Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ji 5 çalakvanê zindanê peyam heye: “Rojên xweş di pêşiya me de ne”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/02/2019 - 10:21
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji 5 çalakvanê zindanê peyam heye: “Rojên xweş di pêşiya me de ne”
ParvekeTweet

Pênc berxwedêrê zindanê nameyeke hevpar şandin û ji bo çalakiya xwe gotin, “Her tişt wêneyê kêfxweşî û bedewiya me ne” û diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Pênc girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Amedê ku ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne, xwe weke ‘bezvanê rêya dirêj’ bi nav dikin. Her pênc berxwedêran nameyeke hevpar şandin û ji bo çalakiya xwe gotin, “Her tişt wêneyê kêfxweşî û bedewiya me ne” û diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.

Firat Ertûnç, Mazlûm Dîlek, Farûk Akray, Recep Bal û Adnan Yîgîttekîn ji wan girtiyan e ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî greva birçîbûnê bûne ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêk tê.

BIRAYÊN ERTÛNÇ HEMÛ GIRTÎ NE

Firat Ertûnç ku ji 5’ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T a Amedê di greva birçîbûnê de ye, sala 1987’an li Colemêrgê ji dayik bû. Ji sala 2009’an heta 2014’an li girtîgehê ma. Piştî ku hate berdan li nava DBP’ê dest bi siyasetê kir. Dema ku şer ji nû ve dest pê kir, bi hinceta ragihandina xwerêveberiyê ya sala 2015’an, dîsa hate girtin û 16 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ertûnç pênc bira ne û hemû jî li girtîgehên Tirkiyeyê dîlgirtî ne.

DI EMRÊ ZAROKATÎ DE HATE GIRTIN

Mazlûm Dîlek sala 1990’î li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Sala 2007’an ku hîn 17 salî bû hate girtin û cezayê girtina heta bi hetayê lê hate birîn. Ji ber ku dema hate girtin emrê wî biçûk bû, cezayê wî hate kêmkirin. 12 sal in girtî ye û normal divê piştî 4 salên din bê berdan.

17 SALAN LI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ MA

Farûk Akray sala 1974’an li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik bû. Dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir hîn 16 salî bû û di 17 saliya xwe de tevlî nava refên têkoşînê bû. Piştî 17 salan hate girtin. Cezayê heta bi hetayê lê hate birîn. 11 sal in girtî ye û hîn cezayê 19 salên din heye.

BERÎ 10 SALAN HATE GIRTIN

Recep Bal sala 1984’an li navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bû. Sala 2004’an tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, piştî 5 salan hate girtin. 25 sal cezayê girtîgehê li Bal birîn. 10 sal in di girtîgehê de ye.

SALA 2012’AN JÎ TEVLÎ BÛBÛ

Adnan Yîgîttekîn sala 1992’an li gundê Şemsê yê Sêrtê ji dayik bû. Sala 2010’an tevlî bû û piştî salekê hate girtin. 70 sal ceza lê hate birîn. 8 sal in di girtîgehê de ye. 12’ê Îlona 2012’an di koma sêyemîn de tevlî greva birçîbûnê bûbû. Birayekî Yîgîttekîn li nava refên gerîla ye.

MEŞVANÊN RÊYA DIRÊJ

Her pênc girtiyan di nameya hevpar de dibêjin, “Em pênc meşvanên rêwîtiya dirêj in.”

PÊVAJOYA KU MIROVAN BEDEW DIKE

Nameya her pênc berxwedêrên greva birçîbûnê wiha dewam dike: “Çi bê kirin, di oxira wê de çi bê fedakirin jî di vê rêwîtiyê de wê kêm bimîne. Eger em ê karibin kêm jî deynê xwe bidin Roja xwe û yên bûn stêrk, ev yek wê ji bo me kêfxweşî be. Rojên me yên 30’î wêneyê kêfxweşiya me ne. Ev roj, ev pêvajo ji her alî ve mirovan bedew dike. Bêrîtan ji bo birîneke li ser rûyê xwe ya ji ber şerekî rû da gotibû, ‘Wêneyê bedewbûna min e’. Pîr Kemal bi gotina ‘Çi xweş e’ 14’ê Tîrmehê pêşwazî kiribû. Doktor Hayrî Dûrmûş bi gotina ‘Deyndarê gelê xwe bû’ xatir xwestibû.

‘WÊNEYÊ BEDEWBÛNA ME YE’

Em jî xwedî heman hestê ne. Eger em hestên xwe bi hevokekê bînin ziman, em ê bêjin, ‘Ev yek wêneyê kêfxweşî û bedewiya me ye’.

ROJÊN XWEŞ LI PÊŞIYA ME NE

Hevrêyên hêja, di dawiya vê rêwîtiyê de rojên xweş hene ku li benda me ne. Li bajarê mirovên ku digotin ‘encam wê bêhempa be’, em bi vê hestê dijîn. Em her roj bêhna mirovekî azad dibe di dilê xwe de hîs dikin. Em wî dengê bi coş ê ku mizgîniya serketinê didin her dibihîzin, ku dibêjin ‘Em bi ser ketin, hûn ê jî bi ser bikevin’.

Bi vê bîr û baweriyê we, gelê me, Roja me û her ferdên Tevgera Azadiyê, hemû hevrêyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn destpêdike

Nivîsa Pêş

Li Osmaniye binçavkirinên Tora Civakî!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Osmaniye binçavkirinên Tora Civakî!

Li Osmaniye binçavkirinên Tora Civakî!

2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê destpêkir

2'mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li Kobanê destpêkir

Manşet

  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.