Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Xeta Bêrîtan li ber xwe dide

Koordînasyona KJK'ê Bêrîtan bi bîr anî ku di 25'ê Cotmeha 1992'an de şehîd bû û diyar kir, ku xeta Bêrîtan li dijî hêzên li dijî şoreşê li ber xwe dide ku polîtîkayên xiyanet, nokerî û qirkirinê ji nû ve pêk tînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/10/2019 - 10:55
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: Xeta Bêrîtan li ber xwe dide
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên jin ên meha Cotmehê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi ked û biryardariya cangoriyên jin, her wiha bi girêdana wan a li azadiyê, kevneşopiya berxwedan û têkoşînê di şexsê Bêrîtan de veguheriye çand û xetekê.

‘WEKE XETA BÊRÎTAN ŞÊNBER BÛ’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku artêşa Tirk a faşîst mêtinger tevî hêzên xwecihî yên hevkar êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin û di 25’ê Cotmeha 1992’an de li eniya Xakurkê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) da ser şopa Besê û Zarîfeyan û heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, piştî ku çeka xwe şikand xwe ji zinar avêt û bi vî rengî bû navê destaneke berxwedanê.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir, ev xeta ku weke xeta Bêrîtan şênber bû, pêwîstiya rêxistinbûna jinê ya li dijî polîtîkayên dijminê jinê afirandiye.

KJK’ê destnîşan kir ku vê xetê kiriye ku bi artêşbûna jinê û rêxistinbûna wê re li dijî zîhniyeta baviksalarî, di afirandina sîstemeke alternatîf de bibe hêza pêşeng.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di encama vê yekê de hêza xweparastinê ya jinê li dijî tundî û zordariya tundiya baviksalarî û dewletê, di parastina civakê û jinê de bûye xwedî rol û wezîfeyeke mezin. Lewma hevala Bêrîtan di têkoşîna jinê de ne tenê semboleke, her wiha xeta jiyana azad a alternatîfe. Ev xet li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên sîstema kapîtalîst modernîst banga liv û tevgerê, banga rêxistinbûnê ye. Bûye navê wê yekê ku di avakirina civak û jinên azad de bi xeta xweparastinê ya artêşbûnê di her kêliya jiyanê û li her qadê hebe û hebûna xwe biparêze, azadiya xwe pêk bîne.

‘ARMANC QIRKIRINA KURDANE’

Hêzên li dijî şorşeê yên ku polîtîkayên xiyanet, nokerî û qirkirinê ji nû ve dimeşînin, di şexsê TC a faşîst de di serî de herêmên Bradost û Heftanînê êrîşî qadên azad ên Rojava dikin. Armanca wan ewe ku Kurdan qir bikin, li qadên jiyana azad ên jin û gelê Kurd bêhnê li wan biçikînin, daxwaz û hêviya jiyana azad têk bibin. Hem gerîla hem jî jin, gel û dostên Kurdan li dijî vê yekê dibêjin, ‘jiyan divê azad be naxwe herame’ li ber xwe didin û eniyên têkoşînê mezin dikin.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ JIYANA AZADE’

KJK’ê destnîşan kir ku êrîşa dagirkeriyê ya niha li dijî Rojava tê kirin bi qasî bêtehemûliya li hebûna Kurdane her wiha êrîşkariyeke emperyalîste ku li dijî jiyana azad tê kirin û diyar kir, “Xeta Bêrîtan û jiyana bi rengê Bêrîtanî jehrkujiya vê êrîşkariya emperyalîste, îradeya utopyaya paşerojê ye ku serî natewîne, ji bo hebûn û azadiyê navenda hişê kolektîf, piştevaniyê ye, ava jiyanê ya vê xakê ye, avakirina jiyanê bi pîvanên azadiyê, bedewî, rastiyê û têkoşeriyê temsîl dike.”

‘PARASTINA QADÊN JIYANA AZAD’

KJK’ê diyar kir ku jiyana bi rengê Bêrîtanî ewe ku pîvana ‘yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin tên hezkirin’ ji qada xwecihî ber bi qada global ve mîna çavkaniyekê li dijî modernîteya kapîtalîst afirandin û parastina qadên jiyana azade.

Di daxuyaniyê de afirînerên vê xeta berxwedanê Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep (Gûrbetellî Ersoz), Sarya (Nûrsel Înce), Ekîn (Încî Çelîk), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Canda (Sanem Sertap), Helîn Çerkez (Nermîn Akkûş), Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Guler Ortaç), Rewşen (Leyla Kaplan), Rojbîn Arap, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Rûken Bîngol, Rojîn Gevda, Arîn Mîrkan, Dîcle Zafer û Medya Mawa bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku wê li dijî yên êrîşî hebûn û azadiya wan dikin têkoşîna xwe bidomînin.

‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PALPIŞTÊ DAÎŞ’Ê

Di daxuyaniyê de di şexsê Zîn Kobanê de, ku li eniya Girê Spî li dijî êrîşên TC a faşîst berxwedana rûmetê ya jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe temsîl kir, şervanên azadiyê yên li eniyên Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûn bi minetdarî hatin bîranîn û hate gotin, “Ji bo parastina Şoreşa Rojava em bang li jinên Kurd, jinên li Rojhilata Navîn û dinyayê dikin ku li dijî êrîşên DAÎŞ’ê û palpiştê DAÎŞ’ê TC’ê destketiyên jinan biparêzin û li wan bibin xwedî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2019’AN

Nivîsa Pêş

‘Roja berxwedana dinyayê ya ji bo Rojava’ banga çalakiyan kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
‘Roja berxwedana dinyayê ya ji bo Rojava’ banga çalakiyan kir

'Roja berxwedana dinyayê ya ji bo Rojava' banga çalakiyan kir

Amed Malazgîrt: Dewleta Tirk êdî dewleteke çete ye

Amed Malazgîrt: Dewleta Tirk êdî dewleteke çete ye

Manşet

  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.