Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Koordînasyona KJC: ‘Li dijî faşîzma Dehakan hertim berxwedan biserdikeve!’

Endama Koordînasyona KJC’ê Lêgerîn Artemetan, “Bi vê Newrozê re em ê biserkevin, berxwedana me wê biserkeve, Serokatî wê biserkeve. Bi vê biryardariyê em soz didin hemû gelê me ku em ê vê yekê bi rêxistin bikin û pêşengtiyê jê re bikin.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/03/2020 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
Koordînasyona KJC: ‘Li dijî faşîzma Dehakan hertim berxwedan biserdikeve!’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamên Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan (KJC) Lêgerîn Artemetan û Koçerin Botan ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku pêwiste ciwan Newroza 2020’an bi agirê serkeftinê pîroz bikin. Sala 2020’an ku wê di şexsê Kurdan ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn bibe sala serkeftinê, bi vî rihî pêwiste pîrozbahî pêk werin û her qad bi rihê Newroz bê dagirtin.

Endamên Koordînasyona KJC Koçerin Botan di axaftina xwe de Newroza 2020’an li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di şexsê şehîdên Newrozê li tevahî şehidan û li tevahî gelê Kurdistanê û gelê berxwedanvan pîroz kir.

AGIRÊ NEWROZÊ BU SEMBOLA BERXWEDANÊ

Koçerin Botan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wan xalan: “Em bawer dikin ku ev Newroz bibe Newroza berxwedan û serkeftinê. Ji ber ku rihê newrozê her wisa bû. Her bûye rihê serhildanê destpêka dirokê de hemû serhildanan mirov dinere dibîne ku bi Newrozan destpê dike. Em vê mîrasê aslinda ji dîrokê digrin. Em li dîroka xwe yê tevgera azadiyê binerin. Hemû berxwedanên destpêkê bi agirê Newrozê berxwedana xwe bilind kirin e. Newroza me ya destpêkê bi rihê şehîd Mazlum bû Newroza berxwedanê. Ji ber ku di zindana Amedê de dema ku heval Mazlum doğan 3 niftik şewitand û Newroz bi vî awayî bi bedena xwe pîroz kir. Wê demê bû nîşana berxwedanê. Bû mîrasekî ku her agirê Newrozê bilind bibe. Şopdarên Mazlum Doğan pir in. Wekî Zekiyan, Semayan ku gotin em ê bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê ji bo Newrozê pêxin. Ev bû nîşaneya ku bibin şopdarên şehîdên berxwedanê.

CIWAN ŞOPDARÊN MAZLUMAN E

Ji bo vê jî her newroz divê em bi vê awayî bigrin dest. Wekî ku em dest bi berxwedanê û serhildanê dikin. Em bi vî rihê tevdigerin û bikevin nav qadên Newrozê de. Ji ber ku ya ji me tê xwestin ew e ku bi taybet wek 2020’an de ev rih hîn zêdetir derkeve holê. Ji ber ku em dizanin ku ev sal wê bibe sala sekeftinê. Em ê bi vê salê serbikevin. Bi hemû awayan de. Berxwedana xwe ser bixînin. Ji bo vê jî divê em Newroza xwe bixin rihê serkeftinê. Li ser vê esasê divê bi taybet ciwanên kurd xwedî li vê newrozê derkevin. Vê berxwedana dîrokî di Newrozan de pêşketî lê xwedî derkevin. Bi taybet wek jinên ciwan û ciwanan divê agirê Newrozê li hemû qadan bixin qadên serkeftinê û rihekî ji nû ve ava bikin.

EM AGIRÊ NEWROZÊ VEGUHERÎNIN AGIRÊ SERKEFTINÊ

Îro dibe ku astengî li pêşiya me derkeve û em li qadan kom nebin. Lê rihê Newrozê nepêwîste ku li cihekî kom bibin û bi hejmarê ve nayê nivîsandin. Yek kes jî dema ku ev agir bilind bike, li hember dijmin dibe serî hildaneke û dijmin ji vê agirê ditirse. Taybet divê ciwan ev pêşengtî bikin û divê li qadan bi vî rihî newrozê derkevin qadan û xwedî li vê şoreşê derkevin. Xwedî li vê berxwedanê derkevin. Xwedî li vê serkeftinê derkevin ku em bikaribin vê rihê yek bikin. Dîsa dûbare ez Newrozê destpêkê li Serokatî pîroz dikim ji ber ku keda Serokatî di pêşketina Newrozê de heye. Îro jî em keda Serokatî dibînin. Dîsa li hemû şehîdên Newrozê û gelên ku berxwedanê dikin Newrozê pîroz dikim. “

Endama Koordînasyona KJC’ê Lêgerîn Artemetan, “Bi vê Newrozê re em ê biserkevin, berxwedana me wê biserkeve, Serokatî wê biserkeve. Bi vê biryardariyê em soz didin hemû gelê me ku em ê vê yekê bi rêxistin bikin û pêşengtiyê jê re bikin.”

