Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rojda Amed: Bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve ji nava me çû bin, lê belê bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/01/2020 - 14:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Rojda Amed: Bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin.

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Amed di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de şehîd hemû bi minetdarî bi bîr anî û komkujiya li Parîsê bi tundî şermezar kir.

Amed anî ziman ku dewleta Tirk di sala 2013’an de tengav bû, lewma xwest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hin hevdîtinan bike û got, “Ji ber ku Dewlet di gelek mijaran de xitimî bû. Pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî weke ku tê zanîn li Kurdistanê rêveçûna şer guhertibû û bi ruhê fedayî li qadên şer welê li dijmin hatibû kirin ku nikaribe xwe tevbide. Bi çalakiyên gerîla, bi taktîkên cuda yên çalakiyan dijmin gelekî tengav bûbû. Di vî şerî de dijmin windahiyên giran da.”

Amed bi bîr xist ku dewleta Tirk a tengav bûye xwest bi Ocalan re hevdîtinê bike û ji bo pêvajo bê guhertin dest bi avêtina gavan kir.

Amed got, “Rêberê me xwest bi rengekî rast vê pêvajoyê bişopîne û binirxîne. Ji bo pêkhatina pêvajoyê Rêberê me hin gav avêtin. Di demeke wiha de ku bi Rêberê me re hevdîtinên krîtîk hatin kirin, Komkujiya Parîsê kirin. Ji aliyekî ve xwestin bi Rêbertî re hevdîtinan bikin, li aliyê din jî komkujî xistin dewrê. Bêguman divê hedef û wateya vê yekê baş bê fêhmkirin. Ji aliyekî ve hevdîtin hebû, lê li aliyê din sê hevrêyên me yên jin bi rengekî namerdî şehîd xistin. Bi Komkujiya Parîsê re xwestin pêvajoya çareseriya siyasî ya ku Rêberê me da destpêkirin sabote bikin.”

‘SARA ÇANDA BERXWEDANÊ YA DERSIMÊ BÛ’

Amed destnîşan kir ku li gel vê yekê jî Ocalan bi biryardariyeke mezin hewl da pêvajoyê bimeşîne û got, “Rêber Apo bi têkoşîna xwe nîşan da ku ti tişt nikare me qels bike û di vê çarçoveyê de nêzî pêvajoyê bû.”

Amed ragihand, qetilkirina her sê hevrêyên wan ji bo tevgera jinê windahiyeke giran bû û got, “Rêbertî ji bo hevala Sara digot, ‘Têkoşîna Sara têkoşîna min e’. Dema ku ev komkujî pêk hat Rêberê me li ser komkujiyê nirxandinek kir û destnîşan ki rku ev komkujî li dijî gelê Dersimê komkujiyeke duyemîn e. Hevala Sara ji Dersimê bû û ji çanda berxwedanê ya Dersimê hatibû. Dibe ku mînaka herî mezin a zindî ya vê çanda berxwedanê bû.”

Amed destnîşan kir ku di kesayetiya Sara de hewl dan derbê li jin ên azad û berxwedêr bixin û got, “Bi vê gavê re xwestin hem derbê li Rêbertî bixin, hem li tevgerê hem jî li tevgera jinê bixin. Ji ber vê yekê ev êriş ji aliyê dijmin ve bi berfirehî hate hesabkirin û ji bo derbeke giran li tevgera me bixin hate kirin.”

‘ROJBÎN Û RONAHÎ PÊŞENG BÛN’

Amed ji bo kesayetiyên têkoşer ên Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) jî got, “Hevala Rojbîn di asteke girîng de karên civakî û dîplomatîk dikir. Hevala Rojbîn bi sekn, tevlîbûna xwe û lêgerîneriya xwe ya ji bo gelê xwe dihate naskirin. Li ser vê bingehê têkoşîneke rast dimeşand. Bêguman bi vê êrişê re xwestin derbê li karên dîplomasiyê jî bixin. Hevala Ronahî hevaleke ciwan bû, bi coşeke mezin a ruhê şoreşê li qadên ciwanan dixebitî. Hevala Ronahî bi sekna xwe pêşengiya şoreşgerî ji ciwanan re dikir.”

‘EM BI ŞEHADETÊ QELS NABIN’

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rojda Amed di dawiya axaftina xwe de got, “Hevala Sara bi jiyan, têkoşîna xwe ji bo me pîvana jiyana azad e. Rastiya wê ji bo me pîvana berxwedan û têkoşînê ye. Bi vê êrişa namerdî re dibe ku dijmin hevala Sara bi awayekî fîzîkî ji nava me biribe lê belê bi hezaran Sara, Leyla û Fîdan derketin holê. Bi hezaran milîtanên fedayî hene ku li ser şopa wan dimeşin. Dijmin ti carî bi şehadetan nikare me qels bike. Piştî her şehadetê hêrsa me ya li dijî dijmin zêdetir dibe, daxwaza me ya ji bo têkoşînê xurtir dibe û biryardariya me mezintir dibe. Em tevgereke welê ne ku bi van nirx û hestan hene. Dijmin çiqasî bi rengekî qirêj êriş dike bila bike, xeta me ya berxwedanê ya li ser şopa şehîdan mezin dibe her tim bersiva pêwîst da, wê bide. Çi dibe bila bibe em ê li dijî êrişan hemûyan li ber xwe bidin û li ser şopa şehîdan her bimeşin. Bi navê gerîlayên YJA Starê bersiva me wê her tim mezinkirina berxwedan û têkoşînê be. Em ê mîrateya berxwedanê, ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi şer û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Bi sekneke hîn bi xurt û bi ruhekî fedayî em ê beşdarî têkoşînê bibin, tola şehîdên xwe hilînin û bi xurtkirina berxwedanê bi ser bikevin.”

Parve Bikin27TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Eyn Îsa û Girê Spî dikin

Nivîsa Pêş

Fermandarên HPG’ê: 2019’an de derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker hate xist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Fermandarên HPG’ê: 2019’an de derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker hate xist

Fermandarên HPG'ê: 2019'an de derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker hate xist

PKK’ê salvegera ‘Şoreşa Rojava’ pîroz kir

PKK: Berpirsyarên Komkujiya Parîsê hîn nehatine darizandin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.