Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: Çima Zehmetî?

"Çima Zehmetî? Hemû kes li gorî xwe vê pirsê şîrovedike, lê belê mirovên ku zehmetî kişandine wê bikarbin rastiya vê pirsê şîrovebikin, mînak gerila dikarin bersiva vê pirsê bidin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/07/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Çima Zehmetî?
ParvekeTweet

Dunya Cemîl

“Hemû kes li gorî xwe vê pirsê şîrovedike, lê belê mirovên ku zehmetî kişandine wê bikarbin rastiya vê pirsê şîrovebikin, mînak gerila dikarin bersiva vê pirsê bidin. Hûn dizanin gerila çawa bersiva vê pirsê didin? Weha bersiva vê pirsê didin “ zehmetî mamosteyê jiyana meye.” Ji bona tu bibe xwedî tecrûbe û rastiya jiyanê binase, pêwîste tu zehmetiyên jiyanê bikişîne. Kînge hevaltî bi wate dibe, gava ku tu êşên wê bikişîne. Di kîjan demê de tu êşên mirovên derûdorê xwe hîsdike, gava ku tu heman êşan bijî. Tişta ku jiyana mirovan felçdike, ji zehmetiyan tirs e. Eger ku tu ji hilkişandine çiyayekî bitirse, tuyê çawa bedewbûna wî çiyayî bizanibe û ruhê wê bixwîne, eger tu ji westandin û ked dayîne bitirse, tuyê çawa çêj û tama jiyanê hîsbike. Kesek mîna gerila zehmetiyan jiyan nake. Her gerilayek gava ku berê xwe dide çiyan, zehmetî û mirina xwe dide berçavê xwe, lê belê jibîr nake ku li jiyaneke azad digere û bedelên wê çi bin, ew amade ye. Gava ku mirov li jiyana gerilayên kevn guhdar dike, mîna xeyalekî tê berçavê mirov, lê belê ew jiyan nexeyale, rastiye.

Wêrekiya herî mezin ewe ku tu hemû zehmetiyan pêşwazî bike. Belê gelek teşeyên zehmetiyan hene, her zehmetiyek êş û xweşiyên xwe jî hene. Gava ku tu bi zehmetiyekê re derbas dibe ya girîng ewe ku tu ji xwe bipirse gelo vê zehmetiyê çi di kesayeta min de da avakirin û çi rastî bi min da naskirin. Di nava partiyê de tu pêwîste bi her hevalekê/ î re bide û bistîne, hezbike û hevaltî pêre bike, em di vir de jibîr nekin ku em di civakeke çînî de mezinbûne û taybetmendiyên ku me ji wê civaka çînî girtine hene, misoger ew taybetmendî li pêşiya em bi herkesî re hevaltî bikin wê bibe asteng. Di vê rewşê de du çare li pêşiya te dimîne, eger tu pêdiviya xwe dibîne bi herkesî re hevaltiyeke rast û durust bike, tê têkoşîn bike, lê mixabin eger tu pêdivî nebîne, wê demê tuyê di kesayeta xwe ya kevn de israrbike. Gava ku em di kesayeta xwe ya kevn de israrbikin, pêwîste em jibîr nekin ji xwe bipirsin “ wê jiyana rêxistinê û hevaltiya wê vê israra me ya di kesayeta kevn de bipejirîne.” Gelek kesayet dema ku di kesayeta xwe ya kevn de isrardikin jibîr dikin ku vê pirsê ji xwe bipirsin. Yek ji wan kesayetê ku jibîr kirin vê pirsê ji xwe bipirsin ez bûm, ji ber vê yekê min di kesayeta xwe ya kevn de israrkir. Dibe ku hûn meraq bikin min çima di kesayeta xwe de israrkir. Ya yekemîn bi hevalên xwe re hevaltiya rast kirin têkoşîn û hewldayîn têxwestin. Gava ku têxwestin tuyê bi hevalên xwe re têkoşîn bike û di heman demê de jî pêre hevaltî bike, lê belê ez kesayetekî hestewer bûm, hevalên ku min ji wan hezdikir, min ew lêpirsîn nedikirin û ji kêmasiyên wan re çavê xwe digirt. Hevalên ku min ji wana heznedikir, herdem min kêmasiyên wan didît û bi xedarî nêzî wan dibûm, nêzîkatiyên min ji însana re nedadwarî bû û tê wateya ku nêzîkatiyên min sinifî bûn. Taybetmendiyên çînî çavkaniya xwe ji koletiyê digirin, lê mixabin ez nedizanebûne vê yekê de bûm, ango min nêzîkatiyên xwe bi nav nedikirin. Mîna Rêber APO dibêje “ kesên dikarin hinekî din li ser navê mirinê mehkeme bikin, divê zanibin xwe jî mehkeme bikin.” Tişta pêwîst bû ez xwe tê de bidim qenaet kirin ev bû; berî ku ez hevalên xwe lêpirsîn bikim, divê ez xwe lêpirsîn bikim, eger min birayar da ez li hemberî kesayeta xwe têkoşîn bikim, wê demê ezê hevaltiyeke rast jî bidim avakirin. Encama em dawiyê digihîjinê eve; zehmetî mamosteyê jiyana meye û divê em bi wêrekî ser zehmetiyan de biçin. Her zehmetiyek kesayeta te qayîm dike û hêz di kesayeta te de dide avakirin.”

Parve Bikin58TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Li ser Çanda Kurdistanê Polîtîkayên Asîmîlasyonê yên bi Darê Zorê

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Derdê dewleta tirk!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Derdê dewleta tirk!

ANALÎZ - Derdê dewleta tirk!

Gel bi yek nêrînê dagirkeriyê qebûl nake

ANALÎZ - Jiyana hevbeş, li ser me berxwedana hevbeş ferz dike

Manşet

  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Zîlan a Jinên Ciwan ên Cizîrê were li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.