Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bi sed hezaran Newroz li Agri, Konya, Riha û Bedlîs pîroz kirin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/03/2019 - 16:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Bi sed hezaran Newroz li Agri, Konya, Riha û Bedlîs pîroz kirin
ParvekeTweet

Di pêşengiya HDP, DBP, TJA, KCD, HDK û partiyên îtîfaqa Kurd de li Agri, Konya, Riha û Bedlîs bi tevlêbûna sed hezaran Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Kurd, Ereb, Tirkmen, Ecem, li Riha, Agirî, Bedlîs û Konyaye bi tevlêbûna sed hezaran li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin.

Di pêşengiya HDP, DBP, TJA, KCD, HDK û partiyên îtîfaqa Kurd de li 4 navendan bi tevlêbûna sed hezaran Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi sed hezaran Kurd, Tirkmen, Ereb, Ecem û nasnayên cuda li Agirî, Bedlis, Riha û Konyayê li dora Agirê Newrozê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin.

AGRI

Bi deh hezaran gelê Agiriyê ji bo pîrozbahiya Newrozê li dora agir kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di saetên serê sibê de welatiyên Agiriyê bi cilên xwe yên rengîn hatin qada Newrozê û piştî lêgerîna polîsan derbasî qadê bûn. Bi hezaran welatiyên derbasî qada Newrozê bûn bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Zindanan berz kirin. Bi deh hezaran gelê Agiriyê di pîrozbahiyê de tecrîd şermezar kir û piştgirî da berxwedana Leyla Guven û hemû girtiyên zindanan. Di pîrozbahiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û namzetên Hevaredarên Agiriyê û Namzetê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bilgen derketin ser dikê û gel silav kirin Piştre Parlamenter, namzet û rêveberên HDP’ê li qadê Agirê Newrozê pêxistin û bi hevre Newroz pîroz kirin.

HETA TECRÎD HEBE BERXWEDAN JÎ DÊ BIDOME

Piştî agir pêxistin Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemir bal kişand ser daxwazên girtiyan û Leyla Guven û wiha got: “Tenê daxwazek wan heye. Ew jî rakirina tecrîdê ye. Dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Heta ku tecrîd ranebe, aştî, demokrasî û azadî li vî welatî pêş nakeve. Em ji rayedaran dixwazin ku zagon û hiqûqa xwe pêk bînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Heta tecrîd bidome berxwedan jî dê bidome.”

Piştî pîrozbahiyê Hunermend Serhat Çarnewa jî di navde 11 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Agiriyê.

KONYA

Gelê Konya jî li qada Pazarê bi coşek mezin Newroz bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin” Newroz pîroz kir. Gelê Konya di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Leyla”berz kir û agirê Newrozê pêxist. Bi sedan welatî di bin dorpêça polîsan de li qadê kom bûn û agire Newrozê geş kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Li qada Newrozê posterê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 134 rojin di greva birçîbûnê de ye vekirin û bi cilên rengîn qada Newrozê neqişandin. Newrozê bi rêzgirtin û dirûşmeya “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana Leyla”, “Leyla Guven rûmeta me ye” dest pê kir û bi axaftina siyasetmedar û muzîkê berdewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, berxwedana Leyla Guven silav kir û got: “Newroz li dijî zilma dehaqan berxwedan e. Îro hevala me Leyla Guven li dijî ve zilmê bi bedena xwe têdikoşe. Em ê di 31’ê Adarê de li dijî Dehakan wekî agirê Newrozê bersîvê bidin.” Newroz bi stranên hunermendan û govendê bi dawî bû.

RIHA

Gelê Rihayê jî li Qada tenişta Stadyuma 11’ê Nîsanê bi tevlêbûna deh hezaran bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Gel tevî astengiyên polîsan ku pankarta “Newroz pîroz be” desteser kirin û qada Newrozê tije kirin û Newroz pîroz kirin. Ji ber astengiya polîsan, pîrozbahiya Newrozê saetekê dereng dest pê kir. Polîsan pankarta “Newroz pîroz be” jî di navde hemû pankart kom kirin û desteser kirin. Tenê pankarta bi tirkî ya “Newroz aştî û azadî ye” û “Teqez emê bi ser bikevin” li qadê ma. Welatiyên kedin qada Newrozê yek bi yek di lêgerîna GBT’ê re derbas bûn. Destûr nedan ku zarokên di bin 15 salî re derbasî qadê bibin. Dîsa polîsan destûr nedan ku welatî rengên kesk, sor û zer derbasî qadê bikin.

Hozan Hozan Serwan ku duh hatibû Rihayê û hatibû binçavkirin ji ber di bin çavan de bû nehat Newrozê. Dîsa hunermend Elif Rojda jî piştî lêgerîna GBT’ê hat binçavkirin û stran negotin. Jinên ku bi cilên xwe yên herêmî û alên HDP’ê daketin qadê, govend gerandin û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, derket ser dikê û wiha got: “Em dibînin çi dikin. Dixwazin vina gel bişkînin. Heta ku em li vî bajarî bijîn, em 10 kes jî bimînin, em ê vê Newrozê pîroz bikin. Bila ev jî ji wan re bibe derd. Kesên dixwazin me li ser vê axê tune bikin hene. Wisa difikirin ku gelê Kurd tune bikin. Dixwazin bi yek ferasetê welat bi rêve bibin. Lê li vir kurd, ereb, turkmen hene. Hemû bi hevre bi rengê xwe dijîn. Em bang li gelê Rihayê dikin ku bi vîna xwe biçin ser sindoqê û mohra xwe lê bidin.”
Piştre namzetên Hevşaredaran ên Wêranşar, Serêkaniyê, Pirsûs, Xalfetî, Bîrecîk, Hîlwan, Sîwereg û Hewagê daketin ser dikê û gel silav kirin.

Newroz bi stranan bi dawî bû.

BEDLÎS

Newroza Bedlise jî li Qada Fuarê ya Navçeya Tetwanê bi tevlêbûna deh hezaran hat pîrozkirin. Gelê Bedlis û navçeyên Bedlisê li Tetwanê kom bûn û bi dirûşmeya “Bijî berxwadana zindana” Newroz pîroz kir û tecrîdkirina li Îmraliyê şermezar kirin. Bi hezaran kesên li Tetwanê kom bûn xwestin tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe û kesên li dijî tecridê ketine grevê silav kirin. Bi hezaran kesên li qadê kom bûn bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Newroz piştî axaftinan bi starên Hozan Arhat bi dawî bû.

 

1 Ji 7
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Amedê polisên dagirker piştî Newrozê êrîşî gel dike

Nivîsa Pêş

Ahmet Turk: ‘Evîndarê vê azadiyê bi agirê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ahmet Turk: ‘Evîndarê vê azadiyê bi agirê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin’

Ahmet Turk: 'Evîndarê vê azadiyê bi agirê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin'

Pîrozbahiya Newroza Kobanê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû

Pîrozbahiya Newroza Kobanê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.