Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Têkoşîna hevpar a jinan bi yekîtiya hevpar dibe

KJK: Bi rêxistiniyên hevpar û bi avakirina sîstemeke jinê em dikarin têkoşîna azadiyê ya jinan bi ser bixînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/11/2019 - 11:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – KJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand û bang li jinên dinyayê bi taybetî jinên Kurd kir ku têkoşîneke hevpar bikin, yekîtiya jinê biafirînin, bi vî rengî li ber tundiya li jinê rabin û tevlî çalakiyan bibin.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ew di demeke girîng de ne ku ji bo tevger û têkoşînên azadiyê yên jinan destketiyên girîng hatine afirandin, lê di heman demê de metirsiyên giran jî hene.

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir, bi sekn, berxwedan û karê hêzên azadiyê û jinan wê diyar bibe ku sedsala 21’ê wê xwedî karekter û rêveçûneke bi çi rengî be û diyar kir, “Nekirina tiştekî û bendemana bi gotina ‘ji xwe bûyer diqewimin, pêşketin pêk tên’ tê wateya xapandina xwe û jidestdana demokrasî azadiyê. Azadî û demokrasî bêberdêl ti carî pêk nayê. Bêyî ku mirov xwe bitehibîne, bendewariya ji bo rêveçûneke baş tê wateya mehkûmbûna li koletiyê.

ERDOGAN XWE KIR LÎDEREKÎ FAŞÎST Ê GLOBAL

Serkêşê dewleta Tirk Erdogan bi polîtîka û siyaseta xwe xwe kir lîderekî faşîst ê global. Ji ber vê yekê hem li welêt hem jî li derveyî welat xwîn, rondikên çavan, êşkence, girtin, înfaz, êrişên dagirkeriyê, bêhiqûqî, nelirêtî, koçberî, bêedaletî, xizanî dibe her devera ku xwe digihîne wê deverê. Xwînê diniqutîne her deverê. Di rewşeke welê de ye ku terorê dibe her deverê, şantajê dike, bi gotin û pratîka xwe êriş dike. Pişta xwe dispêre DAÎŞ’ê û bi vî rengî hewl dide ku împaratoriya Osmanî, xîlafetê bîne Rojhilata Navîn. Herî dawî Baxdadî li herêma di kontrola Tirkiyeyê de bû hate kuştin. Bi xwe anîn ziman ku xanima Baxdadî û derdora wî demeke dirêj li bin kontrola dewleta TC’ê debûn.

Desthilatdariya li hemberî me desthilatdariya herî qirêj, êrişkar û mêtinger a dîroka Tirkiyeyê ye. Lîderê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû mîna endamekî veşartî yê vê tifaqa faşîst beşdarî hemû biryarên stratejîk ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bû yên li dijî Kurdan. Derd û daxwazeke xwe nîne u civak di nava sîstemeke demokratîk û wekhev de bijî. Tenê derdekî xwe heye; dixwaze li ser CHP’ê bimîne. Ji bo vê dixebite. Kiliçdaroglû demagojiyê dike. Her tim bi kevneşopiya dewletê ya kujer re tevdigere û weke parçeyekî wê dixebite.

Polîtîkayên desthilatdariya faşîst û Erdogan ên dijminatiya li jinan baş tê zanîn. Di nava ti serdemên desthilatdariya dîroka Tirkiyeyê de ewqasî ji jinên ku azad dibin, civakî dibin û li ser piyê xwe ne aciz nebûbûn, hêrs nebûbûn û êrişî wan nedikirin.

BI RENGEKÎ PLANKIRÎ CIVAK TÊ RIZANDIN

Mînak; li Tirkiyeyê tenê di meha Cotmehê de hejmara jinên hatin kuştin 38 kes in. Destavêtin li zarokan jî bi heman rengî ye. Bêexlaqî, întixar, bêwijdanî, belavkirina narkotîkê li nava jin û ciwanan, sîxurkirin, rizandina civakê ti carî ewqasî bi plan, bi rêk û pêk nehatibûn kirin. Kujerên jinan tên berdan. Li gorî ‘rewşa baş’ cezayên wan tên kêmkirin. Di serî de mafê jinan ên li qada hiqûqê, nefeqe, kurtaj, mafên di peymana jinan a Stenbolê de hatin destnîşankirin, ji holê rakirina sîstema hevserokatiyê, êrişên mezin dibin ser destketiyên jinan hemûyan. Li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên siyasî yên jin li zindanan hene. Jin û zarok beşên herî xizan, bêperwerdehiştî, ji mafên civakî bêsûd hiştî yên li Tirkiyeyê ne. Her wiha bi guhertinên hiqûqî yên li dijî jinan, bi qanûnan û fetwayan hewl didin ku koletiyê rewa bikin.”

