, faşîzma xwe hîn zêdetir li ser xurt bikin. ruxmî hemû teknîka dijmin me rihê heval Bêrîtan di Heftanînê de dît. Ev rih di Şehîd Rustem Cûdî de derket holê ji ber ku Şehîd Rustem li hember xiyanetê, Sekna xwe di xeta Şehîd Bêrîtan de da diyarkirin û bû şopdarê Şehîd Bêrîtan.

“Rûhê Rustem Cûdî pêwîste bibe rihê vê demê”

Heval Rustem ciwan bû erka xwe ya ciwantiyê pêk anî. Rûhê Rustem Cûdî pêwîste bibe rihê vê demê. Di her pêvajoyê de ciwan pêşengtiya xwe lîstine. Me ev rihê Ciwantiyê di pêvajoyê Xwesertiyê de dît,  pêvajoya Xwesertiyê ya ku dîsa dijmin bi qirêjahiya xwe li ser Ciwanên me, Kolanên me û bi ser bajarê me de hat. Lê belê ev dagirkerî dîsa nehat qebûlkirin û li hember vê berxwedaneke bê hempa derket, di şexsê Şehîd Çiyageran de berxwedaneke bê hempa derket holê. Ev yek dîsa di berxwedanên Kobanê de jî derket holê dîsa yê ku pêşengtiya van kirî, yêk ku gel xistî tevgerê de, yê ku nehiştiye dijmin axa me dagirbike dîsa rihê Ciwantiyê bû.

Ji bo vê jî îro em dinerin dijmin herî zêde li ser ciwana lîstoka dilîze, ji ber ku dijmin ji Ciwanan pir ditirse ji bo ciwan dernekevin qadan, ji bo ciwan li azadiya xwe negerin, xwedî li îradeya xwe dernekevin dijmin polîtîkayên herî qirêj li ser Ciwanan dide meşand. Ev tirsa dijmin ya ku li hember Ciwana ye ji ber ku derketinekî ciwana, qebûlnekirinekî ciwana li hember pergalê ji bo dijmin darbeyekî pir mezine. Taybet ji bo pergalê dewletê darbeyekî pir mezine ji bona wê jî êrîşên xwe yên herî qirêj li ser ciwana dide meşandin. Ruxmî ku ewqas êrîşên dijmin pêşdikevin, ruxmî ku dijmin bi her awayî êrîşî ciwana dikê, dîsa jî berxwedaniyekî ciwana derdikevê holê. Em li Bakurê Kurdistanê dibînin, li qadên din dibînin. Dîsa di êrîşên Heftanîn de berxwedana ku li Başûrê Kurdistanê derket holê. Dîsa di pêşengtiya Ciwanan de derket.

“Heger em bêjin em ciwanin pêwîste em rihê berxwedêriyê di xwe de jiyan dikin”

Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên ku ciwan dikin, ev bêdengî qebûl nekirineke. Dixwaze vê bêdengiya xwe bişkîne. Dijmin îro çidike êrîşî axa me dike, daristanê me dişawitîne, êrîşî çiyayên me dike, êrîşî bedena me dike, êrîşî civaka me dikê ama bi van çalakiyê ku tê kirin re. Em dibêjin ev çalakî bes nakê rast e berxwedaneke heye, qebûl nekirineke heye, li hember vê derketinek heye lê pêwîste bi van tenê re mayin nemîne. Eger rastî em xwedî li rihê ciwantî derkevin destpêkê gerek em Serokatiya xwe azad bikin. Em tecrîda ser Serokatiya xwe bişkînin. Ji ber ku pêwîste em vê ji xwe re qebûl nekin Serokatiya me dibin tecrîdeke pir giran deye, heger em bêjin em ciwanin pêwîste em rihê berxwedêriyê di xwe de jiyan dikin, em rihê pêşengtiyê di xwe de jiyan dikin. Pêwîst e destpêkê em vê tecrîdê hilweşînin, vê tecrîdê ji holê rakin ku bikaribin bi Serokatiya xwe re di qadên azad de jiyan bikin. Ev erk û misyona herî zêde dikeve ser milê ciwanan de.

