Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“PDK zextê li civakê dike û hewl dide bêdeng bike”

Koordînasyona KJK'ê: Heqaretên ku PDK li tevgera me dike bêguman ne tenê li dijî me ye, heqaretên li jinên Kurd hemûyan e. Her wiha heqaretên li jinên li nava PDK'ê ye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/11/2020 - 13:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hate gotin, “Jinên Kurd ku bi dehan sal in li dijî zîhniyeta baviksalarî û zayendîperest têdikoşin, bêguman wê bersivê bidin zimandirêjî, heqaret û bêhurmetiya PDK’ê ya li dijî tevgera jinê. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê bi vê wesîleyê em bang li jinên Kurd ên li her parçeyî dikin ku li ber vê zîhniyeta baviksalarî rabin. Ne tenê li ber rabe, di heman demê de helwesteke çalak nîşan bidin.”

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de wiha hate gotin:

“Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê hem li nava civaka Kurd hem jî li nava tevgerên demokrasiyê û gelan ên li çar aliyên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê û bi baldarî tê şopandin. Sedema vê yekê jî pêşketina mezin a li qadên îdeolojîk, polîtîk, civakî û xweparastinê ye, asta wê ya pêşengiya têkoşînê ye. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û statuyê, berxwedana li dijî DAÎŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk li asta cîhanê tê zanîn û xwedî lê tê derketin. Sedema bingehîn a vê yekê jî xeta azadiya jinê û pêşengiya wê ye.

Dema dawî, PDK û komên ser bi wê ve êrişî vê xetê û pêşengiya wê dikin. Êriş bi taybetî li sîstema hevserokatiyê tê kirin ku nîşaneya şênber a temsîliyet û tevlîbûna wekhev e. Daxuyaniyên navborî ku dûrî exlaq, hurmet û pîvanên terbiyeyê ne, zîhniyeta pavşerû, zayendîperest û baviksalar a serest a PDK’ê radixin pêş çavan. Li gorî vê zîhniyetê, jin divê tenê weke hebûneyeke bêîrade bê dîtin, di asta ku mêr daniye pêşiya wê tevlî siyaset û têkoşînê bibin.

Eşkere ye ku ev zîhniyet bi qasî baviksalarî û zayendîperestiyê her wiha antîdemokratîk e, li dijî azadiyê ye û zordar e. Yanî li dijî civakê ye. Ji xwe nêzîkatiya li azadiya jinê, nêzîkatiya li azadiya civakê, demokrasiyê û edaletê jî diyar dike. PDK ku niha zimandirêjiyê li xeta azadiyê ya jinê û pêşengiya wê dike, bi polîtîkaya zextê hewl dide civaka ku bi hesreta azadî û demokrasiyê ye bitepisîne, bêdeng bike. Li gel vê yekê polîtîkayên şer ên ku PDK niha li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dimeşîne encama vê zîhniyetê ye. Şer xwe ji baviksalariyê, ji tundiyê xwedî dike.

BERXWEDÊRIYA JINÊN KURD ÇAVKANIYA ME YA BINGEHÎN E

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê li gel mîrateya têkoşînê ya jinên cîhanê me bi taybetî berxwedêriya jinên Kurd a di nava dîrokê de her tim ji xwe re kirin çavkaniya bingehîn, rêxistiniya xwe jî weke nîşaneya dilsoziya bi bîranîna jinên Kurd ên leheng dîtine. Lewma têkoşîna me ji Besêyan heta Leyla Qasiman xwe ji jinên Kurd ên bi rûmet û berxwedêr xwedî dike. Ji ber vê yekê heqaretên ku PDK li tevgera me dike bêguman ne tenê li dijî me ye, heqareta li dijî jinên Kurd hemûyan e. Di heman demê de heqareta li jinên li nava PDK’ê ye. Daxuyaniyên qirêj ku dema li gorî pîvanên civaka Kurd bên nirxandin hingî wê weke şermê bên pênasekirin, ne jinên Kurd ên bi rûmet, lê belê wê xwediyê xwe teşhîr bikin.

Di serî de Hevserokatî, tevlîbûna bi xurtî ya jinan a li nava têkoşîn û jiyanê tenê cihê serbilindiyê ye. Ji xwe dema ku jinê karîbû li gorî îradeya xwe bi rengekî wekhev tevlî bibe û teslîmiyeta xwe hebe, hingî demokrasî û azadî pêk tê. Li cihê ku îradeya jinê û tevlîbûna wê nîne, tenê zext, serdestî û dagirkerî heye. Di heman demê de siyaseta mêr a ku ev zîhniyet xwe dispêre, hem pirsgirêkan çareser nake hem jî yên heyî giran dike. Tê zanîn ku li gel hewldan û bendewariyên mezin ên gelê me di sala 2013’an de yek ji pêknehatina Kongreya Neteweyî ya Kurd ew bû ku lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî hevserokatî qebûl nekiribû. Wateya vê yekê ew e ku hêviyên gelekî kirin qurbanê desthilatdariya xwe ya şexsî. Ev yek jî zîhniyeta serwer a mêr e.

JINÊN LI HER PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIVÊ LI BER ZÎHNIYETA MÊR RABIN

Jinên Kurd ku bi dehan sal in li dijî zîhniyeta baviksalarî û zayendîperest têdikoşin, bêguman wê bersivê bidin zimandirêjî, heqaret û bêhurmetiya PDK’ê ya li dijî tevgera jinê. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê bi vê wesîleyê em bang li jinên Kurd ên li her parçeyî dikin ku li ber vê zîhniyeta baviksalarî rabin. Ne tenê li ber rabe, di heman demê de helwesteke çalak nîşan bidin. Ji ber ku xwediyê vê zîhniyetê PDK niha hewl dide şer li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bike û bi vî rengî gelekî, desketiyên welatekî dixe nava metirsiyê. Divê jin destûra vê yekê nedin. Banga me li jinên Kurd ên li çar parçeyan û derveyî welat bi vî rengî ye. Mîna ku me di dîrokê de kir, em niha jî hêza xwe bi kar bînin, li ber polîtîkaya şer a PDK’ê rabin, jê re bibin asteng.

Rêya astengkirinê jî li dijî van polîtîka û hesabên qirêj pêkanîna yekîtiyê ye. Helwesta hevpar ji her demê bêhtir pêwîstî ye. Em zanin ku di şer de herî zêde jin zerarê dibînin. Eger îro jinên li çar parçeyên Kurdistanê jin hevkariyê bikin, helwesteke hevpar nîşan bidin, hingî em ê hesabên qirêj ên li dijî gelê xwe têk bibin. Jin xwedî vê hêzê ne. Ji ber ku ji vê hêza jinan ditirsin êriş dikin. Wê demê bêyî dereng bimîne, bi têgihiştina ‘sibe wê dereng be’ em li dijî şer helwestê nîşan bidin û bibin yek.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêrsa Ciwanên Kurd li hember KDP’ê didome

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan serî li dozgeriyê dan

Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelan serî li dozgeriyê dan

LEZGÎN – HPG: Li Çelê leşkerekî dagirker hate kuştin

LEZGÎN - Gerîlayan li Heftanînê ji du baskan ve li dagirkeran dan

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Berxwedana Strasboûrgê kete roja 114’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn hat vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.