Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em ê bi her awayî bersivê bidin daxwazên gelê xwe

KCK: Em soz didin ku em ê bi her awayî bersivê bidin banga KNK'ê û daxwazên gelê xwe, em amade ne ku vê bangê pêk bînin û em ê vê yekê jî bi helwest û pratîka xwe nîşan bidin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/08/2019 - 16:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, civîna berfireh a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji aliyê gelê Kurd û hêzên siyasî hemûyan ve bi rengekî erênî hatiye pêşwazîkirin û ragihand, “Em jî ji ber vî karî KNK’ê pîroz dikin, soz didin ku ji bo banga KNK’ê pêk bînin bi berpirsyariya xwe tevbigerin. Em cejna alema Îslamê pîroz dikin û hêvî dikin ku Cejna Qurbanê bibe wesîle ji yekîtiya gelên me, aştiya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê re.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hevsengî û statuya siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an Kurdistan kiriye çar parçe, di serî de Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirker mêtinger hatiye meşandin û hate gotin, “Her dijderketin û berxwedana gelê Kurd a li dijî vê mêtingerî qirkeriyê bi komkujiyan, darvekirin, şewitandin û valakirina gundan û koçberkirina bi milyonan Kurdan bersiva xwe dîtiye. Sedsala 20’an ji bo Kurdan bi komkujî, zilm, koçberkirin, qirkirina siyasî, aborî, civakî û çandî derbas bû. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirker di tevahiya sedsalê de li ber xwe dan û ji bo hebûnê têkoşiyan.

TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê ÊRÎŞÎ DESTKETIYÊN KURDAN DIKE

Gelê Kurd bi berdêlên giran têkoşîna demokrasî û azadiyê meşand û bi vê têkoşînê ji aliyê îdeolojîk, siyasî, civakî, çandî û leşkerî ve bi xurtî dest bi sedsala 21’ê kir. Gelê Kurd ji aliyê siyasî, rêxistinî û leşkerî ve bi rengekî xurt dest bi serdemeke welê kir ku hevsengiyên sedsala 20’an û statuya Rojhilata Navîn hilweşiya û têkoşîna ji bo statu û hevsengiyên nû yên siyasî tê meşandin. Lewma derfetên mezin ên serketinê afirand. Hêzên paşverû yên dijminên Kurdan ku dîtin wê Kurd bi xurtî di 3’emîn Şerê Dinyayê de yê li Rojhilata Navîn bi ser bikevin, êrîşên xwe yên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd zêde kirin. Dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, bi hêza xwe ya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya olperest-neteweperest li her deverê êrîşî destketiyên Kurdan dike. Li Bakurê Kurdistanê bi şewitandin û hilweşandina bajaran, bi êrîşa li dijî hêzên siyasî, welatparêzên Kurd û hêzên demokratîk, bi êşkence û girtinê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê îradeya siyasî ya gel ji nedîtî ve tê, zext û êrîşên xwe bi her awayî didomîne û bi artêş, îstîxbarat û rêxistinên xwe yên sîxuriyê dagirkeriya xwe her roj berfireh dike. Li dijî Mexmûrê ku li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi sekna Kurdên azad tevdigere û li dijî Şengalê ku têkoşîna avakirina jiyana azad û demokratîk a Kurdên Êzidî lê tê meşandin, timî êrîşên hewayî dike û mirovên me qetil dike.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li Kurdan bi dagirkirina Efrînê, her wiha bi êrîşkariya xwe ya li dijî Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. Polîtîkaya wan û gotinên ku her roj tînin ziman, ji bo wê yekê ne ku li ku deverê destketiyeke Kurdan hebe bi ser de biçe û bi tepisîne. Ev armanca xwe bêyî ku veşêre bi rengekî vekirî gelek caran nîşan da. Bi gotina ‘Kobanê û Kerkûk bajarên Kurdan nînin, Peymana Lozanê têkçûn e’ anî ziman ku Başûrê Kurdistanê û Rojava qada belavbûna netewetiya Tirk e. Bi rengekî vekirî ragihand ku wê qadên çiyayê bi dest bixe, xwe berdin heta deştê û bi vî rengî Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Dewleta Tirk di çarçoveya vê polîtîkayê de têkilî û tifaqê bi hêzên dijminên Kurdan hemûyan re diafirîne. Li pişt DAÎŞ’ê sekinî ew bi ser Kurdan ve dehf da û bi vî rengî xwest destketiyên Kurdan ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi temamî ji holê rake. Di dema referandûma serxwebûnê de ya li Başûrê Kurdistanê û di krîza Kerkûkê de helwesta dewleta Tirk a dijminatiya li Kurdan, polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên di vê çarçoveyê de hîn jî didomin.

KURD NEÇAR IN YEK BIN Û BI HEV RE TEVBIGERIN

Di serî de dewleta Tirk hemû hêzên ku dixwazin destketiyên Kurdan ji holê rakin herî zêde ji neyekbûna partiyên siyasî yên Kurdan sûdê werdigirin. Her wiha dixwazin tevgerên siyasî yên Kurdan li ber hev rakin û di navbera wan de şer derxînin. Halbûkî di vê serdemê de ku bi qasî firsendan metirsî jî gelekî zêde ye, yekîtiya Kurdan di asta jiyanî de girîng e. Eger Kurd bi hev re tevbigerin, di nava şert û mercên heyî de di serî de di mijara demokrasî û azadiyê de bi her rengî wê bibe neteweyek ku destketiyên mezin afirandiye. Eger rewşa ji hev parçebûyî bidome, ne tenê firsendên heyî ji dest biçin wê destketiyên heyî jî ji dest biçin. Ev rastî hemû li Kurdan ferz dike ku bibin yek û bi hev re tevbigerin. Di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê partiyên siyasî, tevgerên siyasî, rewşenbîr, hunermend û saziyên civakî yên demokratîk. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê jî helwesteke bi vî rengî ji me hêvî dike. Berpirsyariya me partiyên siyasî, tevger, saziyên civakî yên sivîl, welatparêz û demokratan e ku em bersivê bidin van bendewariyên gelê xwe.

Em soz didin ku em ê bi her awayî bersivê bidin banga KNK’ê û daxwazên gelê xwe, em amade ne ku vê bangê pêk bînin û em ê vê yekê jî bi helwest û pratîka xwe nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de em hemû partiyên siyasî, kesayetên siyasî, şexsiyetên demokratîk welatparêz ên tevlî civîna KNK’ê bûn ji ber hewldana wan a ji bo yekîtiya gelê Kurd pîroz dikin; di karê we yê afirandina yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar a hesreta gelê me de serketinê ji we re hêvî dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa bombe dike

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HRE: Li Şêrawa 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: Li Şêrawa 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Asayîşa PDK’ê Ciwanekî Êzidî ji ber parvekirinên wî ên li ser Facebookê ew girtin

Asayîşa PDK'ê Ciwanekî Êzidî ji ber parvekirinên wî ên li ser Facebookê ew girtin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.