Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ şehîd Silava û Berîvan bibîr anî

YPJ’ê diyar kir ku wê li ser şopa her du şehîdên xwe yên destpêkê têkoşîna xwe bidomînin û heta ku jiyana tevahiya jinan ewle bikin, wê bixebitin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/05/2019 - 12:22
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ şehîd Silava û Berîvan bibîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî her du şehîwên destpêkê yên YPJ’ê şehîd Silava ku di 28’ê Gulanê de şehîd bûye û şehîd Bêrîvan ku di 29’ê Gulanê de şehîd bûye, bi bîr anîn. YPJ’ê diyar kir ku wê li ser şopa her du şehîdên xwe yên destpêkê têkoşîna xwe bidomînin û heta ku jiyana tevahiya jinan ewle bikin, wê bixebitin.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em hevrêyên xwe yên şehîd ên destpêkê hevrê Silava, Bêrîvan û di kesayeta wan de şehîwên meha Gulanê, şehîdên berxwedana serdemê û tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, soza me daye wan nû dikin.

Di hemû şerên ku di dîroka mirovahiyê de hatine pêşxistin de, her tim civak û di nava civakê de jî jinan para xwe ji êrişên herî xedar û hovane girtiye. Me weke gel û jinên Kurd jî di dîrokê de gelek berdêlên giranbiha dan û civaka me êşên mezin kişandin. Desthilatdariya mêran ji bo serweriya xwe li ser civakê mayînde bike, her tim jin lewaz dîtin û hewl da bê bandor bike. Dîroka desthilatdaran careke din di roja îro de xwe di şexsê çeteyên DAIŞ, El-Nusra û gelek komên çete yên cuda de dubare kir. Van komên çete yên xwe bi hişmendiya desthilatdariyê têr kiribûn êrîşên herî hovane li ser jinan pêk anîn. Şoreşa Rojava ku rengê xwe bi rastiya jinan hunand, ev hişmendî û feraset bi bin xist.

Di sala 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê, me wek gel û jinên Kurd biryara parastina xaka xwe û civaka xwe da. Salên 2012-2013’an bûn salên herikîna jinan nava şoreşê. Sekna hevrêyên me yên şehîd li hemberî van êrîşên dijwar ku bi rêbazên herî hovane dihatin pêşxistin, di dilê dijmin de bû tirseke herî mezin. Şehîwên me yên destpêkê, biryardarî, cesaret, bawerî û hêviya serkeftinê çawa tê bidestxistin, nîşanî me dan. Hevrê Silava û Bêrîvan bi baweriya wê şoreşa gelê wan daye destpêkirin bi ser bikeve, berê xwe da nav refên şoreşê. Ev her du heval wek şehîwên me yên destpêkê ne. Me di şexsê van her du hevrêyên hêja de tehma azadiyê girt, me xwe mezin kir, bi rêxistin kir û kire artêş.

Me weke YPJ, xwe li ser soza ku me dabû şehîdan, ava kir. Bi hezaran jin û keçên ciwan li ser şopa Silava û Bêrîvan cihê xwe di nava şoreşê de girt. Ked, fedakariyên mezin ava kirin û berwêlên giranbiha dan. Şerê me yê li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Apo û xeta şehîdan hate meşandin hişt gelê me gelek destkeftî û qezencên mezin bi dest bixe. Me di parastina her bihosteke vê xakê de şehîd dan û xwîn rijand. Ev ji bo me bi qasî êşeke mezin bû, ew qasî jî bû çavkaniya hêz giritin, avakirina hezkirina welat û mezinkirina jiyana manewî.

Heval Silava û heval Bêrîvan li bajarê Efrînê di destpêkê de cihê xwe di şoreşê de girt, barê şoreşê hildan ser milê xwe. Bi zanebûn û hestên welatparêziyê tev lê bûn, ked dan û bûn pêşengên şoreşa me. Di sala 2013’an de dema komên çete hewl da Efrînê dagir bikin, her du hevrêyên me ji bo pêşiya van êrîşan bibin mertal, di çeperên herî pêş de cihê xwe girt. Bi fedakariyên mezin rabûn, heta dawî têkoşîn kirin. Hevrê Bêrîvan di 28’ê Gulanê de, hevrê Silava jî di 29’ê Gulana 2013’an de gihîştin şehadetê.

Meha Gulanê, di têkoşîna gelê me de wek meha şehîdan e. Ev ji bo me jî heman wateyê hildigre nava xwe. Em ji bo vê wateya dîrokî bi kesayetên xwe re bikin yek, em ê tekoşîna xwe mezin bikin û şehîwên xwe di her kêliya jiyanê de bidin jiyîn. Me soza dabû şehîwên xwe, me bi têkbirina DAIŞ’ê re bi cih anî.

Di roja îro de erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Ji bo em erkên xwe bi cih bînin û hêviyên şehîd Silava, Bêrîvan û tevahî hevrêyên xwe yên şehîd bînin cih, têkoşîneke bizanebûyî û herikbar tê xwestin. Em ê xwe ji vê re perwerde û amade bikin. Em li ser wê bingehê careke din şehîd Silava, Bêrîvan û di şexsê wan de tevahî şehîdan bi minetdarî bi bîr tînin. Soza xwe li hemberî şehîdan nû dikin û dibêjin heya em jiyana gelan û tevahî jinan nexin bin ewlehiyeke mayînde, wê têkoşîna me berdewam bike.”

Parve Bikin8TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komîteya PKK û PAJK a Zîndanan: “Berxwedan bi paşdegavavêtina faşîzmê bi dawî bû”

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker bombe li Qendîlê barandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker bombe li Qendîlê barandin

Artêşa Tirk a dagirker bombe li Qendîlê barandin

Li Edene 4 kes hatin binçavkirin

Li Edene 4 kes hatin binçavkirin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.