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku polîtîkaya civakî û siyaseta hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welat tê meşandin dibin sedema komkujî û mirinan û diyar kir, “lîderê faşîst ê global ê dewleta TC Erdogan, hewl dide van polîtîkayên xwe yên dijminê jinê û civakê, her wiha êrişên xwe yên dagirkeriyê li Rojhilata Navîn belav bike. Li Kurdistanê şaredariyên HDP’î desteser dike, waliyên mêtingeriyê tayîn dike û nikare xwe li nêrîn û nêzîkatiyeke biçûk a mûxalîf jî tehemûl bike. Tevî vê yekê bi çeteyên xwe yên DAÎŞ’ê êriş bir ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yanî êrişeke mezin a qirkirin, dagirkeriyê li dijî Kurdan, Ereban, Suryaniyan, Asûriyan, Ermeniyan, Tirkmenan, Êzidiyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di vê êrişê de mîna Hemrîn Xelef û Dayika Aqîde bi sedan sivîl qetil kirin.

SAZIYÊN DEWLETÊ JINAN DIKIN HEDEF

Dîktatoriya Erdogan ku dijminê jinan e di hedefa jinên dinyayê hemûyan de ye. Li her devera dinyayê sazî û amûrên dewletê ku berhemek ji mejiyê mêre jinan dikin hedef. Tundiya li dijî jinê rêbaza hebûnê ya dîrokî ya sîstema mêre. Bikaranîna tundiyê li dijî jinan ji bo astengkirina potansiyela azadiyê, enerjî û nêrîna jinê ye, ji bo qedandina wê ye, bêdengkirina jinê ye û ferzkirina daxwazên mêr hemûyane. Lewma cewhera sîstema kapîtalîst modernîst dijminatiya li jinê ye, tundiya li jinê ye.

Ji ber vê yekê jin divê bi xurtî tevlî çalakiyên roj û hefteya têkoşîna li dijî tundiya li jinê yên li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê bibin.

JIN BI RENGÊ XWE LI DIJÎ SÎSTEMÊ TÊDIKOŞIN

Di heman demê de gelekî girînge ku çalakiyên di 25’ê Mijdarê de bên kirin veguherin têkiliyeke mayinde û têkoşîneke domdar. Ji bo vê jî pêwîstiya jinan bi bername û stratejiyeke hevgirtî ya demkurt û demdirêj heye. Lewma têkoşîna me her rojê ye. Di her kêliyê de ye. Di qadên aborî, siyasî, civakî û xweparastinê de em jin bi afiradina rêxistiniya xwe, bi rêvebirina xwe bi xwe û bi reng û rêxistiniya xwe ya li dijî sîstemê dikarin her roj û her kêliyê tebikoşin û bi rêbazên afirîner dawî li tundiya li dijî jinê bînin. Têkoşîna azadiyê ya jinan bi rêxistiniya hevpar û bi avakirina sîstemeke jinê dikare bê biserxistin.

Lewma di serî de jinên Kurd em bang li jinên li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê dikin ku bi têkoşîna hevpar tevbigerin, yekîtiya jinê biafirînin, li dijî tundiya li jinê bi hev re rawestin û tevlî çalakiyan bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Dewleta Netewe – 1

Nivîsa Pêş

Rejîma AKP’ê çar şaredariyên din ên HDP’î desteser kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rejîma AKP’ê çar şaredariyên din ên HDP’î desteser kir

Rejîma AKP'ê çar şaredariyên din ên HDP'î desteser kir

Balafir gundê Dawûdiyê bombebaran dike, jiyana sivîlan di xeteriyê de ye

Dagirker bombardûmaneke giran li gundên Til Temirê dikin

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.