Enter your email Address

Pazartesi, Temmuz 28, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD`ê encamê berxwedana 14‘ê Cotmehê eşkere kir: 78 leşkerên dagirker hatin kutşin

QSD`ê got di encama şerê li sersansrî xeta sînor ji şevê dih û heta niha 78 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirkr hatine kutşin. Her wiha detnîşan kir ku 20 şervan û 15 sivîl şehîd bûne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/10/2019 - 17:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
QSD`ê encamê berxwedana 14‘ê Cotmehê eşkere kir: 78 leşkerên dagirker hatin kutşin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên şerê 14`ê Cotemê diyar kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê ji du aliyan ve êrîşên berfireh li dijî bajêr pêk anî. Bi hezaran şervan bersiva êrîş ên wan didin. Her wiha balafiran bêserûber tevahî bajar topbaran û bombebaran kir. Di encama şerê ku ji duh saetên sibê ve destpê kir gelek êrîşkar hatin kuştin.

Her wiha di encama şerên dijwar, topbarana balafirên şer, li gel balafirên keşfê ji duh di saetên piştî nîvro de têkilî bi gurûpeke şervanên xwe re, qut bû.

Li eniya bajarokê Eyn Îsa komên terorîstan bi destekdayîna şaneyên veşartî xwe gihandin nêzî kampa Eyn Îsa ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ`ê têde ne. Di navbera wan û şervanên me de şer derket. Tevlîhevî di kampê de derket û ji ber wê hejmareke ji malbatên DAIŞ`ê ji kampê reviyan.

SILÛK

Duh piştî nîvro piştî artêşa Tirk a dagirker bajarok topbaran û bombebaran kir bi tank û topan û bi hezarê leşkeran êrîşî bajarok kir. Di hundirê bajarok de şer derket. Her wiha di navbera hêzên me û terorîstan de li gundê Nis Tel dema dagirkeran hewl dan pêşve biçin û hêzên me bersiva wan, şer derket. Dagirkeran neçar man paşde biçin. Piştî van şeran herêm bi temamî hat bombebarankirin û topbarankirin.

Li eniya gundê Sikeriyê di navbera hêzên me û terorîstan de şer derket. Li dijî wan du çalakî hatin lidarxistin. Di encama wan de li eniya Sikeriyê 10 çete hatin kuştin, 3 alavên leşkerî hatin teqandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Li eniya Girê Spî çeteyan kemînek ji erebeyeke ambulancê ku birîndarên sivîl radikirin hate çêkirin, xebatkarên  tenduristiyê hatin revandin, heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

DÊRIK

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên keşfê gundê Xirab Reşkê, Birkê û Rîhanîkê kir hedef. Di encama wê de 3 sivîlên gundên navborî şehîd bûn.

Hêzên me bersiva jêdera topbaran dan û li dijî nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û alavên wan ên leşkerî çalakî kirin. Di encama wê de herî kêm 3 kuştî çêbûn. Tê gotin ku sîxurên cîhazê istixbaratên Tirkî (MÎT) di nava wan de bin û erebeyeke leşkerî hat teqandin.

AMÛDÊ

Gundên Amûdê û Dirbêsiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne topbarankirin. Hêzên me jî bersiva wan didin.

SERÊKANIYÊ

Hêzên me bi çalakiyên taybet li terorîstên di taxa pîşesazî zîvirîn û 8 ji wan kuştin. Yên mayî jî reviyan û taxa pîşesazî bi temamî ji wan hat rizgarkirin. Artêşa Tirk a dagirker hewl dide li dergeha sînor û gundê Til Helef pêşde biçe. Di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û ew paşde xistin.

Duh di saetên êvarê de karwaneke sivîlên dijî şer derbasî bajêr bûn da ku banga rawestendana şer bikin, ji aliyê balafirên keşfê yên Tirkiyê vee hate bombebarankirin. Di encama êrîşa hovane de komkujiyek li dijî sivîlan pêk hat di encama wê de 12 sivîl şehîd bûn û 64 jî bi giranî birîndar bûn.

KOBANÊ

Gundên Kobanê ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Sift hatin topbarankirin. Hêzên me bersiv da. Her wiha hêzên me bersiva gulebarana ku ji aliyê deriyê Murşid Pînar ve di aliyê Kobanê de dihat kirin, da. Di encama wê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Ji şevê din û heta van kêliyan di encama şerê li seranserî sînor 20 şervanên me û 15 sivîl şehîd bûn her wiha 58 şervan û 64 sivîl birîndar bûn.

Hêzên me tekez kir ku 78 çete û leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin her wiha 28 jî birîndar bûn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li eniya Girê Spî bîlançoya 13’ê Cotmehê

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HRE: Li Efrîn, Mare û Ezazê 9 çeteyên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HRE: Li Efrîn, Mare û Ezazê 9 çeteyên dagirker ên Tirk hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: Li Efrîn, Mare û Ezazê 9 çeteyên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan xwe xeniqand

Li Minbicê şer rû dide!

Manşet

  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe
  • Şehîd Bêrîvan Hesekê li ber mala xwe hat bi bîranîn
  • Yekîtîya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê bîranîn li dar xist
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn
  • Ciwanên Şoreşger li Dêrazor şehîd Bişeng, Sara û Vejîn bibîranîn
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Welatparêz li Stenbolê Pêşengên Ciwanan bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Futbolê li Hamburgê ji bo Bîranîna Şehîd Tijda Zagros

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Waed Xelûf li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.