Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- PARASTİNA HEBÛNÊ!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/02/2019 - 0:20
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ- PARASTİNA HEBÛNÊ!
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN
Cîhana wateyan ya ku ji hêla mirovan ve tê afirandin, xwe dispêre dîyardeya heyînê. Di wateyeka dîtir da dîroka mirovan ji yekûna pirsên; derbarê heyînê, kana heyînê, pêvajoya bûyîngê, pêşdeçûna geşedanê û armanca heyînê, pêk tê.
Çendîn bawerî, raman û mîtologyayên ku, heyînê hildipesartin axê, heyîn û axê jihev dihesibandin û di vê wateyê da pîrozwerîyê li axê bar dikirin, hebûne.
Nemaze li Kurdistan û Rojhilata Navîn, dîyardeya axê ne tenê ji bo paşeroj û îro lê di heman demê da ûtopya û xeyalên pêşerojê jî didirûvîne.
Mirov dikare, ji çandê heta hûnerê, ji zanist heta felsefeyê, ji dîn heta pergala aborî, sîyasî, leşkerî û civakî, di her kêlî û qadên jîyanê da pêrgê metafora axê bê û gengaz e ku mirov wê wekî dîyardeyekê hilde dest.
Çunkî her bûyîng pêwîstî bi zemîneka ku, dê li ser hebe, dirûv bigire û hilkeve heye. Ev zemîn her çiqas ji bo qada fîzîkî be ewqas jî ji bo qada metafîzîkê ye.
Hest, raman, xwestek û xeyalên me li ser zemînekê peyda dibin û bi pêş ve diçin. Berîya ku em jîyanê vehûnin, em dîyalektîka dem-mekanê dixebitînin.
Di vê wateyê da dirust e ku mirov bibêje di nîvek û binyada pirsgirêkê da, pirsgirêkên ku ji ber axê peyda bûne, hene.
Her çiqas ku serdema feodal ya ku bi serwerîya li ser axê, bi bidestxistin û dagirkirinê dirûv girtibû bi dawî bibe jî, ji ber pêwendîya mirovan a mutleq a bi axê ra, pergala kapîtalîst a ku dixwaze xwe bi şêweyên ciyawaz pêşkeş bike jî ji bo li pîya bisekine û polîtîkaya xwe ya aborîyê berdewam bike, hewl dide ku  erdnîgarîyên ciyawaz ên dinyayê ji hêla aborî, sîyasî, leşkerî hwd. ve dîzayn bike.
Heger ku îro, di pêvajoyeka ku pergala kapîtalîst krîzeka binyadî dijî da, şerên sîstemê yên ku jê ra Şerê Cîhanê yê 3em tê gotin, li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê di çarçoveyeka pirrehendî da û bi hemû kûrahîya xwe bê jîyîn; ew çax divê pêwendîya vê bi dîroka wê axê ra bê dîtin.
Ax mirovan, mirov civakan, civak jî çand, ziman, bawerî, zanist, sinc û pergalan diafirîne, an jî ev hemû li ser wê hildikevin.
Dîyalektîka jîyanê, bi xwehilberandineka berdewam, xweafirandin û di nav yekbûyînîyê da wate bidestxistinê gengaz e.
Hebûn, hilberandin, watedarkirin puxteya civakî didirûvîne. Lê kapîtalîzm berovajîyê van hemûyan e û li ser; her tiştî ji puxteya wê dûrxistin, parçekirin, tunekirin û mezaxtineka bêdawî hildikeve.
Di merheleya ku em gihiştinê da tu tişt nemaye ku pergala kapîtalîst dest neavêtibê, her tişt ji bo wê bûye heyberên mezaxtinê.
Û li cihê ku ev mezaxtin hatiye gihiştîyê; valahî heye, kaos heye. Hûn nikarin valahîyê bixeritînin, nikarin bikin heybereka mezaxtinê û derxînin bazarê.
