Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Bi pirsan xwelêpirsîn!

"Em dibînin dema em çiqas ji hev dûr bin û dij hev rabin karesatên çiqasî xedar bi xwe re tîne. Ji xwe halê ku civak me îro lê jî vê nîşan dide. Ewqasî berdêlên giran tên dayîn û berxwedaneke mezin tê kirin, ji ber kelmên heyî serketineke mayîne bidest nakeve û êş û elem dibe para gelê me."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Bi pirsan xwelêpirsîn!
ParvekeTweet

“Gelo em jî bûyer û pêşketinên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin pir mereq dikin lê bikolin û bigihêjin rastiyan. Bi dîtina min çawa ku ji bo nexweşiyek tehlîlek baş neyê kirin wê çareseriyek baş a derman ne mikûn be, ji bo famkirin û ketina nava heldanên bûyerên ku rûdidin mirov lênepirse wê ne mimkûn be xwe bigihîne rastiyan.

Di roja me ya îro de li çar aliyên ku kurd lê dijîn bi taybet li erdnîgariya Kurdistanê agireke yê dojehê her diçe geş û gur dibe heye. Gelo we ji derveyî tiştên ku heta niha hatî gotin û xêzkirin pirsiye gelo çima kurd û Kurdistan? Çima ji bo çareseriya vê hertim Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçe têkiliyê rast û dîrokî yên kurd-tirk? Bi rastî jî em gihiştine bersiva van pirsan? bi nêrîna min weke civak û taybet kurd em bigirin dest heta astekê me bersiv dîtiye, nexwe me bersiva tam bidîta wê gelo rewşa niha em têde wiha ba? Çima rastiya dîroka kurd ewqasî di perên dîrokê de di bin toz û tevnepîran de maye, heta hatine jêkirin? Dîroka kurd a dijmin nivîsî hewl dide bi me bide erêkirin, rastî jî ew e? Bi wateyeke din gelo kurd kî ne, qewmekî weke kurd heye, an jî nû qewmekî kurd dixwaze derxin? Ev rastî mijarekek pir kûr e ku divê em bi rastî serê xwe li ser biêşînin û li dîrokeke kevnar li cihê ku lê hatî windakirin weke ku Ocalan dibêje; ‘Xizîne li cihê lê wind, li wir lê tê nêrî’ gelo me mijar kurd li cihê lê hatî xûliqîn koka wê vekolaye?

Em hinek bi pirsan berê xwe bidin roja îro. Çima ji bo azadiyê evqasî berdêl dixwaze? ji bo bi rehet bijî ji kû mirov destpê bike, çi pêwîst dike? Rêya vê çi ye? Gelo weke ferdekî kurd em qet ji bo vê ketine nava lêgerînan, lêgerînên em li ser çi esasî ne, berjewendiyên kesî yan civakî ne? Ji bo kesî be bi rastî jî em li gorî pêwîst digihêjin encam an weke mijara dibêjin ‘Bi kemcî dibin û bi kevçî ji didin’ li vir gelo ma keda mirov nayê xwarin, hate jê were li ser pişta mirov dixun, yên ji ber devê wan dikevin dibe para me û em bi vê serbilind û xwe kesên jêhatî dibînin. Ma ferqa koleyê têr û birçî heye? Gelo li aliyekê qewmê mirov bê qetilkirin û talankirin, li aliyê din em pey pariyê nan biçin ku ew jî dijmin mirov pey xwe kaş dike wê çiqasî rast be. Ya li başûrê Kurdistanê tê kirin, çiqasî ji mijara ku em qala wê dikin dûr an nêzîk e? Başûrê Kurdistanê ji bo parçeyên din têra xwe dibe pal û pişt. Li vir rêveberiya Başûr bi rastî jî ji bo azadiya Kurdistanê xebatekî bê eman dide? Yan ferqa rêbaza berê li ser dimeşiya û niha çiye? guhertin heye an ne? hebe çiye, ne be jî çiye? Nifşên nû yên rêveber li ser rêbaza Barzaniyê Nemir dimeşe? Em hinek bên roja îro, çima îro rêveberiya Barzanî ne li gel aliyên kurd û hevkarê dijmin? Bi rastî jî serketina xwe li gel dijmin dibîne? Yan bi zimanekî din hê vekirîtir çima Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) weke dijmin dibîne û dixwaze gel jî wisa bibîne. PKK dijmin e? Di roja îro de em dibînin ne Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ne jî Yekitî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) û ne jî tu partiyên din li çar parçeyên Kurdistanê şer nakin. Yekane yê li dijî dagirkeriyê têkoşîn dide û berdêl dide her roj PKK ye. Dema em vê dibînin gelo pirsa xeta rast a li dijî dagirkeriyê kîjan e dernakeve? hûn bi adil lê binêrin û bibersivînin. Bi piştevaniya îro ya li başûr tê kirin gelo gotina pêşiya ya ‘Neyarê bav nabe dostê kur’ û ‘Rih dibe bost dijmin nabe dost’ nayê bîra mirov. Kengê neyarê bav dostanî ji bo kur kiriye û bi serketiye. Ev hemû şîretên bav û kalên me yên ku pêk hatin ji bo nifşên pey tên dubare nekin wek mîras hişte. Lê mixabin em dibînin kuran guh nedaye şîreta bavan.

