Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Civak û hunera exlaqî -1-

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/04/2019 - 0:03
di nav Analîz, Çand, Hûner û Spor, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
ANALÎZ – Civak û hunera exlaqî  -1-
ParvekeTweet

“Bêguman, avakirina civaka bi exlaq, ne karekî hêsan e. Di dîroka mirovahiyê de, civakan herdem bi têkoşîn û xebatên bêhempa nirxên xwe afirandine. Taybetmendiya reng û dengên xwe, bi nirxên xwe ên bingehîn nasname û hebûna xwe parastine û bi pêşxistine.

Dema mirov pênase û têgîna civaka exlaqî, kom, komeleyatiyê tîne ziman, yanî mirov behsa civaka pêşketî, komeleyetiya serwext û hişyar, edalet û şefafbûna pergala civakê dike. An jî bi wateyeke din mirov behsa hişmendiya vejînger, dînamîka zîndewar û pergaleke afirîner dike.

Pênaseya ‘exlaqê’ yanî rêzezincîra têgîna serwextî, wijdanî û mirovahiya hemdemî ye.

Mîna goşt û hestî, mirov nikare exlaq û wijdanê ji hev cuda bike. Her wiha, mîna ku exlaqê bêwijdan nîne, exlaqê bêedalet, bêşefafî û bêalîgirî jî nîne. Yanî mebesta me, alîgiriya maf, heqîqet û edaletê ye.

Welhasil, dizanim ji bo vegotina vê mijarê çend gotaran têrê nake. Mebesta min ew e ku girêdayî prensîba exlaq û wijdanê bînim ziman. Vê rastiyê baş dizanim ku hêvîkirina wijdan û exlaqê ji neyarên kurd û Kurdistanê, bêaqilî, nezantî û ehmeqî ye. Jixwe stratejiya dagirkeriyê ew e ku li nik dagirkirina leşkerî, bêexlaqkirina civakê û tunekirina nirxan e. Mînaka vê yekê, li aliyekî axtebota asîmlasiyonê ye ku mîna dezîrêsê pilindira li mêjî û stuyê me hatiye gerandin, em nikarin xwe jê azad bikin. Li aliyê din jî, ji bo dabeşkirina gelê kurd, siyaseta qirêj dimeşîne, hin caran serî li rêbazên aborî, dîplomasî, olî û mezhebî dide. Gelek caran jî siyaseta kurdê kedîkirî dimeşîne. Lê stratejiya esil ku nayê guhertin, berdewama qirkirin û tunekirina vîna neteweyî ye.

Êdî aşkera û eyan e israra kurdan a berxwedan û raperînê, li seranserê axa Kurdistanê, bostek erdê ewle ji sazî û dezgehên leşkerî û ewlehiyên dagirkeriyê re nemaye. Pergala dagirker vê rastiyê ji herkesî bêhtir dizane û hîs dike. Ji bo vê yekê, beranberî pêngavên xwe yên zordarî û hovîtiyê, giranî dide babetên şerê taybet. Nemaze di van 20 salên dawîn de, bi pêşketina globalîzmê re, pergala dagirker sûd ji amûrên teknolojî û guhertinan wergirtî, lezgînî daye êrîşên berfireh li ser nirxên civakî.

Nemaze di milê exlaq, prensîb û parastina nirxan de, nifşên nûgiyan, her cure êrîşên pergalê re rûbirû dimîne.

Lê belê sosreta herî kembax ew e ku gelek ciwanên kurd, bi dilpaqijiya xwe ango dema çand û hunerê diafirînin, bi bandora bayê çanda postmodern dikevin xeftika pergalê. Tu dema vê mijarê ji wan re vedibêjî ew jî dibêjin ‘Em jî xizmeta çand û hunera kurdî dikin.’ Tevî ku cewher, şekil û şemal, wate û bandor, reng û deng hemî ya pergalê ye, tenê peyv bi kurdî ne, şêwaz û wateya wan peyvan jî dikeve xizmeta pergalê.

Mirov dikare bi sedan mînakên wisa sosret bide lê belê ez di wê baweriyê de me ku para me hemûyan di vê kambaxî û sosretan de heye.

Di serî de para lawazî yan tunebûna siyaseteke çand û hunerê ku xwe herdem aktualîze bike. Ya din jî, para hunermendên kurd û çapemeniya kurd di vê kêmasiyê de heye.

Xerçkirin û sotandina nirxan, çi dibe bila bibe, heke ji pîvana exlaqî derkeve, pêwîst e civak destûrê nede.

Xwendevanên hêja, em ê vê mijarê bidomînin.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Xelîl Xemgîn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 12’Ê NÎSANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê 15’ê Nîsanê Konferansa xwe lidar dixin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê 15’ê Nîsanê Konferansa xwe lidar dixin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê 15'ê Nîsanê Konferansa xwe lidar dixin

TAYBET – Li Rojhilata Navîn gel bi pêşengiya Jinên Ciwan li hemberî dîktatoran Serî Hildidin!

TAYBET - Li Rojhilata Navîn gel bi pêşengiya Jinên Ciwan li hemberî dîktatoran Serî Hildidin!

Şirovê 1

  1. Geri bildirim: ANALÎZ – Civak û hunera exlaqî -2- – Nûçe Ciwan

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.