Li ber ronîya van hemî rastîyan, ew hemî reçeteyên ku ji bo rizgarîya mirovî tên pêşxistin; di serdema me ya ku herifandin tê da tên jîyîn, ku civak  bi cinawirên şer jê ra tê gotin ve hatine parî parîkirin, ku mirov ji welatên xwe tên derxistin û tûşî vebirîneka fîzîkî, çandî, hişî û îdeolojîk a hovane tên, mecbûr e ku hebûna mirovî hildin bin ewlehîyê.
Belam bi vî awayî ew valahîya ku pergala kapîtalîst a modernîst afirandibû dikare bê tijekirin, mirov dikare dîsa vekişe nav cîhana wateyan û di avakirina cîhaneka azad da bibe kirdeyeka/î aktîf.
Welatê me Kurdistan di nîveka van nakokî û lêkdanan da cih digire,  li ser civaka Kurdistanê polîtîkayeka çewisandin û tunekirineka pirhêl dide meşandin.
Dilxwazîya terikandin û penaberbûnê ya ku li welatê di van şertûmercan da derketîye holê, koçkirina berev di destpêkê da Ewrûpa û li gelek deverên dîtir û boçûnên ji bo jîyaneka din saz kirin ji xeyaleka xam jî wêdetir, xetereyeka ji mirinê betertir jî di xwe da dihewîne.
Bêguman ev dilxwazî û boçûnên bi vî awayî wekî encamên pêvajoyeka sirûştî derdikevin holê. Bere’ksê wê, ev dilxwazîyek e ku hêzên dagirker ên nîjadkuj di nav civakê da pêş xistîye.
Bi ramana “êdî li Kurdistanê nayê jîyîn, Kurdistan û pirsa kurd nayê çareserkirin, tu wateyeka têkoşînê tuneye” ya ku dagirkerîya nîjadkuj hewl dide bafirîne, tê armanckirin ku, Kurdistan bi vî awayî bê kurd bê hiştin.
Demografîya deverên ku dagir kiriye diguherîne, mirovên ku li deverên ciyawaz yên cîhanê û nemaze yên ku ji şerê li Sûrîyeyê revîyane û hatine Tirkîyeyê, li bakurê Kurdistanê dide bicihûwarkirin.
Wekî ku ev jî têrê neke, bi rêya şebekeyên qirêj, bi rêxistina çeteyên ku revandekîya mirovan dike, ji 4 parçeyên Kurdistanê ciwanan vediguhêze bo Ewrûpa û cihên her wekî din.
Tişta ku li benda ew mirovên ku ji welatê xwe hatin qetandin û daketine rewşa penaberan e jî, mirin an jî ji mirinê bedtir bênasnamekirin e.
Ji ber hindê her çiqas şertûmercên jîyanê li Kurdistanê dijwar dibin bila bibin, her çiqas ku êrîşên dagirkerên nîjadkuj bi awayekî hovane berdewam bikin jî, israra li welatê xwe mayîn û jîyan dê ji bo wekî mirov jîyankirin bibe israr.
Çunkî, mirov ancax bi civaka xwe ra dibe mirov û civak li ser reh û axa xwe bejin diavêje.
Li ser vê asasê, pejnkerîya li hember polîtîkayên şerê taybet ên qirêj, wêrekîya bibiryarî û israra jîyandina li Kurdistanê û têkoşînkirinê dan nîşandan, erk û mafê her mirovê kurd e. Şerê heyîn û azadîyê ancax bi vî awayî dê bigihêje serkeftinê.
Ulaş Arslan
Ji Navenda Lêkolîna Strajeîk a Kurdistanê hatiye wergerandin
Parve Bikin2TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Li Mexmûr’ê Lîga Futbolê Destpêkir”

Nivîsa Pêş

Li Şirnex’ê 8 jinên din hatin berdan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Şirnex’ê 8 jinên din hatin berdan

Li Şirnex'ê 8 jinên din hatin berdan

LEZGÎN- DGH: Li dijî tecrîdê li Riha 4 wesayît û kargehek hat şewitandin

LEZGÎN- DGH: Li dijî tecrîdê li Riha 4 wesayît û kargehek hat şewitandin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Barana Botanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.