Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku di şer de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/06/2019 - 17:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî nasnameya gerîlayên şehîd daxuyaniyek nivîskî weşand.

Roja 14’ê Hezîranê saet 19:30’an de hêzên me bi yekîneyekî artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Mexrebiyan a herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê re hate pêşberî hev û şer derket. Di navbera yekîneya dijmin û hêzên me de şerekî dijwr qewimî û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyê me Eren Karker Pasûr (Unal Dînar) ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kir, şehîd bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Eren Karker Pasûr
Nav û Paşnav: Unal Dînar
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Ulmiye – Abdulkadîr
Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Haziran 2019’an / Bedlîs

Eren – Unal Dînar

Hevrê Eren wekî zarokê malbateke welatparêz di sala 1991’an de li Amedê ji dayîk bûye. Li hemberî êrîşên dijmin di ciwaniya xwe de di qadên civakî û ciwanan de xebitiye. Hevrê Eren hestên xwe yên welatparêziyê bi bîreke şoreşgerî hûnandiye û di sala 2010’an de tevlî nav refên têkoşînê bûye. Hevrê Eren di nava demeke kurt de bûye fermandarekî jîr û fedakar.

Hevrê Eren bi hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derbasî qada Bakur bûye û li herêma Xerzanê tevlî têkoşîna gerîlayan bûye. Hevrêl Eren li qada Xerzanê bi têkoşîn û fedakariya xwe bûye gerîlayekî mînak û li hemberî dijmin heta fîşeka xwe ya dawîn şer kiriye.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya ku hevrê Eren ji me re hiştiye, li ser rêya azadiyê ya ku şehîdan ava kiriye bi birdaryarî hilgirin. Em di serî de ji malbata Dînar û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.

GIRÊDANA BI RÊBERTÎ RE WÊ HERDEM BIBE MÎNAK

3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 12’ê Hezîranê saet 03:00’an li nêzî qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê yekîneyeke me bi leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Piştî şer helîkopterên dagirkeran bombe li herêmê barand.

Hemwext bi bombebaranê re pasdarên Îranê êrîşî hêzên me kirin. Di şerê bi pasdarên Îranê re hevreyên me Redûr, Rojbîn û Evrîm şehîd bûn.

Heta roja îro weke tevger em beşdarî konseptên li dijî Îranê tên pêşxistin, nebûne û ti fikrekî me yê wiha nîne. Heke bûyera li ser sînor pêk hatiye ne tiştekî tenê ji bo carekê be û Îran hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk bidomîne, em bi zelalî diyar dikin ku em ê helwesta xwe ya li hemberî Îranê ji ber çavan derbas bikin û ji nû ve binirxînin.

Nasnameyên hevreyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Evrîm Ronahî Başkale
Nav û Paşnav: Aysel Togan
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Şadiye – Recep
Dem û Cihê Şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Gever

Evrîm – Aysel Togan

Nasnav: Redûr Adar
Nav û Paşnav: Gulistan Elmas
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik – Bav: Hediye – Abdulbakî
Dem û Cihê Şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Gever

Redûr – Gulistan Elmas

Nasnav: Rojbîn Avareş
Nav û Paşnav: Mercan Abdullahî Girînkanlo
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik – Bav: Naze – Ahmet
Dem û Cihê Şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Gever

Rojbîn – Mercan Abdullahî Girînkanlo

LI DIJÎ ÊRÎŞAN DI ENIYA PÊŞ DE TÊKOŞIYA

Hevrê Evrîm Ronahî; Di dema ku dewleta TC’ê ya faşîst bi çeteyên DAÎŞ’ê re êrîşî gelê Kurd kir sala 2014’an beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrê Evrîm ku di nava hestên welatparêziyê de mezin bû, ji dema ku beşdarî têkoşînê bûyî bi hestên welatparêziyê li dijî êrîşên li ser gelê Kurd di eniya herî pêş de têkoşiya. Hevrê Evrîm ku heta kêliya dawî şehîd bikeve jî ji bo azadiya gelê me şer kir û her demê bi rûhê xwe yê ciwan bûye hevrêyekî me ya mînak.

HEVRÊYEKÎ KU GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNÊ BÛ

Hevrê Redûr; Li navçeya Nisêbin a Mêrdinê di nava malbatekeî welatparêz de hate dinê  û di temenê ciwantiyê de ji bo têkoşînê dest bi xebatan kiriye. Hevrê Redûr ku di salên 90’Î de dewleta TC’ê ya dagirker bavê wê qetil kir û bê navber rû bi rû faşîzma dewleta TC’ê ya dagirker bûbû di sala 2012’an de bi awayekî aktîv beşdarî nava refên gerîla bû û di her fersendê de di nava hewldanên derb kirina dijmin de bû. Hevrê Redûr ku heta roja şehadetê jî bi fedekariya xwe dihate naskirin û bûye şervanekî girêdayî têkoşînê.

YEK JI HEVRÊYÊN FEDAYÎ BÛ

Hevrê Rojbîn; Li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbatekekî welatparêz de hate dine û mezin bûye. Hevrê Rojbîn ku dewlemendiya çanda Kurdî ji kûrahî naskir, bi zanebûna hestên welatparêziyê yên qezençirî sala 2013’an beşdarî tevgera azadiyê bû. Di demeke ku faşîzma TC’ê bi hovane êrîşî gelê me dikir de, weke bi hezaran ciwanên Kurd ber bi çiyê ve kete rê û ji bo rawestandina faşîzmê ya li dijî gelê me têkoşiya. Heta kêliya dawî jî yek hi hevrêyên me yên ku bi aktîv beşdarî têkoşînê bû û yek ji hevrêyên me yên fedayî yê parastina gel bû.”

Parve Bikin246TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîla ji Xakurkê heta Amanosê derbên giran li dagirkeran xist: 17 leşker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Rojava serdana çalakvanên Mertalên Zindî kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Rojava serdana çalakvanên Mertalên Zindî kirin

Ciwanên Rojava serdana çalakvanên Mertalên Zindî kirin

PDK’ê girên li Kanîmasî ji leşkerên dagirker ên tirk re hişt!

PDK’ê girên li Kanîmasî ji leşkerên dagirker ên tirk re hişt!

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.