Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Xebat Andok: “Mirov dikare xespê veguherîne çirûska hilweşandina faşîzmê”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok xespkirina sê şaredariyên HDP’ê nirxand. Andok got ku “Mirov dikare xespê veguherîne çirûska hilweşandina faşîzmê.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/08/2019 - 14:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Xebat Andok: “Mirov dikare xespê veguherîne çirûska hilweşandina faşîzmê”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok xespkirina şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê û destgîrkirina bi sedan kesan ji ANF’ê re nirxand.

Andok diyar kir ji ber ku li ser gelê Kurd biryara qirkirinê heye em nikarin di çarçoveya surprîzan li vê meseleyê binihêrin û got “Ji ber ku li hemberî me rejîmeke normal tune. Di rejîmên normal de surprîz hene. Li welatên din tiştên ku nayê bîra mirovan li Tirkiyeyê bûye tiştekî rûtîn. Ev jî anormalbûna dewleta Tirk nîşan dide. Em gel û tevgereke wisa ne, her dem li ser me biryara qirkirinê heye. Xespkirina van şaredariyan jî wisa pêk hat. Ji ber ku ji xeynî qirkirinê tu polîtîkaya AKP û MHP’ê ya ji bo Kurdistanê tune. Ji ber ku vê rejîmê hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye. Vê rejîma qirker li her derê ye û qirkirina wê li ser hemû kesan e. Jixwe operasyonên li ser Tirkiye û Kurdistanê jî wisa tên binavkirin. Qirkirina jinan, qirkirina civakê, qirkirina çandê, operasyonên qirkirina siyasî. Hemû li ser qirkirinê hatine avakirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku çend meh berê hilbijartinên herêmî hebû lê ji hilbijartinê wêdetir wekî şer bû. Andok got ku “Di vî şerê hilbijartinê de yê ku rejîma qirker wekî seferberiyê dabû pêş xwe, ligel hemû dijwariyan Kurdan gelek cih ji destê rejîmê derxistin. Bi encama hilbijartina di 31’ê Adarê de vê desthilatdariya faşîst têk çû. Ligel ku têk çû jî bi dek û dolaban dest danî ser hin navçeyên Kurdistanê. Ji bo ku Stenbolê bi dest bixe, hilbijartin betal kir û pêvajoya 23’ê Hezîranê wisa dest pê kir. Niha jî ligel ku têk çûne, Tirkiyeyê bi rê ve dibin, lê nikarin bi rê ve bibin. Vê desthilatdariya faşîst dixwaze her kes li gorî wê tevbigerin. Di van çar mehên dawîn de plana wan ev bû ku wê çawa dest deynin ser şaredariyan û dema ku sedemeke ji bo xespê nedîtin vê carê xwe spartin dosyeyên beriya hilbijartinê yên hevşaredaran.”

DIBE KU BERÊ XWE BIDIN ŞAREDARIYÊN DIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku li Kurdistanê her tişt di bin qirkirinê de ye û got “Hewce nake ku mirov rewşa heyî bi argumanên hiqûqî îzah bike. Ji ber ku di vê rewşê de hiqûq jî ji serî heta binî siyasî ye. Ev tişt ne bi tenê li ser şaredarî û HDP’ê ye. Rejîma TC’yê qirker her dem dixwaze Kurd di bin kontrola wan de bin. Li Başûr statuyek heye, li Rojava statuyeke fîlî heye. Li Bakur rastiya Kurdan heye yên ku xwe teslîmî rejîma qirker nekirine. Ji bo ku Kurd tiştekî bi dest nexin li her dera cîhanê li dijî Kurdan şer dikin. Tecrîda li ser Rêbertiya me, êrîşên li ser Rojava, dagirkeriya li ser Başûr û operasyonên li Bakur… Hemû jî heman konsept in. Lê divê were zanîn berxwedana li hemberî AKP û MHP’ê her tişt guherandiye. Vê tifaqa wan ji desthilatdariyê ketine, bi darê zorê li wir in. Civaka li Tirkiyeyê jî dîtiye ku vê tifaqa faşîst çiqasî xetere ye. Rewşa vê faşîzmê û ya hêzên demokrasiyê jî ne wekî berê ye. Hevsenga hêzê guheriye û ew têk çûne. Ji ber vê jê wê nikaribin bi ser bikevin. Ji roja ewil li hemberî vê xespê civak rabû ser xwe. Gelê Kurd li hemberî hemû zextan rabû ser xwe û nerazîbûna xwe diyar kir. Bi vî awayî dikare pêşiya vî tiştî were girtin ku faşîzm nikaribe şaredariyên din xesp bike. Ji ber ku sekinandin hebe û tu çalakî nebin ev tişt tê wateya tunebûnê. Ji ber vê jî bênavber berxwedan heye. HDP di serî de zemîna demokrasiyê jî bal dizane ku divê xwe bispêre çi. Mesela tifaqa partiyên Kurdistanî pêk anî û bi vî awayî ketin hilbijartinan. Li Tirkiyeyê bêyî ku hesabên biçûk bike, têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê ji xwe re kir armanc û bi serkeftî derbe li faşîzmê xist. Têkoşînên demokratîk û şoreş di heman demê de kêşeyeke tifaqê ye, di vir de tişta girîng ev e ku mirov bê tifaq nemîne. Ji ber vê jî mirov van xespan dikare bike çirûska hilweşandina faşîzmê.

HÊZA HERÎ MEZIN GEL E

Bêguman wekî her dem hêza herî mezin gel e. Di vê pêvajoyê de her çalakiya gelê me wê têkçûna faşîzmê bilezîne. Wê gelê me seferber bibe û dersekê bide vê faşîzmê. Bi hêza yekgirtî ya berxwedanê wê faşîzm were hilweşandin û jiyana azad û wekhev pêk were. Wê hemû hewldanên Erdogan û Bahçelî nikaribe têkçûna faşîzmê asteng bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amedê li dijî terora qeyûman berxwedan didome

Nivîsa Pêş

Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û wekîlan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û wekîlan

Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û wekîlan

Karasû: “Jin, ciwan, tevahiya gelê me divê bibe parçeyek ji vê têkoşînê”

Karasû: "Jin, ciwan, tevahiya gelê me divê bibe parçeyek ji vê têkoşînê"

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.