Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Ciwanekî Şêladizê: ‘PDK ji bo armanca MÎT’ê a rizandina Berxwedanê dixebite’

Ciwanekî ji Şêladizê ku cihê xwe nava Serhildanê de girtiye û ji ber xeteriya girtine naxwaze bê nasin ji ajansa me re derbarê siyaset û hevkariya qirêj a PDK û MÎT’ê axivî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/08/2020 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Ciwanekî Şêladizê: ‘PDK ji bo armanca MÎT’ê a rizandina Berxwedanê dixebite’
ParvekeTweet

ŞÊLADIZÊ – Di roja 26’ê Çileya 2019’an Ciwan û Welatiyên Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a qirker rabûn Serhildanê. Ciwan û Welatiyên Şêladizê baregeha artêşa tirk a dagirker bi temamî şewitandin. Piştî Serhildana li Şêladizê pêşket, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) bi hevkariya îstîkbarata tirk MÎT’ê li dijî Ciwan û Welatiyên Şêladizê pêngava binçavkirin û girtinê da destpê kirin. Bi rêbazên şerê taybet siyaseta rizandina berxwedanê xist meryetê.

Ciwanekî ji Şêladizê ku cihê xwe nava Serhildanê de girtiye û ji ber xeteriya girtine naxwaze bê nasin ji ajansa me re derbarê siyaset û hevkariya qirêj a PDK û MÎT’ê axivî.

Befirehiya hevpeyvîna bi Ciwanê ji Şêladizê bi navê xwe K.M.H wiha ye:

“Ez xelkekî û ciwanekî ji Şêladizê me. Ev demeke dirêj dewleta tirk bi top û teyare xwe li gundên me didin. Xelkên me tên kuştîn û şehîd xistin. Xuya dike ku Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) hevparê wê ye, alîkarê wê yê herî sereke ye. Ji ber ku rê daye wan dagirkeran ji bo di axa me de di warê me de komkujiya çêbikin, qetlîaman pêk bine. Me vê yekê qebûl nekir. Li hemberî vê dagirkeriYê em rabûn me Serhildan çêkir. Êdî bombebarên bi top û teyrayan hatibû wê astê ku em êdî nema dikarîbû biçin ser erd û zewiyên xwe. Destûr ne dida me ku em jiyanek rehet jiyan bikin. Jiyana me xistiye tengaviyek mezin de. Em wek xelkên Şêladizê, ciwanên Şêladizê me vê yekê qebûl nekir. Û em rabûn ser piyan.

‘EM BI LÎSTOKÊN QIRÊJ ÊN PDK’Ê NAYÊN XANPANDIN’

Niha jî Partiya Demokrata Kurdistan dixwaze li dijî vê Berxwedana ku pêşket wek tolgirtinekê pêş bixe. Partî ev demeke bi planên xwe, bi siyaseta xwe ya qirêj dixwazin ciwanên me, lawên me, keçên me, bi pere, bi tayîn kirinê, bi maaş bi rêbazên ku xelkên me xirab dikin ji berxwedanê dûr bixe. Jixwe ev ne siyasetek nû ye, heta niha ev li ser me dimeşandin. Em wek Ciwanên Şêladizê me wan planên qirêj ên PDK’ê naskiriye, hemberî wan em nayên xapandin. Em ê zêdetir hemberî wan lîstokan rabin û qebûl nekin! Hemberî faşîzma dewleta tirk em ê Berxwedana xwe berdewam bikin. Heman demê em ê li dijî lîstokên qirêj ên Partî jî rabîn û Serhildanê bikin.

‘PDK JI BO ARMANCA DIJMIN A TUNEKIRINA BERXWEDANÊ DIXEBITE’

