Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mûstafa Karasû: Yên ku ciwanan derdixîne serê çiyê şehîdên me ne

"Yên ku berê wan didin çiyê, yên ku wan tevlî nava refên gerîla dikin şehîdên Kurdistanê ye. Divê her kes, ew malbatên ku Suleyman Soysuz ji bo şikandina camên HDP'ê şandine, divê tevlîbûna li nava refên gerîla bi vî rengî fêhm bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/09/2019 - 9:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 4 mins read
A A
Mûstafa Karasû: Berxwedana serdemeke nû ya têkoşînê derxistiye holê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya vê hefteyê de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk ku li dijî hin malbatên ciwanên tevlî gerîla bûne dimeşîne, nirxand.

Karasû got, “Demên dawî li ser malbatên ciwanên ku tevlî gerîla dibin lîstik tên lîstin. Xuya ye ti malbat nemane ku dek û dolab li dijî wan gerandine, hîle li dijî wan kirine. Şerê li dijî gerîla ne tenê bi tank, top, balafir û bombeyan dikin, di nava civakê de jî vî şerî dikin.

Ciwanên Kurd bi dilxwazî dibin gerîla û di nava her şert û mercên zehmet de şer dikin. Ya ku ciwanên Kurd û ciwanên Tirk bi zorê dike leşker dewleta Tirk bi xwe ye. Ya ku wan bi zorê tevlî şer dike dewleta Tirk e. Yarbayekî Tirk bi xwe dema ku birayê wî li Botanê di şer de jiyana xwe ji dest da ji desthilatdariya AKP’ê re digot; hûn çima zarokên xwe tevlî şer nakin.”

Karasû bal kişand ser malbatên ku li ber avahiya HDP’ê dane rûniştandin û diyar kir, ev yek komployeke, provokasyoneke ji bo têkbirina hewldanên xwedîderketina li îradeya xwe û hevşaredarên xwe.

Karasû der barê tevlîbûna ciwanan a li nava refên gerîla got, “Yên ku berê wan didin çiyê, wan tevlî refên gerîla dikin şehîdên me ne. Divê her kes, ew malbatên ku Suleyman Soysuz ji bo şikandina camên HDP’ê şandine, divê tevlîbûna li nava refên gerîla bi vî rengî fêhm bikin.”

Karasû got, “Ew malbatên ku li ber avahiya HDP’ê hatine rûniştandin divê baş zanibin; jiyana Kurdan, rûmeta Kurdan bi wan ciwanên tevlî gerîla dibin ve girêdayî ye. Eger jiyaneke bi rûmet tê xwestin, zarokên me bin an nebin ev yek bi xwedîderketina li gerîla dibe.

HDP van ciwanan naşîne gerîla. Gerîla bi destê HDP’ê nehate afirandin, ciwan bi destê wan tevlî gerîla nebûn. Berevajî vê yekê di encama têkoşîna gerîla de, serhildan, têkoşîna demokrasiyê ya şoreşger a li Tirkiyeyê, qada têkoşîna siyasî demokratîk afirî. Her kes wê vê zanibe, HDP an jî partiyên din ên siyasî wê vê zanibin. Lewma ne pêwîste ku HDP xwe biparêze, ne pêwîste ku bêjin ’em wan malbatan fêhm dikin’. Tenê tiştek heye ku HDP divê fêhm bike, ew jî; ew malbat di çarçoveya plansaziya şerê taybet û lîstikên şerê taybet de ber bi wê deverê ve hatine şandin.”

Karasû ji bo wan malbatên li ber avahiya HDP’ê jî got, “Li vê xakê li dijî qirkirinê berxwedana herî pîroz a dîrokî tê meşandin. Ev berxwedan li dijî yên ku ji bo qirkirina Kurdan şer dikin tê kirin. Eger ciwanên Kurd dixwazin tevî malbatên xwe û gelê xwe li xaka xwe bi rengekî azad û demokratîk bijîn wê demê divê li dijî van zaliman helwestê nîşan bidin. Mîna bi milyonan Kurdên ji bo vê yekê li ber xwe didin divê tevlî vê berxwedanê bibin. Ne ji bo şikandina camên HDP’ê, divê tevî wî gelî li dijî qeyûman li ber xwe bidin. Êş, hesret bi vî rengî bi dawî dibe. Ya ku niha ew dikin xizmeta ji bo domkirina vî şerî ye.”

Karasû destnîşan kir ku xwedîderketina li ciwanan bi vî rengî nabe û got, “Ev helwest dijminatiya li ciwanan e, daxwaza domkirina şer e. Ji xwe piştî ku ew malbat ber bi avahiya HDP’ê ve hatin şandin her roj bi dehan ciwan hatin destgîrkirin. Sedema destgîrkirina ciwanan jî dijminatiya li ciwanan e ku di ser van malbatan re tê kirin. Gelo ew girtina ciwanan qebûl dikin? Li dijî vê yekê dikarin li pêşiya qereqolan rûnên?”

Karasû anî ziman ku ciwanên tevlî refên gerîla bûne ji bo jiyana azad û demokratîk tevlî bûne û got, “Yên ku bi rengekî azad dijîn ew in, yên ku mirine ew ên ku li dijî zarokên xwe bi dijmin re di nava hewldanan de ne. Lewma em bang li wan malbatan dikin ku xwe ji mirinê rizgar bikin û beşdarî jiyana rastî bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Provakasyonên li Amedê û Rastiya wan-2

Nivîsa Pêş

Li Wanê û Stenbolê qirkirina siyasî: 18 kes hatin destgîrkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Li Wanê û Stenbolê qirkirina siyasî: 18 kes hatin destgîrkirin

ESP: HDP bi lîstika MÎT’ê dikin hedef

ESP: HDP bi lîstika MÎT'ê dikin hedef

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.