Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mustafa Karasu; ”Roj roja Têkoşînê ye”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/12/2018 - 10:22
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Mûstafa Karasû: Êrîş ji aliyê Konsolosxaneya li Hewlêrê ve tê birêvebirin
ParvekeTweet

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di salvegera 7’an a Komkujiya Roboskî de got; “Divê gel, jin û ciwanên Kurd rastiya Erdogan, rastiya qirker û dijminatiya wan a li Kurdan bibînin û bi vê bîr û baweriyê têbikoşin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî ji ANF’ê re axivî. Karasû diyar kir ku komkujî bi zanebûn hatiye kirin û rayedarên Tirk jî li vê yekê mikur hatine. Karasû got, “Bi xwe dibêjin, qaşo ‘di nav de PKK’yiyek hebû!’ Yanî ji bo kuştina PKK’yiyekî dikarin 34 zarokan jî bikujin, dikarin 34 hezar kesî jî bikujin. Ev yek mikurhatina li sûcê xwe ye.”

NÊZÎKATIYA LI KURDAN E

Karasû diyar kir, ev yek nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan e û bi bîr xist, salên 2015-2106’an di dema berxwedana xwerêveberiyê de jin-zarok bi sedan sivîl hatin kuştin. Karasû ragihand, Komkujiya Roboskî encama polîtîkaya şer a rejîma Erdogan e û bal kişand ser nîqaşên li ser plana tasfiyeyê ya bi navê ‘modela Srî Lankayê’ ku AKP’ê wê wextê bi Fethûllahiyan ji bo qirkirina Kurdan dixwest pêk bîne.

ERDOGAN BI XWE FERMAN DA

Karasû diyar kir, fermana komkujiyê ji aliyê Erdogan bi xwe ve hatiye dayin û anî ziman, fermandarê qereqolekê nikare biryara kuştina ewqas mirovî bide. Karasû bi bîr xist ku Erdogan kujer pîroz kiriye û got, “Eger ew bi xwe ne di nav de bûya, wê bi awayekî vekirî xwedî li kuştina zarokan derneketibûya.”

Karasû ragihand, Erdogan ji bo ji ber sûcên xwe yên giran neyê darizandin dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û işaret bi Komkujiya Roboskî, komkujiyên dema berxwedana xwerêveberiyê û têkiliya wî ya bi DAÎŞ’ê re kir.

FERHAT ENCU CEZA DIKIN

Di dewama axaftina xwe de Karasû bal kişand ser bêhiqûqiya piştî komkujiya Roboskî hate kirin û girtina Parlamenterê HDP’ê yê ji Roboskî Ferhat Encu û got, “Sedema herî mezin a girtina wî ew e, ku li dijî Komkujiya Roboskî helwest nîşan da, li her derê timî teşhîr kir û nîşan da ku Erdogan di vê mijarê de sûcdar e.”

GELO DIVÊ ERDOGAN HÎN ÇI BIKE KU NÎŞAN BIDE EW DIJMINÊ KURDAN E?

Karasû diyar kir, divê êdî helwesteke zelal li dijî desthilatdariya AKP’ê bê nîşandan û ev pirs kir: “Ji bo Erdogan, AKP nîşan bidin ku ew dijminê Kurdan e, gelo divê hîn çi bike?” Karasû got, “Piştî ewqas komkujiyan, eger hîn jî hinek Kurd dengê xwe didin AKP’ê û di nava AKP’ê de cih digirin, ev yek xiyaneta li nasname, li gelê xwe ye.”

KURD NEÇAR IN LI BER XWE BIDIN

Karasû da zanîn, gefên ji bo dagirkirina Rojava, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê û zîhniyeta ku li Roboskî komkujî kir, heman mejî ye û wiha dewam kir: “Divê gel, jin û ciwanên Kurd rastiya Erdogan, rastiya qirker û dijminatiya wan a li Kurdan bibînin û bi vê bîr û baweriyê têbikoşin. Eger Kurd naxwazin bên qirkirin, naxwazin ji holê werin rakirin tenê rêyek li ber wan e; ew jî berxwedan e. Ji bilî berxwedanê ti derfeteke xwe nîne ku hebûna xwe biparêzin.”

KURD MAFDAR IN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir, Kurd xurt in û got, “Muqayeseya hêzê bi hejmara leşkeran, bi teknîkê û bi pere nabe. Hêz beriya her tiştî bi mafdariyê, bi rewatiyê, bi nirxên moralê dibe. Dijmin ne xurt e. Eger têkoşîn bê kirin, emrê dijmin wê kin be. Ji ber vê yekê hem li derve, hem jî li hundir zextê dike. Ev yek ji ber qelsiya dijmin e (…) Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd vê rastiyê bibînin. Roj roja têkoşînê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Girtigeha Xarpêt’ê ji xwendekaran re îşkence hate kirin

Nivîsa Pêş

Li Îzmîr’ê Hinceta Parvekirina Medyaya Civakî; 12 kes hatin binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Li Îzmîr'ê Hinceta Parvekirina Medyaya Civakî; 12 kes hatin binçavkirin

ANALÎZ- Hêza kî ji kî re têrî bike ye?

ANALÎZ- Hêza kî ji kî re têrî bike ye?

Manşet

  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.