Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

ÎHD: Rewşa girtiyên Mêrdînê giran bû

ÎHD'ê têkilî girtiyên ku li Girtîgeha Mêrdînê ya bi Tîpa E'yê di greva birçîbûnê de rapor amade kir. Di raporê de hate gotin girtiyên di grevê de dema destava mezin xwînê davêjin û gelek nexweşiyên din li wan der bûne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/05/2019 - 12:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ÎHD: Rewşa girtiyên Mêrdînê giran bû
ParvekeTweet

MÊRDÎN – Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Şûbeya Mêrdînê têkilî 104 gritiyên ku li Girtîgeha bi Tîpa E’yê ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ne, raporek amade kir.

Li gorî raporê gelek girtî dema destava mezin xwînê davêjin, gelekî li xwe şikandine û gelek nexweşî li wan der bûne. Di raporê de hate gotin, girtîgeh şekir, xwê, karbonat, vîtamîna B dide lê girtî ava fêkî, dêw, ava vexwarinê nade û girtî bi pereyan wan dikirin.

‘LI GIRTIYAN FERZ DIKIN KU GREVÊ RAWESTÎNIN’

Di raporê de hate gotin qerdiyan zorê li girtiyan dikin da ku dawî li grevê bînin, Salih Gultekîn bi zora qerdiyanan birine gel dozger û li gorî agahiyên ku girtiyan dane û dozger ji Gultekîn re gotiye grevê bi dawî bikin.

PIRSGIRÊKÊN GIRAN ÊN NEXWEŞIYÊ

Di raporê de têkilî rewşa tendiristiyê ya girtiyan ev hatin rêzkirin: ”Gazin û semptomên mîna serêşî, li xwe şikandin, pûçbûn, bi zehmetî dîtin, arinca movikan, ji hal ketin, xewa bi zehmetî, dema meşê şewişîn û jibîrkirin.  5 girtiyên ku ev 130 roj in di grevê de ne û girtiyekî ku ev 100 roj in di grevê de dema destava mezin xwînê davêjin ku ev jî bi me re wê rayê çêdike ku xwîn ji roviyan diçe. Li cem 8 girtiyan jî ku ji 2’yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne nexweşî çêbûne, nava devê wan bi birîn bûye, dema ku tif dikin di tifê de xwin heye, rîtma wan ne bi hevsengiyekê ye û her wiha dema destava biçûk mîzoka wan dişewite.”

Rewşa tendiristiyê ya heft girtiyên di greva birçîbûnê de:

Di raporê de li ser rewşa tendiristiya  girtî Zana Yilmaz, ku ji 5’ê Çile ya 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye hate gotin li gel gazin û semptomên giştî dema destavê xwînê jî davêje.

Her wiha li ser Bayram Demîrhan ku ew jî ji 5’ê Çile ya 2019’an ve di greva briçîbûnê de ye hate gotin beriya niha ji gurçika xwe tedawî bûye, xwîn ji nav û roviyên wî diçe, ji ber ku qezaya trafîkê kiriye ji çavê xwe emeliyat bûye, çavekî wî nabîne û ji ber grevê tiştan cot dibîne û şîlo dibîne. Her wiha li ser girtî Bayram Demîrhat hate gotin di devê wî de birîn çêbûne û carê xwînî dibe, diranên wî edab girtine, goştê diranên wî çûne hev, bin diranan werimiye û diranên wî diarin, dema destavê xwîn davêje.

Têkilî nexweşiyên Bîrdal Abay jî ku ew jî ji 5’ê Çile ya 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye hate gotin carekê ji hiş ketiye dîsa jî qebûl nekiriye ku wî rakin nexweşxanê, ji destava wî xwîn diçe, nav devê wî bi birîn bûye, goştê diranê wî werimiye.

Li ser Vedat Duyuş jî ji 5’ê Çile ya 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye hate gotin li gel nexweşî û semptomên giştî zikêşî bûye û xwînê davêje.

Bariş Akkuş yê ku ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de li gel sempotomên giştî dema destavê xwînê davêje û gelekî li xwe şikandiye.

Mehmet Feyzî Fîdan ku ji 2’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de li gel semptomên giştî ji destavê xwîn davêje.

Şerîf Demîrhan ku ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ye ji hiş ketiye rakirine nexweşxanê. Li nexweşxanê ji ber ku mieyeneya bi kelepçe qebûl nekiriye bêyî ku têkilî rewşa wî rapor were standin ew anîne girtîgehê. Li gel semptomên giştî nav devê wî bi birîn bûye, zikêşî bûye û dema destavê xwînê davêje.

Parve Bikin11TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şaredariya Nisêbînê jî polîsên dagirker ên Tirk hatin bicihkirin

Nivîsa Pêş

TEV-DEM’ê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TEV-DEM’ê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek da

TEV-DEM’ê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek da

Li Riha û Îdirê polîsên dagirker ên Tirk bi ser malan de girtin

Li Riha û Îdirê polîsên dagirker ên Tirk bi ser malan de girtin

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.