Niha xelkê me nema dikarin behsa dagirkeriya tirk bikin, ji ber ku ji aliyê Partî ve tên girtin. Kî behsa plan û lîstokên qirêj ên Partî bikin, tên girtin an jî tên lêdan. Heta zindanê diçe. Li milên din jî bi rêbaza exlaq tên xistin û xelkê me tên xirab kirin. Wan tiştana dihêle ku xelkê me bêdeng bimine. Wusa dike ku êdî em behsa Ax û Welat nekin, behsa dijmîn û qirêjên ku bi salane tên meşandin nekin. Wusa dike ku êdî Berxwedanî dernekeve. Partiya Demokrata Kurdistan vê dixwaze. Tiştê dijmin dixwaze Partî jî vê dixwaze. Ji bo vê banga me ji bo hemû xelkên Başûrê Kurdistanê, tevahî Ciwanên Başûr, Bakur, Rojhîlat û Rojava heta Ewrûpa ew e ku hemberî wan plan û lîstokên qirêj ên PDK’ê û dewleta tirk hişyar bin. Banga me ew e ku wan plan û siyaseta dijmin baş fêm bikin û li dijî vê rabin Serhildanê. Pêwiste kes wan siyaseta qirêj qebûl nekin û bi me re alîkar bin, bi me re hevkar bin. Ancax wusa em dikarin wan planên wan û kiryarên wan vala derbixînin. Ji bo em carek din war û axa xwe ji bo bav û kalên xwe re wegerînin.

‘MÎT DAXWAZ DIKE, PDK PÊK TINE’

Tiştên MÎT dixwaze pêk bine, Partiya Demokrata Kurdistan wê pêk tinin. Her planek, ango bernameyek ku MÎT an jî dezgehên sîxûrî ên dewleta tirk ku dixwazin ser xelkên me pêk binin, bi destê Partiya Demokrata Kurdistan pêk tê. Ew bi vê erkê bi vî karî radibin. Xelkên me yê berxwedêr ku bi sedan salan li dijî dagirkeriyên li ser Başûrê Kurdistanê hatiye meşandin, li hemberî vê hertim berxwedan an têkoşînek mezin raber kiriye. Niha jî dixwazin vê berxwedaniyê lazaw bikin. Ev lawazkirin û bêdengkirin herî zêde bi destê MÎT’ê tê kirin. Pêk anîna wê jî PDK pê re eleqedar dibe. Ji bo vê jî em xelkên xwe hişyar dikin. Hemberî xapandinên ku PDK li ser me, ser ciwanên me, bavên me, dayîkên me, xwîşkên me dikin, em baş nas bikin. Em wana baş şîrove bikin. Ji bo ku em nekin bin wan planên qirêj ên MÎT ku dixwaze li Şêlazdizê pêk binin. MÎT hertim dixwaze cihê ku lê Berxwedanî hatiye kirin, li wir lawaztî pêş bixe, wir bêdeng bixe. Berjewendiyên PDK’ê jî hene li wir, ji ber ku pere digrin. Li ser vî esasî PDK desthilatdar û dagirkeran digre. Em jî dibin qurbaniyên berjewendiyên PDK’ê. Yanî Partiya Demokrata Kurdistan ji bo berjewendiyên xwe me dikin qurbanî.

‘BI MADDIYATÊ DIXWAZE CIWANAN BIKE ÇETE Û DIJÎ GEL BIKAR BINE’

Niha jî Partî dixwaze ciwanan bigre bin çeka xwe, bi peran wan bigre aliyê xwe. Ciwanan bi peran mişul dike. Ev tarzê Partî niha dimeşine ji berê ve heye. Xelkê me an jî ciwanan bi peran bixwe ve giredan ji kevn tê kirin. Bi vî awayî dixwaze bine asta binxistine. Dixwaze bi riya peran an jî çekan bike ajanê xwe. Tiştên MÎT dixwaze bike, bi destê ciwanên ku bi wan ve hatiye girêdaye didin kirin. Partî dixwaze hêzek ajantî, sîxurtî, çekdarî ango hêzek çeteyî dixwaze ava bike. Û dixwaze vê hêzê dijî xelkê me gelê me bikar bine. PDK dixwaze ciwanên me xelkê me bi peran li dijî malbatên me bide şixulandin. Bila tu kes neye wan lîstokên qirêj ên Partiya Demokrata Kurdistan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leşkerên Tirk ên dagirker agir berdan daristanên Gabarê

Nivîsa Pêş

Ji bo destekdayina Kampaniya îmzeyan Tevgera Azadî Stand vekirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji bo destekdayina Kampaniya îmzeyan Tevgera Azadî Stand vekirin

Ji bo destekdayina Kampaniya îmzeyan Tevgera Azadî Stand vekirin

Jinên Ciwan Ên Rojava: “Bi Saya Jinên Ciwan Ên Perwerdekirî Û Rêxistinkirî Wê Civakekî Rast Avabibe”

Jinên Ciwan Ên Rojava: “Bi Saya Jinên Ciwan Ên Perwerdekirî Û Rêxistinkirî Wê Civakekî Rast Avabibe”

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.