Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên ku li Amanosê Şehîd bûbûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê sê gerîlayên li navçeya Hassa ya Hatayê di meha Tebaxê de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/10/2020 - 11:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên ku li Amanosê Şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“22’ê Tebaxê li qada Dindikê ya navçeya Hassa ya Hatayê, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker, hevrêyên me Huseyîn Firat, Alî Norşîn û Cîger Amed şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Huseyîn Firat

Nav paşnav: Cîhan Erbaş

Cihê jidayikbûnê: Meletî

Dayik-Bav: Ziyade-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 22’ê Tebaxa 2020 / Hatay

 

Nasnav: Alî Norşîn

Nav paşnav: Şefîk Korman

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Perîşan-Abdulbarî

Dem û cihê şehadetê: 22’ê Tebaxa 2020 / Hatay

 

Nasnav: Cîger Amed

Nav paşnav: Serhat Aykûl

Cihê jidaykibûnê: Amed

Dayik-Bav: Sûltan-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 22’ê Tebaxa 2020 / Hatay

Hevrê Huseyîn ku sala 1983’an li navçeya Doganşehîr a Meletiyê ji dayik bû, li nava malbateke gundî bi pak û kedkarî mezin bû. Hevrê Huseyîn her ku mezin bû nirxê jiyana gund û kedê, her wiha cudahiya navbera çînên civakî bêhtir fêhm kir, nirxên çepgirî û sosyalîst pejirand û bi vê yekê re têgihişt ku gelê Kurd êşên giran kişandiye, lewma xwe nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir. Li gel kesayeta xwe ya têgihiştî û dilnizm her wiha bi sekna xwe ya kedkar û bala xwe ya li ser rastiya têkoşîna azadiyê, bi nêzîkatiya xwe ya mirovî bandor li mirovên li derdora xwe kir. Dema ku li Zanîngeha Bogazîçî xwendekar bû, firsend dît ku têkoşîna PKK’ê bêhtir ji nêz ve nas bike. Di demeke kurt de îdeolojiya PKK’ê û rastiya têkoşîna Apoyî bi kûrahî fêhm kir, li ser vê bingehê dest ji dibistana asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a qirker berda û dest bi şoreşgeriya profesyonel kir. Tevî karê li nava ciwanên xwendekar ên welatparêz ên li qada Tirkiyeyê bi salan cihê xwe di nava karên civakî û siyasî de girt. Li zindanê jî ku ji ber êrişên faşîst ên rejîma AKP’ê hate girtin, têkoşîna xwe meşand, li vir rastiya dijmin bêhtir fêhm kir û rêbazên têkoşînê yên li dijî vê yekê xurtir kir.

Hevrê Huseyîn sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû, di nava gerîla de bi kedkarî û fedakarî, her wiha bi baweriya xwe ya ji bo serketina têkoşînê li her qadê bû xwedî îdîa û rê da ber têkiliyên hevrêtiyê û jiyana partiyê. Di demeke kurt de bû fermandar û ji tecrûbeyên partiyê sûd wergirt, mîna li naa karên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li refên têkoşîna azadiyê jî gelek namzetên ciwan ên gerîla perwerde kir, kir ku hewl bidin bibin îradeyek ji pola. Di vê çarçoveyê de yek bi yek bi hevrêyên xwe re eleqedar bû, ew ji têkoşînê re amade kir û bû xwedî kedeke mezin.

