Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li Şengalê hevkariya Dewleta Tirk-PDK’ê!

Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Dewleteke sosret e ku dîn, îman, mezhebê xwe nîne û dijminê mirovahiyê ye. Lê belê eger rola PDK'ê ya di êrişa li Şengalê neyê dîtin, wê rastî neyê fêhmkirin û bê nixumandin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/01/2020 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Li Şengalê hevkariya Dewleta Tirk-PDK’ê!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk careke din êriş bir ser Şengalê. Yek jê fermandarê YBŞ’ê 4 şervanên Êzidî qetil kir. Doh DAÎŞ’ê êriş dibir ser, îro jî dewleta Tirk êrişê dibe ser. Çawa ku ti hêza siyasî û leşkerî li ber êrişa DAÎŞ’ê ranebû, kes li ber êrişa dewleta Tirk jî ranebû; mîna ku mafê her kesî ye ku li Êzidiyan bixin. Ji vê yekê jî mirov fêhm dikin ku ev cîhan ji aliyê exlaqî û wijdanî ve çiqasî hilweşiya ye. Li Rojhilata Navîn ku ol, bawerî, nirxên civakî û çandî lê afirîne, wijdan û exlaq ketiye çi rewşê. Mîna Fîrewnan li her kesî hatiye; Eger Fîrewn hebin, Mûsa jî hene. Herhal ev Fîrewntiya Tayyîp Erdogan wê jê re nemîne.

Yê êriş bir ser Şengalê dewleta Tirk e, lê yên ku bêdeng man rêveberiyên Iraqê û herêma Kurd e. Iraq vê gavê bêxîret e ku dengê xwe lê bike. Dengê xwe lê bike jî wê ji Iraqê re bêjin ‘tu kî ye?’ Ma Tayyîp Erdogan beriya niha ji Haydar Abadî re ev gotin negotibû? Berpirsyarê esasî yê vê êrişê PDK ye. Naxwe PDK çima wê li pêşberî êrişeke ku li herêmeke pêşmerge jî lê ne bêdeng bimîne? Her kes bi ser dewleta Tirk ve diçe, lê belê kes ji PDK’ê re tiştekî nabêje ku berpirsyarê esasî yê vê êrişê ew e. Yê ku ev êriş teşwîq kir PDK ye. PDK bi rêya van êrişan hesabê wê yekê dike ku Êzidî wê YBŞ’ê, wê sîstema xwe ya xweser biterikîne û xwe biavêje hembêza wan. Yanî ji ber hesabekî qirêj êriş li Şengalê tê kirin û Êzidî tên qetilkirin.

Gelê Şengalê û hêzên YBŞ’ê dibêjin di vê êrişê de para nokerên xwecihî hene. Eşkere ye ku bi îstîxbarata cih, Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî hate qetilkirin. Mamê Êzidiyan Zekî Şengalî jî bi agahîdayina cihê wî hatibû qetilkirin. Hingî agahî hatibûn wergirtin ku îstîxbarata PDK’ê Parastinê hevkarî kiriye. Lewma MÎT a Tirk û Parast li Şengalê bi hev re dixebitin. PDK polîtîkaya xwe ya tasfiyekirina mûxalîfan bi destê hêzên cuda niha li Şengalê dixe meriyetê. Bi êrişên dewleta Tirk a dijminê Kurdan, hesabê wê yekê dike ku li Şengalê serdest be. PDK di nava hesabekî bi vî rengî yê qirêj de ye. PDK dibêje, tiştekî ne yê min be bila nebe yê Kurdan. Kurdayetiya PDK’ê ewqas e. Ev zîhniyet û polîtîka li her cihî bi şêweyê dijminatiya li Kurdan derdikeve pêşiya me. Li Rojava bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Li Bakur û Rojhilat bi vî rengî derdikeve pêşiya me. Di sala 1980’î de di tepisandina tevgera Kurd de li Îranê bi rejîma Îranê re tevgeriya bû. Li Efrînê jî bi vî rengî tevgeriya. Êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi piştgiriya ENKS’iyên pişta xwe dispêrin PDK’ê hate kirin. Beriya salekê yên ku pêwendiya xwe bi PDK’ê re hene, ji bo dewleta Tirk êrişî Rojava bike name weşandin. Her wiha nameyên Osman Ocalan ê dijminê Kurdan hatibûn bidestxistin ku bi destê PDK’ê ji dewleta Tirk û MÎT’ê re şandibû. Ji xwe eşkere bû ku dostê herî baş ê nameyan ê vî kesî MÎT e. Eşkere bûbû ku Nîzamettîn Taş bi parastin û agahiya PDK’ê bi MÎT’ê re hevdîtin kir, ji bo li Tirkiyeyê li dijî PKK’ê rêxistineke sîxuriyê ava bike. Endamên MÎT’ê yên hatin girtin di çapemeniyê de ragihandin, ji ber ku hêza wan kesan nîne, daxwazên wan cidî nehatin nirxandin.

