Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Civak û hunera exlaqî -3-

Armanc û stratejiya dagirkeriyê ji xwe înkar, qirkirin û tunekirin e. Di dagirkirina welatekî de tenê bi hêza leşkerî û çekên modern encam nayê girtin. Çeka herî bi bandor qirkirina spî (pişaftin) ye. Di çarçoveya pişaftinê de rîşên li ser nirxên civakî, êrîşên li ser çand, huner, exlaq û wijdana civakê ji bo pergala dagirker armancên bingehîn in.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – Civak û hunera exlaqî -3-
ParvekeTweet

“Di vê çerx û dewrana giran de li dijî herifandin xerckirin û sotandina nirxan diyarkirina sekin û helwesta mirov çendî zor û zehmet be jî têkoşîn û parastina prensîb û têgîniya exlaqî gelekî girîng e.

Armanc û stratejiya dagirkeriyê ji xwe înkar, qirkirin û tunekirin e. Di dagirkirina welatekî de tenê bi hêza leşkerî û çekên modern encam nayê girtin. Çeka herî bi bandor qirkirina spî (pişaftin) ye. Di çarçoveya pişaftinê de rîşên li ser nirxên civakî, êrîşên li ser çand, huner, exlaq û wijdana civakê ji bo pergala dagirker armancên bingehîn in. Her wiha hetanî pergala dagirker hebûna xwe li ser civaka bindest nede ferzkirin ji siyaseta xwe, ji pergala xwe ya dagirkirinê û ji êrîşên xwe yên li ser nirxên civakê ji dest bernade. Di vê mijarê de hemû kes hemfikir in. Lê belê ya pêwîst helwest û sekna civakê ya li hemberî wê stratejiya êrîşkar e.

Dîsa ya hîn girîngtirîn ew e ku bi her babetê tu karibî derfeta pişaftina li ser civakê û bi taybet li ser çand û hunerê ji destê dijmin derxînî. Ji bo wê yekê her tim dubare dibêjim ‘sedem û pêdivî çi dibin bila ew bibin çi sazî û dezgehên çandî-hunerî û hwd. hetanî bi ziman û çanda dewletê roj-jiyana xwe bidomînin wê şûrê pişaftinê li ser stûyê me ranabe’.

Ji dîroka şoreşan, raperîn û serhildanên civakan em hîn dibin ku piraniya sedemên têkçûn û binkeftinên bizavên civakî ji ber lewaziya parastina têgîniya exlaqê ye. Mînaka herî nêzîk Bihara Ereban e. Dema ku civak li dijî bêexlaqiyên pergalên desthilat derdiketin êş û azarên bi milyonan mirovan heman êş û azar bûn. Lê di demek kurt de li gelek deverên mîna Sûriye, Lîbya û hwd. me dît ku eniya muxalîf û bizavên serhildêran veguherîn tevger û komên çete û tarî ku nirx û pîvanên exlaqî qet nas nakin. Ji pergalên heyî bi sedan qat zêdetir paşverû, tund û bêexlaq in.

Yanî dixwaz im bibêjim ku eger mirov girîngî û pêwistî nede vê mijarê wê ewlehiya şoreşê tune be û dê rêbaz her tim bi aloz û xerckirina ked û nirxan be.

Siyaseta bi exlaq, tevgera bi exlaq, stûn û cewhera şoreşa azadiyê ye. Hîm û karektera şoreşê ya 40 salî derxistiye holê û bi nûkirina paradigma ya sedsala 21’emîn re bi awayeke aşkera nîşanê hemû cîhanê daye.

Tenê tekoşîna jina kurd hêjayî hemû mînakan e.

Êrîşên dagirkeran yên li ser civakê pir aliye. Qirkirina çandî ji van yek e. Çand qasidê giyan û mêjûya mirov e. Armanca qirikrina çandî bizdandin, ji hev veqetandin, dejenere kirin û bê giyan (ruh) kirina civakê ye.

Tevgera Azadiyê 40 sal e li dijî dagirkeriyê me şiyar dike, giyan û cesaret dide me, reş û tariya ku dagirkeran li ser dîrok û mêjuya me çêkiriye tune dike, cesareta li xwe xwedî derketinê di giyanê me de ava dike.

Li ser bingeh û prensîba şoreşa bi exlaq û ji bo avakirina civakeke bi exlaq têdikoşe.

40 sal e ji bo afirandina nirxên bîrdozî, felsefî û exlaqî yên şoreşê têdikoşe. Ne tenê ji bo civaka xwe ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Mirov dikare bibêje ku ji niha de mohra xwe li sedsala 20’emîn daye.

Bêguman mebesta min ya vê mijara dûr û dirêj ew e ku nêzikahiya hinek kesan a li dijî wan nirxên ku bi berdêlên gelek giranbuha hatine bidestxistin vebêjim. Mixabin em dibînin ku hinek kes gelek bi erzanî nêzîkê wan nirxan dibin. Ew nirxên ku bi xwînên şehîdan derketine holê ji bo berjewendiyên takekesî tên bikaranîn.

Bi sedan sal e em dîlên pergalên kedxwar, diz û keleşan e. Bêguman bandora wan li ser me çêbûye. Gelek nexweşiyên wan pergalan derbasî me jî bûne.

Rizgariya ji bandora van nexweşiyan ancax bi têkoşîneke bêhempa pêkan e. Jehrkuja wan nexweşiyan bi ruh û bîrdoziya tevgera azadiyê berxwedan e.

Sed sal e çand û hunera me talan dikin, bi pişaftinê gewher û naverok vala dikin, jînwar û kevneşopiyên dîrokî talan û îmha dikin. Bi hezaran stran, dîlok, heyranok û payîzokên me dizîn û xespkirin. Her wiha bi govend û dîlanên me xelatên navneteweyî qezenc kirin. Li gel talan, dizî û xespkariyê bi derfetên dewletbûnê bi perwerde û amûrên pişaftinê sed sale mejûya ciwanên me bi jehrî dikin.

Dema mirov bi hişmendiyeke zanistî li vê tabloyê binêre, bi taybetî ev nifşê niha ya ku bi çand û hunerê re mijûl dibe gelo kî ji me dikare bibêje “ez ji şêwazên pergalê bi bandor nebûme”. Heke ev îda rast be evqasî dejenere, evqasî texrîbat û talana li ser foklor û hunera me ya gelêrî, evqasî dizî û keleşî, evqasî hêrs û kelecana kûr a ji bo şuhreta takekesî, evqasî bazariya erzanî û bêarmancî çi ye?

Gelo diziya berhem û nirxan a ku li Kurdistanê pêk tê gelo di cîhanê de li deverek din heye?

Mixabin îro gelek deng û bengên ku di qada çand û hunera kurdî de dixwazin hunerê biafirînin nikarin xwe ji şêwaz û exlaqê pergalên dagirker rizgar bikin. Mixabin bi heman şêwaz û exlaqê, bi heman hişmendiya dagirkeran û bi heman nêzîkahiyê nêzîkê nirxên gel û civaka xwe dibin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Xelîl Xemgîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 31’Ê GULANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîlla: Ji bo bîranîna Şehîd Zozan Kobanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîlla: Ji bo bîranîna Şehîd Zozan Kobanê

Ji Pênûsa Gerîlla: Ji bo bîranîna Şehîd Zozan Kobanê

Bi agirê ku ‘sedema nayê zanîn’ li Stenbolê fabrîkayek din şewitî

Bi agirê ku ‘sedema nayê zanîn’ li Stenbolê fabrîkayek din şewitî

Manşet

  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.