Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gulçiya Botan: ‘Pêngava 15’ê Tebaxê bû xeteke têkoşînê’

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan derbarê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê got ku “Pêngava 15’ê Tebaxê bûye xeta têkoşînê ya bênavber didome.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/08/2019 - 14:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Gulçiya Botan: ‘Pêngava 15’ê Tebaxê bû xeteke têkoşînê’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan di salvegera wê de Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand. Botan diyar kir ku têgehên Kurd û Kurdistanê hatibûn qedexekirin lê bi çalakiyên di 15’ê Tebaxê de yên li Dihê û Şemzînanê ev qedexe hatiye pûçkirin. Botan got ku “Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re operasyonên şoreşger hatine lidarxistin. 15’ê Tebaxê beriya her tiştî hêviya jiyana azad afirandiye û xeta berxwedanê ava kiriye. Ji ber vê jî Pêngava 15’ê Tebaxê vejîn û rizgariyê ye. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re derbeke giran li hêzên komploger, dewletên herêmî, hêzên îxanetkar û li dîroka pênc hezar salî tê xistin. Dewleta Tirk a ku artêşa duyemîn a NATO’yê ye, li hemberî bê berxwedana bi hêza heqîqetê têk diçe. Di heman demê de serfiraziya li li Rojava, Şengal, Mexmûr û Kerkukê ya li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê berdewama vê xetê ye. Sedema ku şoreşa Rojava dibe şoreşa jinan jî encama vê heqîqetê ye.

‘JINÊN KURD KEFENÊ MIRINÊ QETANDIN’

Jinên Kurd û gelê Kurd vî kefenê mirinê qetandine yên li ser wan hatine ferzkirin. Di heman demê de jî hêviya berxwedanê ava dikin û cesareta wê pêş dixin û pêşengtiyekê ava dikin. Bêguman ev hemû tişt heyecanekê ava dike û ji ber vî tiştî em serbilind dibin. Pêngava 15’ê Tebaxê di çaryeka dawîn a sedsala 20’emîn de berxwedanek ava kiriye.

Bi berxwedana Rêbertî, tevger û gelê me li Bakurê Kurdistanê destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Ev pêşketin girîng e, dîrokî ye, ji bo ku em xwe bigihînin serkeftinê divê em berxwedanê geştir bikin. Geşedanên ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di vî warî de gelekî krîtîk e û qedera herêmê diyar dike. Rêbertiya me di dîroka têkoşînê de û di pêvajoya Îmraliyê de bal kişandiye ser vî tiştî. Rêbertiya me diyar kiriye ku êrîş çiqasî giran be jî israra di berxwedanê de wê me ber bi serkeftinê bibe.”

DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botangot ku “ Piştî pêngava 15’ê Tebaxê di sala 1985’an de NATO çû bi hawara Tirkiyeyê. Lê ev 36 sal in ku dewleta Tirk ligel piştgiriya NATO’yê li hemberî hêzên me têk diçe. Bi plana çokdanînê ya di sala 2014’an de şerekî giran hate destpêkirin lê li hemberî van êrîşan jî Rêbertiya me li Îmraliyê helwesta xwe ya berxwedanê didomîne. Êrîş çi dibin bila bibin ji xeynî çareseriya demokratîk em ê tu tiştî qebûl nekin.

AKP BI XETA NOKER DIXWAZE XWE LI SER PIYAN BIHÊLE’

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Gulçiya Botan bal kişande ser tevgera dagirker a AKP’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê, Xakurkê û got, ”Projeya AKP’ê, li Başûrê Kurdistanê bi desteka nokeran û hêzên îxanetê, navnetewî û herêmî, bi tevgera dagirker a anî ser Qadên Parastinê yên Medyayê jê we ye ku wê bikaribe pê hilmê bistîne. Projeya AKP’ê ya faşîst û mêtinger bi xeta noker jê we ye ku wê bikaribe nasnameya azad a Kurd biçewisîne. Bi çewisandina destkeftiyên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê hewl dide ku li ser pêyan bimîne.”

Botan got bi têkoşîna ku wan geş kiriye, bi berxwedanê AKP ketiye rewşa hilweşîna siyasî, krîza aborî, krîza civakî û di qada dîplomatîk de dor lê asê bûye û bi zêdekirina van êrîşan hesab dike ku ji vê rewşê derkeve lê êrîşên AKP’ê hilweşandina wê bêhtir zû dike, bi berxwedaneke mezintir wê derba kuştinê bixwe û têkçûna dîrokî bitehmijîne.

GERÎLAYÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK WÊ DERBA KUŞTINÊ LI AKP’Ê BIXE

Botan got ya ku wê dawiya AKP’ê bîne şerê şoreşgerî yê gel e, bi vê çarçoweyê ya ku wê were pêşxistin gerîlatiya modernîteya demokratîk e, li ser hîmê jinûveavakirinê, bi çarçoweya gerîlatiya profesyonel û pêşketî, bi bikaranîna afirînerî, bi zîrekî bikaranîna teknîka berdeset pêşxistina şêwaza şok û derbên surprîz e. Botan got, ”Divê şer bi asta çalakiya ji kûr ve, berbelav, domdar were geşkirin. Li ser vî hîmî kûrkirina pêvajoyê, wê derbên giran li projeya AKP’ê were xistin, derbên kuştinê bixwe û were hilweşandin.”

Botan bi domdarî got, ”Di vê pêvajoyê de ku ji derfetên serdema zanîn û teknîka sedsala 21’ê sûd tê wergirtin û bi teknîk, îstîxbarat û şerê taybet tê rêvebirin, gerîlatiya modernîteya demokratîk, geşkirina şervanî û fermandariya taktîk, şêwa, hostatiya wê ya teknîk wê rê û encama geşedanan diyar bike. Li ser vê mijarê em hêza fermandar û şervan a jinê xwedî rol û mîsyona pêşeng in.”

Botan bi domdarî got 2019’an di şexsê Leyla Guven de hêza pêşeng a jina Kurd bi rengekî xurt hatiye nîşandan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayan bi coş 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Kurd di kampa Havînî ya Ewropayê de hatin ba hev

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Kurd di kampa Havînî ya Ewropayê de hatin ba hev

Ciwanên Kurd di kampa Havînî ya Ewropayê de hatin ba hev

LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

LEZGÎN - HRE'ê li Şehbayê 2 çeteyên dagirker kuştin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.