Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Doza Nisêbînê: Ne me kir, hemû tişt we kir!

Piştî sûcê şer ê giran ku dewleta Tirk li Nisêbînê kirî, doza 2 mexdûrên ku têne darizandin berdewam kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/12/2019 - 15:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Di doza Nisêbînê de ceza û şermezarkirin
ParvekeTweet

MÊRDÎN – Firat Çîftçî yê di Doza Nisêbînê de cezayê muebata giran û 29 sala cezayê girtîgehê lê hat birîn, xwe parast û got: “Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike.”

Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesan ên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn, di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn destgîrkirin dûre hatin girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna 2 kesên ku dosyayên wan ji hev hatibûn cuda kirin îro hatin dîtin.

Destpêkê danişîna Hêvîdar Ozdemîr hat dîtin. Danişîn piştî tespîta nasnameyê bi xwendina mutalaaya dozgerê dozê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya derbarê Ozdemîr de aşkere kir. Dozger xwest ku Ozdemîr bi cezayê muebeta giran bê cezakirin.

Dûre parêzerê Ozdemîr ji bo parastinê dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîna Ozdemîr taloqî 13’yê Sibata 2020’an kir.

‘JI BER KU MIN JIYANA AZAD PARAST, EZ LI VÊ DERÊ ME’

Dûre danişîna Firat Çîftçî hat dîtin. Çîftçî ji Girtîgeha Bandırma anîn û di salona danişînê de amede bû. Firat Çîftçî dest bi parastina xwe kir û wiha axivî: “Du sal in têm darizandin. Yekemîn car e ku parastina xwe dikim. Ev du sal in têm dadgehê û diçim. Berê jî, min bi dehan caran got ev şande û dadgeh ne serbixwe ne. Li gel vê yekê jî, em bi heman helwestê û şandeyê re dewam dikin. Ji ber ku min daxwaza rêveberiya xweser a demokratîk kir û jiyana azad parast ez îro li vê derê me. Ez tu carî ne poşman im. Tu qîmetê cezayê ku hûn bidin min nîne. Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike. Îro, Erdogan diçe kîjan welatî, di rojeva wî de tenê Kurd hene. Ji ber ku ji kurdan ditirse, wan evqasî dike rojev. Lê em hewl nadin ku kesî bitirsînin. Çawa ku em ji kesî natirsin, em naxwazin ku kesek jî ji me bitirse. Em dixwazin bi çand û exlaqê xwe bi awayekê azad bijîn. Dixwazin me înkar bikin, bi tang û topan encamê bigirin. Gelo karin bi van PKK’ê biqedînin? Niha li her derê têkoşîn dewam dike. Wê dewam bike jî. Dibêjin ku Kurd û Tirk xwişk û biran e. Lê di rastiyê de, pîvan û exlaqeke xwişk û biratiyê jî heye.”

‘PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA PARGALÊ YE’

Çîftçî, bal kişande ser rengê darizandina xwe û wiha dawî li parastina xwe anî: “Darizandina li vir şanoyek e. Ma hûn wisan difikirin ku em ê van cezayan ji bîr bikin? Bi îdîa û îfadeyên tewş hûn me ceza dikin. Yên ku jina 70 salî dayika zarokan li Nisêbînê dan ber guleyan ma ez bûm? Yên ku cenazeyê Dayika Taybet li Silopiyê bi rojan li kolanê hiştin me ez bûm? Na ne ez bûm. Ev hemû kirînên we ne. Ceza bidin min û tola xwe ji min bigirin. Li her dervera cîhanê mirov dimirin. Pirsgirêka sereke pirsgirêka pargalê ye. Ev hişmendî êdî nabe çareserî. Pergala ku hûn weke terorê dibînin, pergala konfederalîzmê ye. Çiyê vê sûc e? Hûn jî baş dizanîn ku ev ne sûc e. Cezayê ku hûn bidin min jî, wê ne li gorî wijdan, exlaq, çand û nirxê civakê be.”

Şandeya dadgehê piştî parastinê navber da û dûre cezayê muebeta giran û 29 sala cezayê girtîgehê li Çiftçî birî.

BERÊ JÎ LI 31 GIRTIYAN CEZA HATIBÛ BIRÎN

Şandeya dadgehê heta niha der barê 29 kesan de biryar dabû. Heta niha dadgehê derbarê Yasemin Erkol 10 sal, Ozgur Sevim cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, derbarê Sadık Tan, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatip Oyman de muebbeta giran û 18 sal, derbarê Ercan Dolaşır de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, derbarê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, derbarê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, de barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, derbarê Dilber Tanrıkulu de muebbeta giran û 26 sal, derbarê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, derbarê Ramazan Eroglu de jî 2 muebbetê giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn, ji bo Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal cezayê girtîgehê û ji bo Resûl Ergun jî 3 caran muebata giran û 27 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

Şandeyê derbarê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dilan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-e 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê  cezayê miebelê û 11 sal li Huseyin Bag rastî  cezayê miebetê û 18 sal li  Zehra Kaya û 21 sal û 7 meh ceza li Fatma Aslan birî Bûn.

DOSYEYA 2 GIRTIYAN HATIBÛ GIRTIN

Ji girtiyan dozê Medya Çınar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevditînê serî li dozgeriyê dan

Nivîsa Pêş

Mûrat Kaya ê ku leşkerên dagirker ên Tirk ew qetil kiribû, birayên wî hatin binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Mûrat Kaya ê ku leşkerên dagirker ên Tirk ew qetil kiribû, birayên wî hatin binçavkirin

Mûrat Kaya ê ku leşkerên dagirker ên Tirk ew qetil kiribû, birayên wî hatin binçavkirin

LEZGÎN – Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê li leşkerên Tirk ên dagirker dan

LEZGÎN - Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê li leşkerên Tirk ên dagirker dan

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.