NEWROZ HEQÎQETA DIROKA GELÊ KURD E

Lêgerîn Artemetan ku Newroza îsal wek Newroza serkeftinê bi nav kir axaftina xwe de ev tişt anî ser ziman: “Destpêkê Newrozê li Serokatî, Şehîdan, gişti Gelê cihanê û Gelê Kurdistanê pîroz dikim. Bi rastî ji bo me cejnekê giringe. Ji bo gelê Kurdistanê Newroz wek cejnek, wek kevneşopiyek berxwedanê ye. Kurdistan tucarî nebuye axek ku mirov bikare ziman, çand û kevneşopiyên xwe bi rehetî bijîn an jî nebuye welatekî azad. Girêdayî Newrozê jî ev tişt wusa bû, di tu demê de bi rehetî ev cejna serhildan û berxwedanê nehatiye jiyîn. Di dirokê de jî ji Kawayan heta Mazlum Doganan, li ser esasê gelê Kurdistanê her Newroz buye sedema berxwedanê ji ber ku li ser gelê Kurdistan hertim qetliam û qirkirin hatibû meşandin.

NEWROZ BERXWEDAN E

Ev cejn hertim bûye derfet da ku gel xwe birêxistin bike û derbasî berxwedanê bibe. Ji Kawayan heta Mazluman heta roja me ya îro ev Dehakana qet nehatiye guhertin. Dehakan hertim bi qirkirine û faşîzmê li ser gelê Kurdistanê dagirkirine meşandiye. Di çarçoveya jinên ciwan û tevahî ciwanên Kurdistanê jî Newroz sedema berxwedanê ye. Ev Newroz ji bo hemû kesan wê bibe sedema rêxistinkirine, pêşxistina hamleyan nû û berxwedanê. Ji bo Serokatî û gelê me ev sal wek sala azadiyê hatibû nirxandin. Li ser vî esasî me soz dabû hemû gelên cîhanê û bi vê biryardariyê ev sal destpê kiribû. Loma ji bo têkoşîna me bi hatina Newrozê wê rêxistinbuyinek û cejnek berxwedanê pêk were.

HÊZA KU LI DIJÎ DEHAKAN RABE CIWAN IN

Ev cejna berxwedanê ji aliyê ciwan û jinên ciwan jî wateyek xwe ya giring heye! Me vê Newrozê bi biryardariya ku em ê ji berxwedanê re pêşengtiyê bikin pêşwazî kir. Ji ber vê jî giringe ku jinên ciwan û tevahî ciwanên Kurdistanê bi erka xwe ya pêşengtiyê re rabin û li hemû qadên têkoşînê pêşengtiyê rola bilîzin. Ji ber ev berxwedan e, ji her berxwedanê re ciwan pêşengtî dikin. Ji aliyê me ve giringe ku li hemberî Dehakan û faşîzmê têkoşîn bidome û tucarî ji kedxwaran nebin bindest. Yê vê bindestiyê qebul nekin disa ciwan in. Yê pêşengtiya vê têkoşînê bikin jî disa ciwan in. Ev Newroz jî ji bo me wê bibe cejna berxwedanê ku li her qadê rihê serhildan pêşkeve û têkoşînê were asta herî bilind. Pêwiste biryardariyek mezin ya têkoşînê li dijî faşîzma Dehakan bê raberkirin.

EM SOZA TÊKOŞÎN Û SERKEFTINÊ NÛ DIKIN

Em di wê baweriyê de ne ku ev kevneşopiya berxwedanê her daîma bê domandin, li ku dibe bila bibe. Pêwiste berxwedana ku Kawayan û Mazluman li dijî Dehakan dabû nîşandan dîsa heman berxwedan derkeve holê. Me wek jinên ciwan û ciwanan bi biryardariya pêşengtiyê destpê kiriye û wusa dikin jî. Bi vê Newrozê re em ê biserkevin, berxwedana me wê biserkeve, Serokatî wê biserkeve. Bi vê biryardariyê em soz didin hemû gelê me ku em ê vê yekê bi rêxistin bikin û pêşengtiyê jê re bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 23’Ê ADARA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîlla: Mulkbûyîn, Winda Kirina Azadiyê Ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîlla: Mulkbûyîn, Winda Kirina Azadiyê Ye

Ji Pênûsa Gerîlla: Mulkbûyîn, Winda Kirina Azadiyê Ye

Di panoyên reklamê yên li Stuttgartê da afîşên “Azadî ji Ocalan ra”

Di panoyên reklamê yên li Stuttgartê da afîşên "Azadî ji Ocalan ra"

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.