Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- Di 8’ê Adarê de bersiva jinan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/03/2019 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ- Di 8’ê Adarê de bersiva jinan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek deverên cîhanê û nemaze jî li Kurdistan û Tirkiyeyê jin daketin kolana 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pîroz kirin.

Wekî her sal, îsal jî Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li gorî xweserî û wateya vê rojê hat pîrozkirin. Nemaze jî li Kurdistan û Tirkiyeyê ev roj bêtir girîng û watedar dibe.

Têkildarî rewş û rastiya Komara Tirkiyeyê (TC) her roj nirxandin tên kirin û rola dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tê bibîrxistin. 8’ê Adara sala 2019’an di çarçoveya vê rastiyê de hat pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê îsal xwedî taybetmediyeke cuda ye û dîrokî ye.

Di 31’ê adara 2019’an de li Tirkiyeyê hilbijartinên rêveberiyên herêmî tên lidarxistin û dema mirov qadên mîtîngan temaşe dike hê jî kelecana hilbijartinê nayê hîskirin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê gefan dixwin û civakê ditirsînin. Her roj bi tevlêbûna hezaran polîsan di bin navê ‘operasyon’ de êrîşî gel dikin û dixwazin civakê bitirsînin û bêzar bikin. Van operasyonan bi rêya çapemeniya xwe belav dikin û wekî serkeftineke mezin nîşan didin. Bi daxuyaniyan tînin ziman ku dê hejmara hêzên faşîst û zordest ku zextê li civakê dikin, zêde bikin. Bi 10 hezaran nobedar, polîs, cendirme, cerdevan hene û dibêjin dê hejmara wan zêdetir bikin.

Êdî haya hemû kesî heye ku li Tirkiye û Kurdistanê ji bilî leşker û artêşê bi awayekî lez mîlîtarîzm tê pêşxistin. Ev hêzên mîlîtarîst tenê bi nobedar, polîs, leşker, cerdevan, hêzên taybet û çekan sînordar nîne û hinek kesên sivîl ku wekî pêz rêve dibin tevli vê hêza xwe mîlîtarîst kirine. Bi awayekî aşkera çek dane destê wan û amade ne ku êrîşî civakê bikin. Çapemeniya ku berdevkiya faşîzma AKP-MHP’ê dike, di weşanên xwe de gelek caran cih dide van derdorên mîlîtarîst.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê civak wisa tirsandine ku nahêlin kesek nefesê bigire û hewl didin civakê bifetisînin. Nahêlin şoreşger, demokrat û mûxalîf dengê xwe bilind bikin û dengê kesên ku di nav wan de dixwazin nêrînên cuda bînin ziman jî qut dikin. Heta gavek pêşdetir çûne û gelek kes bi hincet û gumana dibe ku muxalefetê bikin diavêjin zindanan.

Di rewş û atmosfereke wiha de jin li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyan Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pîroz dikin. Li dijî her cure zext û astengiyan bi rojane çalakiyan li dar dixin û peywira xwe ya têkoşîna azadî û demokrasiyê tînin cih. Ne mimkun e ev têkoşîna jinan were pîvandin û pirsgirêkeke bi vî rengî jî nîne. Jin li her derê daketin kolan û qadan. Tişta esasî ew e ku jin di Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê de li dijî hemû zextan daketin kolan û qadan, xwedî li nirxên mirovahî, demokrasî û azadiyê derketin. Di pêvajoyeke wiha girîng de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Berxwedana Grevên Birçîbûnê ya Bêdem (BGBB) hatiye destpêkirin.

Leyla Guven di sala 2019’an de bi Berxwedana Grevên Birçîbûnê ya Bêdem, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pêşwazî kir. Berxwedana Grevên Birçîbûnê ya Bêdem di meha 5’emîn de ye û armanca van çalakiyan ew e ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo were rakirin. Leyla Guven bi vê berxwedana xwe bi awayekî aşkera rastiya Rêber Apo ya têkoşîna demokrasî û azadiyê nîşanî her kesî da û li dijî hemû zext û astengiyan ligel dayîna bedelên giran vê rastiyê diparêze. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje rola xwe ya pêşengiyê tîne cih.

Di sala 2019’an de Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê di warê naverokê de li gorî salên borî îsal bêtir dewlemend û watedar e. Ev di heman demê de ev yek ispata têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye û hêviyên serkeftinê mezintir dike. Ev berxwedan ji dîktatoriya faşîst ya AKP-MHP’ê re bûye bersiva hêzên demokrasiyê û azadîxwazan.

Cûmalî Dogan

Çavkanî: e-rojname

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ- “Kurdan ji welatê wan dikirin der”

Nivîsa Pêş

Li Marsîlya ji Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Marsîlya ji Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî

Li Marsîlya ji Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî

Ciwanên Amed’ê li dijî tecrîdê çalakiya rê girtinê pêk anî

Ciwanên Amed'ê li dijî tecrîdê çalakiya rê girtinê pêk anî

Manşet

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.