Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ji Pênûsa Gerîlla: Kenê Zarokên Vî Welatî Dibe Kabusên Xewnên Wan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/12/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Kenê Zarokên Vî Welatî Dibe Kabusên Xewnên Wan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Ew nêrînên wekî tîr kevanên hemû astengiyan derbaz dike û xwe digihîne nava dilê min, bi êşa heskirina van nêrînên we yên bi wate dixwazim bibim av û biherikim cihê dilê min lêdixe. Dixwazim bibim bahozek ku ji hemû çavên li benda rêwîne, bibim stran. Dixwazim bibim bilorek hemû çûk û zarokan li derdora xwe bicivînim. Dixwazim bibim jinek xwe li dilê we hîs bikim.  Dixwazim bibim ciwanek xwe li nava kenê Evrîm Demîr, Mistefa Malçuk, Mislim Dogan veşêrim. Dixwazim bibim demsalek û azadiya we lê binexşînim. Dixwazim bibim tava heyva ku min tê de penaberiya xwe lê nas kirî. Dixwazim bibim lorîna dayîkek dil şewat. Dixwazim bibim çiyayek şervanên azadî ku xeyal û hêviyên xwe lê dixemilîne.

Dixwazim bibim şervanek heyfa we ji hemû bêbextiya hilînim. Dixwazim bibim lêhiyek berbi we ve biherikim. Dixwazim bibim findek li nava şevên tarî yên li derdora we. Dixwazim bibim sernivîs û şahid ji hemû kêliyên we yên bi wate re. Dixwazim bibim pênûsek ji dilopên pênûsên we. Dixwazim bibim xwedî kesayet ku di dadgeha mirovahiyê de ji mirovê azad re şahidiyê bikim, bi heyecan û coş têbikoşim. Dixwazim bibim agir û hemû gemariyan bi şewitînim. Dixwazim bibim qêrînek hemû bêdengiyan biçirînim. Dixwazim bibim kenê li ser rûyê rojê. Yên ji bo rûmeta xwe jiyana xwe nafiroşin. Dixwazim bibim întîqama 35 ciwanên rêwîtiya wan di nivî de mayî. Ew mexdurê polîtîkayên birçîmayînê bûn, ji bo bîdonek mazot û çend paketê çixare jiyana xwe ji dest dane.

Jiyana li ser sînoran bi zor û zehmetiyan tijî ye. Yanî jiyanek bi tirsa mirinê tê strandin. Belê hemû stran, çîrok û serpêhatiyên Kurdan, jiyan û berxwedaniya wan li hemberî împaratoriya zilmê îfade dike. Di dîrokê de Kurd hertim ji paş de hatine lêxistin. Vê carê ew xencer li  Roboskî li dilê Kurdan ket. Îro dîsa mirovahî û dîrok ji komkujîyên din re bû şahid. Ew hîn ciwan bûn û mirinek bi vî rengî heq nekiribûn. Ew di bihara temenê xwe debûn.

Her yek ji wan çîrokek xwe hebû. Ji bo şevên tarî ronî bikin, mazot dibirin ku di tarîtiyê de hêviyên azadiyê şitil bidin. Ji bo ken û keyfxxweşî diyariyê dayîk, bav, xwişk û birayên xwe bikin, berê xwe didin zorahiyên sinirê Iraq û Tirka. Ma gelo, ne ji bo yên li benda alîkariyek û yên li benda hêviyê bûn ku dikarî berê xwe bide zor û zehmetiyên sînorên ku bi bûyerên ne diyar tijene. Belê, ma gelo ji bo kesên dibêjin em mirovên xwedî pîvan in, ne şerme ku li himberî komkujiyekî bi vî rengî bêdeng dimînin? Gotinek bav û kalan heye dibêje, ‘‘dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye….’’

Em di sedsala 21. an de bin jî, mirovên bê tewan bi çekên kimyewî tenê kuştin û şerma herî mezin jî wek ku ev bûyer ji rêzê û xwezayî be didin nîşan kirin. Ji ber ku wan ciwanan wekî bav û kalên xwe neketin pey jiyaneke bêrûmet, neketin nava pergala cerdevaniyê, tenezul nekirin ku xwe li ser keda hinekê din bidin jiyan kirin, berbi mirinê de hatin terikandin. Dijminê me ji derveyî mirinê ti mafê din ji mere nade.

Wan ciwanan, pîvana dilekê dewlemend û jiyanek bi rûmet ji bo xwe esas digirtin. Malê dinyayê ji wan re nexem bû. Gotinek ya bav û kalan heye dibêje, ‘‘malê dinê, gemara desta ye. Her ku destê xwe dişû, ew jê diçe…’’ Ew ne di ferqa biryara mirina xwe de bûn. Bi biryar berbi xeyalên xwe de, ber bi bêdawî bûnê ve diçûn. Neyaran ji zû de bi plansaziyeke gemar fermana ku stêrkên wan ji asîmana şîn bi şemitînin dabûn. Wan ewrên reş kom dikirin û li ser xewn û xeyalên bi rengê berfa spî barandin. Li ser hêviyên wan reşandin.

Qêrîna wan ciwanan asîmana kun dikirin ku hewara xwe bigihînin xwedawenda dayîkê. Lê, lêxistina firokan dengê wan di bêdengiyê de hiştin. Ma gelo, ew qêrîn qet tevûzek nexistin hestiyê xudayên desthilatdaran? Sedsala em tê de jiyan dikin, sedsalek ku xwe bi demokrasî, maf û azadî pênase dike. Lê belê, em dikarin bêjin dibe ku jî ev sedsal sedsalekî herî zêde mirovahî û bi taybetî jî gelê Kurd ji mafê wan têne merhum hiştin û koletî li ser wan têne ferz kirin. Bila dijminê faşîst baş bizanibe wê yek ferdê Kurd ti caran bêrumetî ji bo xwe qebul neke. Ev tekoşîna hebûnê ye ku îro gelê Kurd ji bo wê canê xwe didin. Ev berxwedanî tirs û xofê dixe dilê wan dijminan. Dijmin nekarî ew sirê hebûnê qebul bikin. Fêrî Kurdê berê bûne ku xulamiya wan bikin.

Kenê zarokên vî welatî dibe kabusên xewnên wan. Ji bo vê ye xudayên ji zarokan ditirsin, fermana wan zarokan didin dixwazin neviyên Iştaran dibin siha şurê xwe re derbaz bikin. Ev şer ne tenê şerek, ev şer îfadeya şerê xwedawendan li himberî zilm û zordestî xudayên rûpûşa wan ketine îfade dike. Em dixwazin careke din dest nîşan bikin ku wê ti zor û zehmetî beden me ji tekoşîna azadiyê durnexe. Her êrîşek li ser bingeha tinebûnê, me ji herdemî xurttir dike. Em carek din sonda xwe ya xwedî li xewn û xeyalên wan derbikevin didin.

Axîn CUDÎ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayê HPG’ê Agirî Stêrk li Hambûrgê hate bibîranîn

Nivîsa Pêş

Jiyan Çima Bi Wate Ye?

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jiyan Çima Bi Wate Ye?

Jiyan Çima Bi Wate Ye?

Nêrîneke Giştî Li Ser Qirkirina Jinê –I

Nêrîneke Giştî Li Ser Qirkirina Jinê –I

Manşet

  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.