Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK; “Em ê bi pêkanîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk tola vê komkujiyê hilînin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/12/2018 - 8:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Komkujiya Roboskî, cesedên zarok û ciwanan ên hatin parçekirin wê ti carî ji bîr neçin. Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist, ku beriya niha bi 7 salan, 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê Qilabanê 34 zarok û ciwan bi bomberdûmana balafirên şer ên Tirk hatin kuştin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em ê bi pêkanîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk tola vê komkujiyê hilînin” û wiha dewam kir: “Ev komkujî bi fermana Tayyîp Erdogan hate kirin ku şefê sîstema qirker-faşîst a li dijî Kurdan e. Ji xwe piştî vê komkujiyê, fermandar, leşker û pîlotên cihê xwe di komkujiyê de girtin, pîroz kir. Ji ber ku yê ferman daye ew bi xwe ye, bi awayekî vekirî xwedî li komkujiya ku sûcê li dijî mirovahiyê ye derketiye. Adara 2006’an, di dema serhildanên Amedê de gotibû ‘jin jî be, zarok jî be ya pêwîst çi be em ê li dijî wan bikin’ û fermana komkujiyê dabû. Gelek zarok piştî vê fermanê hatibûn kuştin. Tayyîp Erdogan siyasetmedarekî bêesl e ku ti nirxekî xwe yê însanî, wijdanî û exlaqî nîne. Li welatên ku yên mîna wê desthilatdar in, bi her awayî zext û komkujî dibin.

Tevî Fethûllahiyên ku hevalbendê wan bû, salên 2011-2012’an bi modela Srî Lankayê xwest, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tasfiye bike. Komkujiya Roboskî di nav de gelek komkujî kir, lê kiryarên ti ji wan nehatin darizandin. Ji wê demê û vir ve zexteke giran li ser siyaseta demokratîk kir, di bin navê ‘dozên KCK’ê de bi hezaran siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr girt. Ji ber ku ji van êrîşan encam negirt û desthilatdariya AKP’ê gihîşt asta hilweşînê, sala 2012’an li Îmraliyê çûn cem Rêber Apo; bi vî rengî sala 2013’an pêvajoya bêçalakîtiyê dest pê kir. Lê belê ji ber ku zîhniyet, polîtîka û projeyeke desthilatdariya AKP’ê ya ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd nîne, vê carê bi MHP, Ergenekon û dijminên din ên Kurdan re dest bi êrîşa qirkirina gelê Kurd kir. Ev pêla êrîşê ku 5’ê Nîsanê bi tecrîda li Îmraliyê re dest pê kir, 24’ê Tîrmehê veguherî êrîşeke topyekûn.

JI BO KOMKUJIYÊN MÎNA ROBOSKÎ NEYÊN KIRIN, DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ XURTKIRIN

Di vê pêvajoyê de, di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Sûrê gelek komkujiyên mîna yên Roboskî hatin kirin. Piştre li Efrîn, Şengal, Mexmûrê komkujiyên weke Roboskî hatin kirin. Mejiyê Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê li Roboskî zelal bû. Lewma, ji bo tola komkujiya Roboskî were hilanîn û pêşî li rûdana komkujiyên nû yên mîna Roboskî bê girtin, divê li her deverê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têkoşîn bê xurtkirin.

Gundiyên Roboskî heta niha bi rûmetî li ber xwe dan. Ne pereyên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên ji bo vegera ji vê dozê qebûl kirin, ne jî serê xwe li ber zext û zordariyê tewandin. Li gel zextên li wan hatin kirin jî ji bo kesên komkujî kirine eşkere bibin û bên darizandin, têkoşiyan. Desthilatdariya AKP’ê li şûna ku van kujeran darizîne, kesên ku xwestin kujer bên darizandin girt û darizand. Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encu ku ewladekî gelê Roboskî ye, ji ber ku hewl da hesab ji kujeran bipirse, niha li zindanê ye.

Komkujiya Roboskî, cesedên zarok û ciwanan ên parçebûyî wê ti carî ji bîr neçin û gelê me û tevgera me ya azadiyê wê bi têkoşîna xwe hesabê van komkujiyan bipirsin. Gelê Kurd veguheriye wî gelî ku êdî bi zext, zilm, girtin û komkujiyan dest ji azadiya xwe bernade. Ji ber vê yekê, tevî êrîş û zextên giran gelê me di têkoşîn û îradeya jiyana azad de israr dike. Ciwanên ji Roboskî jî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê dibin û vê îradeyê nîşan didin.

Zîhniyeta ku li Roboskî komkujî kir û da kirin, niha jî li her derê êrîşî gelê me dike. Li dijî kesên li Roboskî komkujî kir û da kirin, em ê li her derê têbikoşin û bi rengekî dîrokî wan têk bibin. Li ser bingeha vê sozê em careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin. Bila bi dilrehetî razên, wê Kurdistana azad bê afirandin ku bombeyên şer wê nikaribin bombeyan lê bibarînin û komkujiyên mîna Roboskî careke din lê rû nedin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN- Li Stenbol’ê Ji DGH’ê çalakî

Nivîsa Pêş

Ji Dagirkeran ê di binçavan de ne; “Kê ji we re got govendê bigerînin?”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Dagirkeran ê di binçavan de ne; “Kê ji we re got govendê bigerînin?”

Ji Dagirkeran ê di binçavan de ne; "Kê ji we re got govendê bigerînin?"

Li Amed’ê berê şahiya ciwanan zexta polêsên dagirker

Li Amed'ê berê şahiya ciwanan zexta polêsên dagirker

Manşet

  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.