Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

FLAŞ – Gerîllayan derbeke mezin li leşkerên Tirk ên dagirker dan: 31 dagirker hatin kuştin, gelek wesayît hatin îmhakirin

Gerîlayan li Heftanîn, Şemzînan û Cûdiyê derbên giran li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Bi qasî ku hate tespîtkirin 31 dagirker hatin kuştin û gelek wesayît jî hatin îmhakirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/06/2020 - 16:29
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 6 mins read
A A
FLAŞ – Gerîllayan derbeke mezin li leşkerên Tirk ên dagirker dan: 31 dagirker hatin kuştin, gelek wesayît hatin îmhakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayan li dijî tevgera dagirker a artêşa Tirk hin rêzeçalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin;

LI ŞEHÎD BÊRÎVANÊ SABOTAJ

Di 23’ê Hezîranê de saet di 16.00’an de hêzên me li Girê Şehîd Bêrîvan li dijî leşkerên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker mirine û 2 leşker jî birîndar bûne.

Di 25’ê Hezîranê de (îro) hêzên me li dijî leşkerên li qada Tepê Dûpişkê çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Îro saet di 07.00’an de hêzên me yên YJA Starê leşkerên ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn qada Şehîd Dêrsim xistine bin kontrolê û ji nêz ve li van leşkeran dane. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 3 milan ve li dijmin dane û di vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên me demekê cenazeyên dijmin xistiye bin kontrolê û nehiştiye ku balefir têkevin qadê.

Artêşa Tirk a dagirker ji êvarî û şûnde qadên Geliyê Pisaxa û Şeşdarê bi obus, helîkopter û balefirên şer bomberdûman kiriye. Îro jî di destê sibehê de li qada Şeşdarê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Agahiyên derbarê şer dema zelal bibin, wê werin eşkerekirin

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;

Di 22’ê Hezîranê de saet di 12.00’an de hêzên me li ser rêya di navbera qereqolên Xapûşkê û Silortê ya Şemzînana Colemêrgê li dijî wesayîteke dagirkeran çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît îmha bû, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 23’ê Hezîranê de saet di 06.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li qada Girê Şikêr a Şemzînanê li dijî dagirkeran çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û tankan li qadê dane.

3. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Agahiyên li ser çalakiyan wiha ne:

15’ê Hezîranê saet 21:00’ê Hêzên me yên YJA Starê li dijî konvoya zirxî ya leşkerî ya dagirkeran ku ji devera Korsê ya Kiça ku dikeve herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnex ber bi Şirnexê ve diketin rê çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de ku bi taktîka sabotajê li dijî wesayîteke kîrpî hate kirin de, wesayît bi temamî rûxiya. Di vê çalakiyê de 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Piştî çalakiyê jî hêzên dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin.

Hêzên me li dijî kesên xebatên rêyên leşkerî ya di navbera devera Dergûlê û Sefînê ya herêma Çiyayê Cûdî dikirin de ku li gel hêzên dagirker hevkariyê dikin bi dehê caran hişyarî kiribû. Hêzên me li dijî van kesên kontra ku hişyariyan li ber çavan negirtine 16’ê Hezîranê çalakiyeke ya cezakirinê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin cezakirin. Her çendî dewleta TC’ê ya dagirker ev kes li ser çapemeniya xwe weke sivîl dabin nîşandan jî, ev kes li dijî gelê Kurd, xweza û gerîlayan li gel dijmin di nava hevkariyê de bûn û xwestine vê rastiyê veşêrin.

Dîsa 16’ê Hezîranê 4 wesayît, 3 kepçe, kamyonek ên ji bo xebatên rêyên leşkerî yên devera Navsera Cûdî kar dikirin hatine şewitandin û rûxandin. Kesên li vir carekî din ji aliyê hêzên me ve hatine hişyarkirin.

4. 15’ê Hezîranê li devera Tendurek a girêdayî navçeya Elbak a Wanê di navbera hêzên me û artêşa TC’ê de şer qewimîbû. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine cezakirin û birîndarkirin. 3 hevrêyên me yên bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin jî şehîd bûne.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Firat Dozger

Nav û Paşnav: Metîn Özer

Cihê jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayikê-Bav: Hacer – Mahmût

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Tendûrek- 15’ê Hezîrana 2020

Fırat – Metin Özer

Nasnav: Simko Sorkew

Nav û Paşnav: Muhsîn Arîfzade

Cihê jidayikbûnê: Banê

Navê Dayikê-Bav: Meryem – Mahmût

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Tendûrek- 15’ê Hezîrana 2020

Sımko – Muhsin Arifzade

Nasnav: Şervan Cûdî

Nav û Paşnav: Ferdî Yildiz

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayikê-Bav: Nûriye – Alî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Tendûrek- 15’ê Hezîrana 2020

Şervan – Ferdi Yıldız

Hevrêyên me Firat, Simko û Şervan li diijî hêzên qirker û mêtinger ji bo parastina nirxên gelê Kurd li cih û dîrokên cuda tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne. Hevrêyên me yên leheng ên bi heman arancê di nava têkoşînê de cih girtin, heta kêliya dawî ya şehîdbûnê jî bi erk û berpirsyariya rabûyîn di asta herî baş de bi cih anîne.

Hevrêyên me Firat, Simko û Şervan ê şehîd bûne ku derbên xurt li dijmin dane, di serî de ji bo malbat  û hemû gelê xw yê welatparêz ser sersaxiyê dixwazin, soza bicihanîna îdeal û siberojeke azad didin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bîlançoya 9 rojan a Heftanîn: 90 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 6 Helîkopterên Kobra derb xwarin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk gundê Kunemasî bombe dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirkeriya dewleta Tirk gundên Şêrawa topbaran dike

LEZGÎN - Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk gundê Kunemasî bombe dike

Di êrîşa balafirên şer ên dagirkeriya Tirk de 2 Şehîd û 8 kes jî birîndar bûn – NÛ BÛ

Di êrîşa balafirên şer ên dagirkeriya Tirk de 2 Şehîd û 8 kes jî birîndar bûn - NÛ BÛ

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 1’emîn Konferansa Kadroyên Ciwanên Neteweya Demokratîk hat li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.