Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Hunera derewan û Tayyîp Erdogan’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/03/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Hunera derewan û Tayyîp Erdogan’
ParvekeTweet

“Ger mirov geşedanên demên dawîn ên li Tirkiyeyê û daxuyaniyên serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan mêze bike dibîne ku hikûmeta tirk hem li Tirkiyeyê û hem jî di qada navneteweyî de pir tengav bûye. Rewşa heyî ya Tirkiyeyê nikare bi analîzên zanistî were şîrovekirin. Siyaseta dewleta tirk û hikûmetê di nav nakokiyên pir cidî de ye.

Ji bo xwe ji rewşa heyî rizgar bikin serî li derewan didin. Siyaseta Erdogan bi derewan dest pê dike, bi derewan dewam dike û heta kêliya dawîn jî derewan dike. Êdî hatiye wê astê ku hemû gotinên Erdogan wekî derew tên dîtin.

Di destpêka Bihara Ereban de Erdogan her tim behsa demokrasiyê, parastina nirxên mirovahiyê dikir. Gelek kesen jê bawer kirin û navê ‘xelîfe’ lê kirin. Wisa bawer dikirin ku Erdogan dê Xezayê rizgar bike û cihûyan jî biavêje behrê. Di esasê xwe de dengvedana wî ji dûrî pozê wî nediçû. Dema daxuyanî dida dilê derdorê xwe hênik dikir û piştre wan kesan didîtin ku ew gotin wekî kevirekê serê wan dikeve. Ev qareqara wî tenê ji bo rizgarkirina şexsê xwe bû.

Hevesa Erdogan li Sûriyeyê dest pê kir, piştre li Iraq, Qudus û welatên Ewropayê dewam kir. Gelek caran bi şantaja penaberan Ewropa tehdît dikir. Carnan behsa rizgarkirina Qudusê dikir û carnan jî kuştina rojnamegerekî ku endamê Îxwan-î Muslîmîn e wekî amûr û bazara siyasetê bi kar anî.

Ji bo Erdogan amûra herî mezin a şantajê DAIŞ bû lê DAIŞ jî binket û têkçû. Demek berê piraniya cografyaya Sûriye û Iraqê di destê wan de bû lê niha nefesa xwe ya dawîn didin. Xwe wekî dewlet pênase dikir lê piştî berxwedana Kobanê wekî kevirên domîno bajar û navçeyên di destê wan de bûn yek bi yek ketin.

Di şexsê vê dewleta çete de hemû dewletên ku piştgirî didan vê dewletê bi bin ketin. Têkçûnê DAIŞ’ê bandora xwe li ser îktîdara AKP’ê û Tayyîp Erdogan kiriye û ew jî ditirsin ku bin bikevin. Dixwazin xwe ji xurifandinê rizgar bikin, lê nexweşiyê ketine û êdî xilasbûna wan ne mimkun e. Pêwîst e ev nexweşên îktîdarê bên îzolekirin, da ku nexweşiya wan derbasî kesên din nebe.

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di dawiya vê mehê de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bên lidarxistin bûye xema Erdogan ya herî mezin. Ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve herkesî tehdît dike û bi terorîstbûnê tavanbar dike. Di serdema hikûmeta AKP’ê de hemû Tirkiye bûye zindaneke mezin û ji ber ku kurd li dijî vê siyasetê de her roj tên girtin. Jiyan li welatiyên Tirkiyeyê hatiye herimandin û gelek kes dixwazin birevin derveyî welat. Di heman demê de girseyeke mezin jî li hemberî zext û zordariyên Erdogan li ber xwe didin.

Em dikarin bibêjin ku hilbijartinên 31’ê Adarê dê bibe çirûska têkçûna AKP’ê û dê pişta Erdogan bişikîne. Di nav sînorên Tirkiyeyê de gel ji vê îktîdarê bêzar bûne, welatên cîran ji vê siyasetê razî nîn in û gelek dewletên ereban û cîhanê ji vê siyasetê aciz bûne.

Gefên li hemberî bakûrê Sûriyeyê, Idlibê û heta Behra Spî êdî feyde nake. Ne kurd kurdên berê ne û ne jî ereb erebên berê ne. Nemaze jî gelê Misrê rastiya dewleta tirk baştir nas kirin. Êdî dema qareqarên Erdogan derbas bûye, nema kesekî bitirsîne. Hem li Tirkiyeyê û hem jî li seranserê cîhanê gelek kes ji Erdogan re dibêjin na û êdî bes e. Planên wî bin dikevin û amûrên wî yên wekî DAIŞ’ê ber xilasbûnê ye. Êdî Erdogan tenê bûye hêmaya deng û neçarî têkçûnê ye.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Şiyar Zaxo

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Civaka Kurdistanê dê li dijî komkujiyan xwe biparêze’

Nivîsa Pêş

TAYBET- Bajarê Berxwedanê ji Cejna Newrozê re amade ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET- Bajarê Berxwedanê ji Cejna Newrozê re amade ye

TAYBET- Bajarê Berxwedanê ji Cejna Newrozê re amade ye

Ciwanên Stenbolê çalakî pêk anîn: “PKK li vir e”

Ciwanên Stenbolê çalakî pêk anîn: “PKK li vir e”

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.