Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: ”Sala 2019 wê bibe serkefetina pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/01/2019 - 9:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: ”Sala 2019 wê bibe serkefetina pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’
ParvekeTweet

 

Komîteya Rêveber a PKK; ”Li ser vê bingehê, di salvegera 6’an a şehadeta wan de em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li gelê xwe bi taybetî jin û ciwanan, bang li dostên xwe dikin ku li her deverê bi çalakiyên xurt pêngava serketinê ya ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ bi hêz bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 6’emîn a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got, “Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî 9’ê Çileyê li navenda Parîsê bi namerdî hatin qetilkirin. Ev yek êrîşeke plankirî bû ku ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan û Rêxistina Îstîxbarata Millî ya Tirk (MÎT) a bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hate kirin.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Yek ji damezrînerên partiya xwe û milîtana pêşeng a têkoşîna azadiya jinê hevrê Sakîne Cansiz (Sara) û milîtanên jin ên hêja yên partiya xwe hevrê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî), di salvegera 6’an a şehadeta wan de, ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em dibêjin; di sala heftan a vê komkujiya namerdî de, em ê bi partî û gelê xwe xwedî di çarçoveya pêngava ‘tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên hêja derkevin.

Weke ku tê zanîn, hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî 9’ê Çileyê li navenda Parîsê bi awayekî namerde hatin qetilkirin. Komkujî êrîşeke plankirî û rêxistinkirî ya Rêveberiya Tayyîp Erdogan û Rêxistina Îstîxbarata Millî ya Tirk (MÎT) a bi rêveberiya Hakan Fîdan bû. Nepêkan bû ku êrîşeke bi vî rengî bêyî piştgiriya Fransa û hin hêzên li Ewropayê bihata kirin. Lewma rêveberiya Fransayê ya wê wextê û hin dewletên Ewropayê yekser ji vê komkujiyê berpirsyar in. Kujer Omer Guney hate girtin û lê hate pirsîn. Di encama lêpirsînê de ku çar salan dewam kir, eşkere bû ku komkujî bi plankirî û rêxistinkirî hatiye kirin û bi fermana hikumeta AKP’ê ya wê demê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye plankirin û bi cih anîn. Hem bi lêkolînên polîsan, hem jî di gilînameyê de ev rewş bi belgeyan îspat bû.

Lê belê mehek beriya destpêkirina dadgehê kujer Omer Guney li girtîgehê hate kuştin û pêşî li destpêkirina dadgehê û darizandina komkujiyê hate girtin. Bi bêdengkirina Omer Guney re hem pêşî li dadgehê hate girtin, hem jî eşkerebûn û cezakirina sûcdarên din ên komkujiyê hate astengkirin. Bi vî awayî sûcdarên esasî; Tayyîp Erdogan, Mehmet Alî Şahîn, Huseyîn Çelîk û Hakan Fîdan hatin parastin. Ne welê ye, lê sermeselê; hêza rêveberiya Fransayê têrê nekir ku pêşî li komkujiyê bigire. Gelo hêza rêveberiya Fransayê têrê nekir ku komkujiya namerdî darizîne û sûcdaran ceza bike? Xuya ye hesabên erzan ên berjewendiyan pêşî li vê digirin û komkujî mîna rûreşiyekê li eniya mirovahiyê hatiye hiştin. Em dixwazin êdî dawî li vê rewşê were anîn; bang li rêveberiya Fransayê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabe, sûcdarên din ên komkujiyê eşkere bike û darizîne.

Tê zanîn, komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê di demeke welê de pêk hat ku li Îmraliyê pêvajoyeke nû ya diyalogê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dest pê kiribûn. Bi vî rengî hate xwestin, destpêkirin û rêveçûna pêvajoya diyalogê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bê sabotekirin. Yanî, komkujî ji aliyê hêzên faşîst-qirker ên xwe ji hebûna pirsgirêka Kurd xwedî dikin ve hate kirin. Êrîşek ji bo pêşîgirtina li çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Êrîşek li dijî azadî û demokrasiyê bû. Êrîşek li dijî Kurdan û jinan bû. Van taybetmendiyan hemûyan xwe di dijminatiya li PKK’ê de nîşan didan.