Em dibînin dema em çiqas ji hev dûr bin û dij hev rabin karesatên çiqasî xedar bi xwe re tîne. Ji xwe halê ku civak me îro lê jî vê nîşan dide. Ewqasî berdêlên giran tên dayîn û berxwedaneke mezin tê kirin, ji ber kelmên heyî serketineke mayîne bidest nakeve û êş û elem dibe para gelê me. Ma wêjevanê kurd Cegerxwîn ji xwe negotiye ‘Ger em nebin yek em ê biçin yek bi yek’ bi rast jî ev gotin a îro ye. Tevî sedan carî hewldanên Kongreya Netewî û Yekîtiya Netewî dikeve rojevê lê mixabin berjewnediyên yek alî û çavbirçîbûna di serweriyê de kiriye em bi destê xwe mala xwe hilweşînin. Gelo bi rastî jî bi vê kiryarê em xirabiyê li xwe nakin? Dema ku em vê dibînin, çima helwesta me li ber vê kême? Em ditirsin bi rastî, hêza me nîne bibin xwedî helwest, an jî em ji bo vê razî ne? Di vê mijarê de helwesta Tevgera Azadî ya Kurdistanê hêjayî teqdîrê ye, me dibînin di her peyam û nêrînê xwe de ji bo dawîkirina dagirkeriyê banga yekitî û Kongreya Netewî dike, lê bangê ji bo vê pir kêm e. Gelo çima? Çima partiyên kurdistanî yên ji bo azadiya Kurdistan hatîn avakirin xwe nîşan didin, deng nadin van bangan? Ma ji bo ev partî bên pêwîstî bi çi heye? Ma bi van peyaman qane nabin? Li vir pirsa ev partiyên nayên Kongreya Netewî bi rastî azadî û serxwebûna Kurdistanê naxwazin? Tenê di bin navê Kurdistanê de dixwazin gel perîşan bikin û li ser keda wan xwe bidin jiyîn e?

Dema em van pirsan hemû ji xwe bikin û hinek lê bikolin em ê bigihêjin rastiyên ku tên berovajîkirin. Gelo hûn di ferqa van rastiyan de ne, dema di ferqê de bin hûn li benda çi ne…?”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla: Xwezaparêz

Nivîsa Pêş

15 sal ji bo neyarê xwe MÎT’a Tirk xebitiye!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
15 sal ji bo neyarê xwe MÎT’a Tirk xebitiye!

15 sal ji bo neyarê xwe MÎT’a Tirk xebitiye!

TAYBET – Dewreya tenduristiyê a Jinên Ciwan bi dawî bû

TAYBET - Dewreya tenduristiyê a Jinên Ciwan bi dawî bû

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.