Ji kêliya ku tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve, soza ku da Rêber Apo, şehîdên şoreşê û gelê me yê welatparêz kêliyekê jî ji bîr nekir û rê da ber meşa xwe ya têkoşînê. Li ser vê bingehê berê xwe da armancên partiya me PKK’ê, tenê serketin ji xwe re kir esas. Hevrê Huseyîn ji dil bawer kir ku rizgariya gelê bi rêxistinbûna xweparastinê ya xurt a paralelî têkoşîna gerîla ya li çiyê dibe. Di mijara rêxistinbûn û xweprastina gelê Kurdistanê de hûr û kûr bû û di rêxistinkirina YPS’ê de roleke çalak lîst. Piştre jî li gorî pêwîstiyên têkoşîna me ya gerîla berê xwe da çiyayên Amanosê, li vir wezîfeya Fermandairya Qada Amanosê da ser milê xwe û bi salan karên girîng kir. Hevrê Huseyîn di 22’ê Tebaxê de tevî 2 hevalên xwe dema ku bi erka xwe radibîn tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrê Huseyîn wê ji aliyê hevrêyên xwe ve timî bê bîranîn; bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, sosyalîst û fermandariya Apoyî, bi biryardarî û îradeya xwe, wê timî weke milîtanekî mînak bê bîranîn.

Hevrêyê me Alî li Bedlîsê ji dayik bû, pêkanînên qirker û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst ji nêz ve dît. Dema ku diçû zanîngehê li dijî kiryarên dewleta Tirk a faşîst kete nava lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me di vê demê de felsefeya Rêber Apo nas kir û dît ku yekane rêya rizgariyê berxwedana gerîla ye, lewma sala 2011’an li Amedê tevlî nava refên berxwedanê bû. Di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza, bû xwedî tecrûbe û mohra xwe danî binê serketinan. Hevrê Alî ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û heta kêliya dawî bênavber li eniya berxwedanê cih girt, bi îradeyeke qewîn û rêbaza fedayî ya Apoyî bi rengekî serketî li ber her zor û zehmetiyê rabû. Hevrêyê me Alî bi îradeya xwe ya xurt û dilsoziya xw eya têkoşînê wê timî ji berxwedana gerîla re bibe çavkaniya sûdwergirtinê û rêya me ya serketinê her tim ronî bike.

Hevrêyê me Cîger li paytexta Kurdistanê Amedê ji dayik bû û li nava welatparêziya Amedê mezin bû. Li dijî pêkanînên qirker ên dewleta Tirk a dagirker helwesteke şoreşgerî nîşan da û sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Di pêvajoyên perwerdeyê de demeke kurt şareza bû û sala 2014’an tevlî koma gerîla bû ku li dijî komkujiyên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê bi hawara gelê şengalê ve çû. Weke leşkerekî milîtan ê Apoyî berpirsyariya xwe ya wijdanî û dîrokî bi rengekî mezin bi cih anî. Dewleta Tirk a mêtinger ku xoceyê çeteyên DAÎŞ’ê ye û piştgiriyê jê re dike, nekarî xwe li têkçûna DAÎŞ’ê ya bi destê lehengên Kurd rabigire û tişta ku bi destê DAÎŞ’ê bike sala 2015’an li dijî gelê Kurd bi xwe kete şer. Hevrêyê me Cîger sala 2016’an ji bo biçe Amanosan kedeme mezin da û ji bo dewleta Tirk a dagirker ku xwedî heman siyaseta faşîst a dijminê mirovahiyê ye têk bibe, bi biryardariyeke mezin cihê xwe di nava şerê giran ê li Bakurê Kurdistanê de girt. Hevrêyê me Cîger bi biryardarî û sekna xwe ya fedayî ya li vê derê wê her tim bê bîranîn. Bû xwedî sekneke milîtanî ya Apoyî û tevî du hevrêyên xwe yên leheng dema bi erka xwe radibû şehîd ket.

Hevrêyên me Huseyîn Firat, Alî Norşîn û Cîger Amed di têkoşîna xwe de mohra xwe danîn binê serketinên mezin û wê weke lehengên gelê Kurd bên bîranîn. Em ê ala wan a têkoşînê bilind bikin, bi serketinê tacîdar bikin û li Kurdistana Azad xwedî li bîranîna wan derkevin.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin.”

 

1 Ji 25
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

23.

24.

25.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ’ê Arîn Mîrkan bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Li Dêrazorê QSD`ê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Dêrazorê QSD`ê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Li Dêrazorê QSD`ê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand

LEZGÎN - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.