Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Fîşeka pêşîn a di 15’ê Tebaxê bûye fîşeka ronîkirina rêya gelê Kurd

PAJK: Fîşeka pêşîn a ku di 15’ê Tebaxê hatiye teqandin bûye fîşeka ronîkirinê ya gelê Kurd, jin û gelên herêmê. Pêngava 15’ê Tebaxê bûye fîşeka pêşîn a ku li qedera Kurdên kole hatiye xistin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/08/2019 - 15:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gelê Kurd, di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe yê welatparêz, li jinên ku bawerî bi azadiyê anîne, li rêhevalên me yên ku li kozikan li ber xwe didin pîroz be. Di şexsê fermandarê mezin rêheval Egîd de em rêheval Bêrîtan, Zîlan, Delal, Nalîn, Hêlîn, Armanc, Zekî, Atakan, Helmet û Şevîn de hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Gelê Kurd ê ku bi qirkirinên Qoçgirî, Zîlan, Agirî û Dêrsimê li ser wê bêdengiya mirinê hatibû pêkanîn, bi 15’ê Tebaxê 1984’an êdî bûye xwediyê jiyaneke nû. Hegemonyaya navendî ya faşîzma 12’ê Îlonê di 15’ê Tebaxê de derbeyek xwar. Vê hegemonyayê dixwest ku Kurd werin asîmîlekirin û ji çanda xwe dûr bijîn. Hegemonyaya navendî mudaxeleyî gelek dewletên li herêmê kiribû û hêzên wan ên berxwedanê tepeser kiribû. Rêbertiya me vê hêviya berxwedanê ya gelan anî ba hev û dest bi pêngaveke nû ya siyasî, leşkerî, dîplomatîk kir.

Fîşeka pêşîn a di 15’ê Tebaxê de li tarîtiyê hatiye teqandin bûye fîşeka ronîkirina rêya gelê Kurd, jinan û gelên herêmê. Pêngava 15’ê Tebaxê bûye fîşeka pêşîn a ku li qedera Kurdên kole hatiye xistin. Kurdên ku nasnameyeke nû ya civakî dixwaze û dixwaze bibe takekesên azad, ev pêngav bûye navê têkoşîna wan a hebûnê. Bi ê pêngavê re gelê Kurd civakîbûneke nû, nasnameyeke neteweyî û nasnameya takekesiyê wergirtine.

Hêzên hegemonyaya navendî û hevkarên wan ên li herêmê xwestine pêngava 15’ê Tebaxê wekî çalakiya çend ciwanan nîşan bide. Lê vê pêngavê kiriye ku gelê Kurd li herêmê bibe aktorê herî sereke yê li herêmê. Ji ber vê jî Rêbertiya me pêngava 15’ê Tebaxê wekî çalakiyeke siyasî pênase kiriye. Piştî vê çalakiya ku têkoşîna PKK û gelê Kurd anîye asteke girîng. Yek ji sedema ku Kurd îro li Rojhilata Navîn bûne hêzeke mezin a siyasî jî 15’ê Tebaxê ye.

Têkoşîna gerîla ku ev 35 sal in têr û tije didome bi tevlêbûnên nû xwe xwedî kiriye û mezin bûye. Jin û mêrên ciwan ên dilêr bûne gerîla, bawerî pê anîne ku wê azadî pêk were û di vê rêkê de gelek berdêlen mezin dane. Ji dijmin we ye ku ev tevgera çend ciwanên bi maceraya çepgiriyê ne û bi rêbazên klasîk ên leşkerî û îstîxbarî wê bikaribe biqedîne. Lê hêzên azadiyê yên Kurd berevajî vê li herêmê û cîhanê bûye xwedî pozîsyoneke karîger.

Mîmarê vê hêzê Rêbertiya me ji bo ku di têkoşîna gerîla de ya ku geş bûye rista jinê mezintir bibe artêşbûna jinê daniye ber xwe. Her ku jin bûye xwedî artêş zêdetir bi xwe bawer bûye, bûye xwedî vîn û rêxistinî. Çawa ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn aktoreke siyasî be jin jî bûne hêza pêşeng a demokratîkirin û azadkirina herêmê.

EM GERÎLAYÊN KU EV 35 SAL IN LI BER XWE DIDIN SLAV DIKIN

Niha jî têkoşîna me ya gerîla li dijî êrîşên şerê taybet a giştî ya faşîzma AKP-MHP’ê, bi gerîlatî û gel berxwedana şerê şoreşgerî ya gel a giştî li her qadê tê domandin. Bi giyanê vejînê yê 15’ê Tebaxê hêzên me yên gerîla HPG/YJA Star li ser xaka Kurdistanê berxwedanê berbelav dikin. Ji Serhedê heta bi Dêrsimê, ji Amanosê heta bi Xakurkê li ser xaka welatê xwe li ser hev derbên giran li hêzên qirker dixin. Em gerîlayên ku ev 35 sal in berxwedaniyeke mezin dikin silav dikin, em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li fermandar û şervanên me ku van demên dawî plansaziya çalakiyên mezin kirine, pîroz dikin.

Bi wesîleya salvegera 35’an a cejna me ya vejînê, em di şexsê milîtana PAJK’ê, PKK’ê, fermandara mezin a YJA-Starê Şehîd Şevîn Bîngol de, hemû şehîdên me yên leheng bi bîr tînin, em serkeftina mezin ji hemû hevrêyên xwe re dixwazin ku li ser xeta Apogeriyê li ber xwe didin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Ciwanên Başûr bangawaziya tevlîbûna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê li Qendîlê

Nivîsa Pêş

KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’

KCK: 'Gerîla wê di sala 36'an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin'

LEZGÎN – HBDH’ê çalakiya li dijî depoya madena ronê girt ser xwe

LEZGÎN - HBDH’ê çalakiya li dijî depoya madena ronê girt ser xwe

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê 5 kes hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.