Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê du gerîllayên şehîd bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di meha Nîsanê de li dijî qadên gerîlayan êrîşên hewayî hatibûn lidarxistin û gerîlayên bi navê Avzêm Cîhan Mûnzûr û Kurdistan Delîl şehîd bûne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/06/2019 - 11:53
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê du gerîllayên şehîd bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê  ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 8’ê Nîsanê de hêzên dagirker ên Tirkiyeyê êrîşên hewayî kirine û di van êrîşan de 2 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku sala 2019’an giranî daye ser şerê xwe yê dagirkeriyê yê li Kurdistanê, li berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê rast tê. Berxwedana lehengî ya gerîlayên Kurdistanê ku li dijî tevgerên dagirkeriyê nîşan dide, her carê faşîzma TC’ê têk dibe. Ruhê berxwedana Apoyî ku li çar aliyên Kurdistanê derkete holê derbên dîrokî li dijmin dixe û planên dagirkeriyê yên faşîzmê beralî dike.

Afirînerên vê berxwedana dîrokî ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê kirin bêguman şehîdên me yên leheng in. Yek ji van berdêlên ku li dijî faşîzma dijmin hate dayin 8’ê Nîsanê bû ku ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker hevrêyên me Avzem Cîhan Mûnzûr û Kurdistan Delîl li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Nasnameya gerîlayên şehîd bûn:

Nasnav: Avzem Cîhan Mûnzûr

Nav paşnav: Ezgî Torûn

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Dayik-Bav: Gulcan-Şahîn

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Kurdistan Delîl

Nav paşnav: Gullu Akdogan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Besna-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 8’ê Nîsana 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Hevrêya me Avzêm Cîhan Mûnzûr li Dêrsimê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê yên ji bo asîmîlekirina civaka Dêrsimê û tinekirina bi qirkirinê, nirxên xwe yên civakî parast û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Hevrê Avzêm li nava civaka berxwedêr û serhildêr a Dersimê mezin bû, di emrê ciwantî de bala xwe çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Tevî zext û gefên dijmin jî demeke dirêj tevlî karê ciwanan û civakî bû. Sala 2013’an li çiyayên Dêrsimê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Avzem bi kesayetiya xwe ya cewherî tevlî nava refên gerîla bû û bi hêrsa mezin a li dijî dijmin di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza. Hevrê Avzêm ku di nava hevalên xwe de gelekî dihate hezkirin, bi fedakarî û kedkariya xwe bû milîtaneke mînak ji bo hevrêyên xwe. Hevrê Avzêm ku kevneşopiya serhildêr a Dersimê di dilê wê de bû, bû yek ji hevrêyên leheng ku li dijî dewleta TC a dagirker nîşan da wê heta dawiyê têbikoşe.

Rêhevala me Kurdistan di sala 1992’an de li Colemêrgê ji dayik bûye. Di sala 2012’an de ji bo ku li dijî dagirkeriya li ser gelê Kurdistanê têbikoşe, tevlî nav refên têkoşînê bû. Rêheval Kurdistan li her qada ku lê têkoşiyaye bi giyanê xwe yê dînamîk û heyecana xwe, her dem peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Rêheval Kurdistan bûye yek ji rêhevalên me yên ku li çiyayê Kurdistanê bi qehremanî şer kiriye.

Ji ber şehadetan malbatên Torûn û Akdogan di serî de em sersaxiyê ji hemû malbatên xwe yên welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê heta dawiyê bidomînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Ciwanên Welatparêz ji bo Xakurkê banga beşdarbûna çalakiyan

Nivîsa Pêş

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd li Qamişlo meşiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd li Qamişlo meşiyan

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd li Qamişlo meşiyan

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serdana hevdîtinê kirin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.