Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘We got cejna ziman?’

"Divê em li gorî ast û girîngiya wê nêzîkî vê rojê bibin. Her roj û li her derê heta ji me tê em diqîrin û dibêjin “Hahooo zimanê me ji dest me diçe.” Erê rast e, zimanê me ji dest me diçe, hem jî bi awayekî wisa lez diçe ku haya me ji bayê felekê tune ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘We got cejna ziman?’
ParvekeTweet

“Belê, dê îro mijara me helbet Cejna Zimanê Kurdî be…

Di vê hefteya dawiyê de wekî ku her sal diqewime, gelek bername û çalakî ji bo zimanê kurdî tên lidarxistin. A rastî wekî gotina mêrdîniyan em xwe bi xwe ne, carinan ez li serê difikirim û xwe bi xwe dipirsim dibêjim gelo van çalakiyan çiqas digihîjin mebesta xwe? Helbet van çalakiyên ku têne kirin karekî biçûk nabînim, lê gelo li gorî rewş û aloza ziman tê de ye çiqas têrê heye, ez hinekî ji vî alî ve dixwazim li meseleyê binêrim. Ji min re wisa tê ku em hem bûk in û hem jî berbûk in. Sedema ku van çalakiyan bêbandor in ez dibêjim qey ev tişt.

Binêrin, de ka em hinekî vê meseleya cejnê ji hev safî bikin. Em dizanin ew tişta ku jê re cejn tê gotin gerdîşekê rave dike. Yanî ew tişta ku bûye parçeyeke civakê û ji hûran heta giran her endamê civakê têra xwe di bin bandora vê yekê de dimîne, dijî. Demeke dirêj e me Cejna Zimanê Kurdî pejirandiye û li gorî wê jî her sal em di nava hewldanê de ne. Lê de ka em ji saziyên xwe derkevin kuçeyan û ji 10 kesên ku em li wan rast bên re em bêjin “cejna we ya zimanê kurdî pîroz be” ez gelek meraq dikim ka ew ê çend kes bersiva me bide û ji me tiştekî fam bikin. Ez bawer im tê famkirin bê mebesta min îcar çi ye.

Divê em li gorî ast û girîngiya wê nêzîkî vê rojê bibin. Her roj û li her derê heta ji me tê em diqîrin û dibêjin “Hahooo zimanê me ji dest me diçe.” Erê rast e, zimanê me ji dest me diçe, hem jî bi awayekî wisa lez diçe ku haya me ji bayê felekê tune ye. Haya we ji rêjeya axaftina bi kurdî jî heye ez dibêjim qey. Vê rêjeyê tu kesî ji ber xwe ve navêtiye. Heta gundan jî êdî em dibînin ku zarokên me bi kurdî naxivin. Ma hîn ew ê çi bibe?

Bergiriya vê yekê ne hêsan e, lê hin tiştên ku em bikaribin hene bi ya min. Sibe dikare ji îro derengtir be. Ji ber wê jî rojek berî rojekê divê bi awayekî zanistî em dest bavêjin vê arîşeyê. Di roja cejna ziman de em çi kar û xebatî bikin, divê em vê bikin mebest ku em ê çawa bikaribin girîngiya ziman ji civakê re bêjin û bi wan bidin qebûlkirin. Di hemû karên me de ev yek wisa ye, yanî em xwe negihînin civaka xwe ew karên ku em dikin û em ê bikin tev bêhude ye. Hewce nake em gotinên xwe yên dubare ji hev re bêjin. Heta sibê jî ez ji we re behsa girîngiya zimanê kurdî bikim, tu tişt naguhere. Di vê mijarê de divê em berê xwe rasterast bidin civakê.

Di vê mijarê de pêşniyazeke min a biçûk heye; vê gavê li Bakur tenê dezgeyek heye di destê me de, ew jî Zarok Tv ye. Di her malê de tv hene û Zarok Tv bi hêsanî dikare bikeve her malê. Derfeteke gelek girîng û sereke ye. Lê mixabin têra xwe em vê derfetê jî bi kar naynin. Zarok Tv di warê ziman de ji bo zarokên me, ji bo civaka me dikare roleke mezintir bigire ser xwe. Ji bo vê yekê jî xebatên mezintir û girîngtir hewce ye… Cejna Zimanê Kurdî li we tevan pîroz be.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Mehmet Çakmak

Parve Bikin3TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Ev serkeftina dayikan e’

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – ‘Pêvajoya Berxwedanê wê bi çalakiyên radîkal biserkeve’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – ‘Pêvajoya Berxwedanê wê bi çalakiyên radîkal biserkeve’

NIRXANDIN - 'Pêvajoya Berxwedanê wê bi çalakiyên radîkal biserkeve'

Coldhackers û PKK Hack Team ragihand ku wan zêdetir 200 malperan hackkirin

Coldhackers û PKK Hack Team ragihand ku wan zêdetir 200 malperan hackkirin

Manşet

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.