Rêber Abdullah Ocalan fîşekên li Parîsê li hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin reşandin weke dewama komployên 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê nirxand û diyar kir ku ji aliyê hêzên komploger ve hatiye kirin. Got ku bi vî rengî xwestine komployê nû bikin û bidomînin. Gelekî eşkere ye ku bi êrîşê re hate xwestin, pêvajoya nû diyalogê bê sabotekirin. Xwestin ku pêşî li êrîşên El Qaîde û DAÎŞ’ê yên li Rojhilata Navîn vekin û ji destpêkê ve berxwedana li dijî van êrîşan asteng bikin. Eger pêşî li êrîşa komploger a bi Komkujiya Parîsê re dest pê kir nehatibûya girtin û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş ve neçûya, wê berxwedana piştre li dijî êrîşên DAÎŞ’ê ya faşîst hate kirin pêk nehata û çetekariya faşîst wê li Rojhilata Navîn serdest bibûya.

Eger mirov bi baldarî lê binerin, wê were dîtin ku hewldanên nûkirina komploya navneteweyî yên bi Komkujiya Parîsê re dest pê kirin, îro jî bi êrîşên heman şêweyî dewam dikin. Hêzên ku li Parîsê komkujî kirin, îro jî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat komkujiyê li Kurdan û jinan dikin. Li Efrîn, Botan, Dersim, Şengal, Mexmûr, Bradost û çar aliyên Kurdistanê êrîş û komkujiyên qirker-faşîstan dewam dikin. Yên ku doh Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kirin, îro jî Avesta, Della û Zekiyan qetil dikin. Bi hedefkirina rêveberiya partiya me re dixwazin tevgera me ya azadî û demokrasiyê tasfiye bikin.

Lê belê, partiya me û gelê me, jin û ciwanên Kurd ên dan ser şopa hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî, bi têkoşîna xwe ya şeş salên derbasbûyî êrîşên komplogeran şikandin, planên tinekirin û tasfiyeyê ji hev xistin û daxwaza kujerên komploger di ber wan de hiştin. Li Bakurê Kurdistanê faşîzma AKP-MHP’ê anîn ber hilweşînê, li Rojava çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst bi temamî têk birin, li Başûr kirin siyaseta noker tevizandin û li çar aliyên dinyayê hebûna Kurdan û têkoşîn wan a mafdar û azadiyê dan naskirin. Bi vî rengî tola Komkujiya Parîsê hilanîn.

Têkoşîna tolhildanê niha bi pêşengiya Leyla Guven li ser bingeha berxwedaneke nû ya 14’ê Tîrmehê bi pêngava serketinê ya bi navê ‘Em tecrîdê bikişînin û faşîzmê hilweşînin’ dewam dike. Pêngava me ya serketinê ku armanca wê, jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan e, li her qadê belav dibe, timî berfireh dibe, dibe rastiya jiyana rast a sala 2019’an û xeta çalakiyê nîşan dide. Têkoşîna me ya şoreşgerî ku ji Sara heta Leyla li ser bingeha azadiya jinê xurt dibe, bi pêngava ‘Em tecrîdê bikişînin û faşîzmê hilweşînin’ li ser xeta azadiyê bi pêş ve diçe. Sala 2019’an wê bi vê pêngavê re bibe sala serketinê û şehîdên me yên Parîsê wê di vê serketinê de her hebin!

Li ser vê bingehê, di salvegera 6’an a şehadeta wan de em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li gelê xwe bi taybetî jin û ciwanan, bang li dostên xwe dikin ku li her deverê bi çalakiyên xurt pêngava serketinê ya ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin’ bi hêz bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN- Ji Ciwanên Kurd li Parîs’ê çalakiya bêîteatiya sîvîl

Nivîsa Pêş

Ji Yekitiya Ciwanên Şoreşger li Balafirgeha Zûrîh’ê Çalakî”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Yekitiya Ciwanên Şoreşger li Balafirgeha Zûrîh’ê Çalakî”

Ji Yekitiya Ciwanên Şoreşger li Balafirgeha Zûrîh'ê Çalakî''

Kalkan: ”Hevrê Çetîn xeta Apogerî, nirxa gerilayên azadiyê û partiyê ye”

Kalkan: ''Hevrê Çetîn xeta Apogerî, nirxa gerilayên azadiyê û partiyê ye''

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helwesta ciwanên beramberî şehîden xwe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.