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re di karaktera wê de heye. Di mijara êrişa DAÎŞ’ê de ya li ser Şengalê, dihate gotin, dibe ku PDK’ê hin bazarên cuda kiribin. DAÎŞ’ê di dema êrişa li ser Hewlêrê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku PDK li ser soza xwe nesekinî. Pêwîstî pê heye ku ev gotina DAÎŞ’ê bê zelalkirin, çima tiştekî wiha gotibû.

Yê ku niha li Şengalê li dijî YBŞ’ê, PADÊ, rêveberiya xweser û meclîsên Êzidiyan kar dike, yê ku dixwaze wan qels bike û xwe bi bandor bike PDK ye. PDK, kesên ku ji lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan hez dikin mîna dewleta Tirk bi gotina ‘terorîstiyê’ sûcdar dike. Li Şengalê jî li Rojava jî ji bo dewleta Tirk dike hedef. Dema ku bi Ewropiyan, bi DYE’yiyan, bi Rûsan û hêzên cuda re têkiliyê datîne, bi gotina ‘YPG, PYD, YBŞ PKK’î ne’ wan dike hedef. Bi Iraqê re di hemû hevdîtinan de dibêje ku YBŞ PKK’î ye û zextê li wan dike ku wan ji wê derê derxîne. Her wiha tê gotin ku di vê mijarê de şantajê li Iraqê dike. YBŞ’î, PADÊ’yî û meclîsa xweser a Êzidiyan ku li Şengalê bi gelek hêzan re di nava têkiliyeke dîplomatîk de ne, dibêjin ku PDK her kesî bi vî rengî li dijî wan sor dike.

Li pişt êrişên li Şengalê PDK heye. Bêguman dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Ji bilî Sûnîtiyê dijminê her baweriyê ye. Dewleteke sosret e ku dîn, îman, mezhebê xwe nîne û dijminê mirovahiyê ye. Lê belê eger rola PDK’ê ya di êrişa li Şengalê neyê dîtin, wê rastî neyê fêhmkirin û bê nixumandin.

Kurd niha li her derê li ser yekîtiya neteweyî nîqaş dikin. Yekîtiya neteweyî bûye daxwaza Kurdan hemûyan. Ji bilî PDK’ê piraniya tevgerên siyasî ji karekî bi vî rengî re amade xuya dikin. PDK zane ku polîtîkayên xwe yên heyî, hevkariya xwe ya bi dijminê Kurdan re nikare di nava rewşeke yekîtiya neteweyî de bike, lewma xwe nade ber yekîtiya neteweyî. Ji xwe yekîtiya neteweyî ji bo bidawîbûna têkilî û helwestên bi vî rengî yên zerarê dide Kurdan tê xwestin. Armanc afirandina têkiliyeke dîplomatîk a navbera hêzên siyasî yên Kurd e. Kongreya neteweyî jî beriya her tiştî wê li ser stratejiyeke neteweyî û dîplomasiyeke hevpar raweste. Bi vî rengî wê partiyên siyasî zerarê nedin hev û li dijî rêxistinên cuda kar nekin. Lewma PDK wê bikeve nava karekî bi vî rengî ya na, ev mijareke gumanbar e.

Gelekî girîng e ku bê eşkerekirin bê li Şengalê kê bi çi rengî hevkarî bi dewleta Tirk re kir. Naxwe êrişên bi vî rengî wê dewam bikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

XIDIR ALÎ ŞENGALÎ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2020’AN

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – Heqîqeta Civakî û fêweyên Xerîbketinê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – Heqîqeta Civakî û fêweyên Xerîbketinê

NIRXANDIN - Heqîqeta Civakî û fêweyên Xerîbketinê

Ji Pênûsa Gerîla: Mitala min neke Heval

Ji Pênûsa Gerîla: Ez hê jî bi jiyanê re diaxivim lê hûn?

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.