Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir: 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê bîlançoya şerê sala 2019'an eşkere kir. Li gorî vê yekê 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin, 34 wesayitên zirxî hatin îmhakirin û derb li 7 helîkopteran hate xistin. 456 gerîla jî şehîd bûn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/01/2020 - 11:27
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir: 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir.

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

” Sala 2019’an ku ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê weke saleke gelekî girîng cihê xwe di nava dîrokê de girt, ji bo gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê me bû saleke ji berxwedana topyekûn a li dijî zext û êrişên dewleta TC a faşîst.

Rejîma AKP-MHP’ê ya qirker faşîst ku li her çar parçeyên Kurdistanê dixwaze destketiyên dîrokî yên gelê me ji holê rabike, di sala 2019’an de hêza xwe bi temamî seferber kir û hewl da konsepta xwe ya şerê qirêj girantir bike. Li dijî vê zîhniyeta faşîst a ku rûmeta mirovan ji nedîtî ve tê û li dijî gelê Kurd her şêweyên komkujiyê rewa dibîne, Tevgrea Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî bêeman li ber xwe da. Desthialtdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi îdîay qedandina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi sala 2019’an kir, lê derbeke giran xwar û windahiyên mezin da. Li dijî hêza teknîkî ya artêşa TC gerîlayên Kurdistanê bi taktîka dema nû bandora xwe ya di şer de zêde kirin û derbên giran li artêşa Tirk xistin. Dewleta TC a faşîst ku hewl dide rastiya şer veşêre û bi dek û dolaban rewşa xwe ya têkçûyî veşêre bi şerê psîkolojîk ê li ser medyayê meşandî nekarî encamên rast ên şer veşêre û bi belgeyan têkçûyîna leşkerên Tirk a li pêşberî gerîla li tevahiya dinyayê hate ispatkirin. Mînakên herî berbiçav ên vê yekê jî bi dehan dîmenên şer e ku gerîla qeyd kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şerê li Kurdistanê bi rengê herî rast û vekirî ji raya giştî re ragihand û rastiya şer bi gelê me yê hêja re parve kir.

DEWLETA TC DERBEKE GIRAN XWAR

Li ser bingeha gerîlatiya sedsala 21’ê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hewl dan li gorî ruhê dema nû rêbaz û taktîkên nû bixin meriyetê û di sala 2019’an de xaka Kurdistanê parastin, rê nedan artêşa TC a dagirker û derbên giran li dijmin xist. Di serî de berxwedana Xakurkê ji Zap-Zagrosê heta Serhed, Botanê û herî dawî berxwedana Cenga Heftanînê bi berxwedana gerîla ya li her herêma Kurddistanê derbên giran li dewleta TC a dagirker hate xistin û hate têkbirin. Di nava pêvajoya berxwedanê ya sala 2019’an de têkoşîna me ya azadiyê her bi pêş ve çû, bi rengekî mezin li ber xwe da, mêtingerî û faşîzma dewleta TC têk bir û li bin xist.

Sala 2019’an di heman demê de ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê saleke ji berxwedanên mezin û lehengiyan bû. Berxwedana me bi milîtanên pêşeng ên bi ruhê fedayî yên Apoyî bi pêş ket û di serî de hevrê Helmet hevrêyên fermandar ên leheng Çîçek, Fîkrî, Hêlîn, Evîn, Botan, Sînan, Demhat û Cemîl pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Berxwedana me ku bi pêşengiya şehîdên me yên leheng xurt bû, êrişên dewleta TC a faşîst hemû tevizandin, çeperên xwe parastin, di şer de nûbûn afirandin û bingeha têkoşînê gihand asteke bilind.

EMÊ SALA 2020’AN BIKIN SALA TÊKÇÛNA TIFAQA AKP-MHP’Ê

Di têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê de sala 2020’an wê weke sala serketinê cih bigire. Ji niha ve tê dîtin ku ji bo hêzên şoreşger wê bibe saleke ji destketî û avantajên mezin û bi vî rengî di dîrokê de cihê xwe bigire. Rastiyeke ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku navenda xwe li Rojhilata Navîn e wê bi şêweyên cuda dewam bike. Di vî şerî de yê bi ser bikeve wê nîjadperestî, neteweperestî, dîktatorî nebe; wê yên ku xwedî zîhniyeta demokratîk a xwe dispêre gelan û civakê, yên pêşniyarên çareseriyê yên rast dikin bi ser bikevin. Li ser bingeha têkoşîna azadiyê ku bi fermandariya partiya me PKK’ê bi danheviya 42 salên têkoşîna serketinê em dimeşîne, wê sala 2020’an bike sala têkbirina tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst. Sala 2019’an ji bo têkoşîna me ya azadiyê bû saleke berxwedanê ya berfireh ku danheviyên girîng û mezin hatin afirandin. Ji bo me wezîfeyeke şoreşgerî ye ku em rastiyên di şer de bi raya giştî parve bikin. Li ser vê bingehê em bîlançoya şerê sala 2019’an bi rêzdarî bi raya giştî re parve dikin:

BÎLANÇOYA ŞERÊ 2019’AN

Operasyonên hewayî û bejahî yên artêşa TC a dagirker:

Operasyonên bejahî: 117

Êrişên bi balafiran: 620

Êrişên bi helîkopterên kobra: 49

Êrişên bi hawan, obus, tank û topan: 321

Çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên artêşa TC a dagirker û encamên wan:

Çalakiyên gerîla: 339

Dijminên hatin kuştin (polîs, leşker hwd.): 1.220

Payebilindên hatin kuştin (polîs, leşker hwd.): 20

Dijminên birîndar (polîs, leşker hwd.): 266

Wesayitên leşkerî yên hatin îmhakirin (Zirxî): 34

Wesayitên sivîl ên ji bo armancên leşkerî hatin bikaranîn: 27

Wesayitên leşkerî yên derb li wan hate xistin (Zirxî): 34

Helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky ên derb li wan hate xistin: 7

Şer: 64

Çalakiyên encamên wan nehate zelalkirin: 121

Hevrêyên me yên dîl ketin destê dijmin: 6

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 456

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi hevjîna wî ya girtî gef lê xwarin

Nivîsa Pêş

Gelê Kobanê careke din li dijî dewriyeya hevbeş derket

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Gelê Kobanê careke din li dijî dewriyeya hevbeş derket

Gelê Kobanê careke din li dijî dewriyeya hevbeş derket

LEZGÎN – Li Stenbol û Bûrsayê “Çalakiyên ji Agir”

LEZGÎN - Li Stenbol û Bûrsayê "Çalakiyên ji Agir"

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.