“Em ji dagirkeriyê, Tacizan û Tecawizan re bêjin NA”

Di heman demê de dagirkeriya ku îro ser axa me tê meşandin pêwîste em êdî ji re bêjin NA, pêwîst ev êdî were zanîn ji aliyê Ciwanan ve her gotina NA ji dijmin re darbeyeke. Ji bona vê em ji dagirkeriyê re bêjin NA, em ê ji Tacizan re, ji Tecawizan re bêjin NA, bi taybet ev dikevê ser milê Jinên Ciwan de. Ji ber ku herî zêde êrîşên xwe ser Jinên Ciwan dide meşandin. Aliyê Ciwantiya jinên Ciwan aliyê din de jî Jinbûyin, hem jine, hem ciwan e, derketina wê rihê xwe dayin avakirin hîn xurte jii bona vê derketina wê rihê xwe dayin avakirin hîn xurte jii bona vê herî zêde ser jinên ciwan ev polîtîka tên meşandin ji bo vê yê herî zêde pêşengtiya wê bike, yê herî zêde ji van re bibêje NA  jinên ciwan e.

Em banga hemû ciwanan dikin çawa ku bi rihê seferberiya di pêvajoya Kobanê de bi rihekî seferberî derketina Ciwana çêbû, bi vî rihî Kobanê bi Serket. Pêwîste di vê demê de jî bi wî rihê Serkeftinê hîn zêdetir tevlîbûna nava refên Gerîla çêbibe.  Em bangewazî ji bo ciwanên Bakurê Kurdistanê dikin ji ber ku misyona polîtîkayên taybet ên dijmin di vê qadê de tê meşandin û erka xwe pêwîste herî zêde ev alî bileyize ji bona vê taybet ciwanên bakurê Kurdistanê tevlî refên azadiyê bibin.

“Dem dema Gerîlatiyê ye”

Jinên Ciwan û Ciwan Kurd ên koçer pêwîste li vê xwedî derkevin ji ber ku rastî jî di rihê koçertiyê de çiyayinbûn heye. Ji bona vê jî dema ji Çiya qut dibe ber bi pergalê ve çûyin çêdibe. Ji bo ber bi pargalê ve çuyin çênebe pêwîst e jinên Ciwan ên koçer, ciwanên koçer berê xwe bidin qadên azadiyê, berê xwe bidin Çiya da ku bi çanda xwe ya xwezayê ve, bi çanda xweyi çiyayê ve bibin yek. Pêwîste em xwedî li çalakiya Sema Koçer derkevin, Şehîd Sema Koçer bi çalakiya xwe ve, bi berxwedana ku li hember dagirkeriyê da nîşandan ev bangewazî ji hemû koçeran re bû. ji bona vê pêwîste ciwanên koçer xwedî li bangewaziya Sema Koçer derkevin. Êdî pergala dewleta tirk bi bin dikeve hem ji aliyê kar de, ji aliyê Aborî de, hem ji aliyê perwerdê de bin ketinekê jiyan dikê, ji bona vê ji ber ku binketinekê jiyan dikê ji bo wê êrîşê xwe zêdetir dike. Ciwanên ku diçin zanîngehê dewletê dixwînin, yên ku diçin welatên tirkiyê kar dikin faşîzmekê ser wan dide meşandin pêwîst e vê ji xwe re qebûl nekin ji ber ku her kirinên ku dewlet dikê kişandina nav xwe ye ji ber ku dixwazê tirsê avabikê ji ber ku dixwaze helandinekê pêk bîne ji bona wê ciwanên zanîngehê, ciwanên karker pêwîst e aktîf tevlî van hemleyan bibe, ji bona wê em dibêjin Dem Dema Azadiyê ye bi giştî civak di pêşengtiya ciwanan de pêwîste dema azadiyê pêk bînin. Ji bo vê yekê em dibêjin Dem Dema Azadiyê ye, Dem dema Gerîlatiyê ye, Dem Dema Ciwantiyê ye, Dem Dema tevlîbûna qadên Azadiyê ye. Ciwan Fedayin Rêber APO ne.

NC // ZERYA BAGOK

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî zextên li girtîgehan çalakî: 13 Wesayit şewitandin

Nivîsa Pêş

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

LEZGÎN – Ji Gerîlayên HPG/YJA Starê Çalakî: Helîkoptera ku hatî ruxandin ket xwarê

PDK'ê vê carê jî hêza xwe şand bejahiya Ranya-Rewanduzê!

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.