Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/07/2018 - 14:44
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 2 gerîlayên ku di demên cuda de li Amedê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

“Artêşa TC a dagirker roja 16’ê Mijdara 2017’an li herêma Cuhermê ya navçeya Pasûr a Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber operasyonê di navbera komek ji hevalên me û hêzên dijmin de heta êvarê şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de hevalê me Brûsk Zerdeşt ê bi lehengî li ber xwe da, şehîd bû.

5’ê Gulana 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Zana Şengalî ji ber qezayekê şehîd bû.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Brûsk Zerdeşt
Nav paşnav: Abdulgaffûr Akcan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Taybet-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Mijdara 2017’an / Amed
Nasnav: Zana Şengalî
Nav paşnav: Dalyan Alsaç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sakîne-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Gulana 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di dewama daxuyaniyê de li ser şehîdan ev agahî hate dayin:

BRÛSK ZERDEŞT

“Hevale me Brûsk Zerdeşt sala 1998’an li gundê Heşetê yê Sêrtê ji dayik bû. Hevalê me Brûsk li nava malbat û derdoreke bi kevneşopiya welatparêziyê mezin bû û bi nirxên malbatî, dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re û bi bandora tevlîbûna gelek ferdên ji malbata xwe, di emrê ciwantiyê de bala wî çû ser têkoşînê. Ji ber ku bavê hevalê me Brûsk milîsekî hêja yê têkoşîna me bû, dilsoziya malbatê ya bi têkoşînê re xurt kir. Hevalê me Brûsk li cihekî welê ku kevneşopiya welatparêziyê lê xurt e mezin bû û sala 2013’an li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Ji roja tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hewl da xwe perwerde bike. Bi enerjî û lêgerîna ji ber emrê xwe yê ciwan, di demeke kin de bû milîtanekî şareza yê partiya me. Hevalê me Brûsk di demeke kin de hîn bû ku bi hestên welatparêziyê, nirxên exlaqî yên ji malbatê girtî û bi taybetmendiyên milîtaniyê yên partiyê bimeşe. Bû hevrêyekî baş ê Rêber Apo. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin bi erk û berpirsyariya xwe rabû û di her karî de serketî bû. Li herêma Botanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Di demekê de ku dewleta TC a dagirker êrîşên xwe gelekî zêde kir, bû yek ji hvalên me ku bi xurtî tevlî pêvajoyê bû û di nava sê salan de bû yek ji hevalên me yên kedkar ku planên dijmin ên tinekirina gerîla pûç kir. Bihara 2017’an berê xwe da Bakurê Kurdistanê û bi hêrseke mezin a li dijî dijmin weke gerîlayekî şareza kar kir. Hevalê me Brûsk heta ku şehîd bikeve, li her cihê lê ma bû hevalekî mînak ji hevalên xwe re. Tevî ku hîn gelekî ciwan bû, gelek hevalan xweziya xwe lê dianîn.

ZANA ŞENGALÎ

Hevalê me Zana Şengalî li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayki bû. Di ciwantiya xwe de cihê xwe li nava karê ciwanên welatparêz kir. Di dema vî karî de gelek caran ji aliyê dijmin ve hate destgîrkirin û wextekê li zindanê ma. Hevalê ma Zana ku di nava nirxên welatparêziyê de mezin bû û di pêvajoya zindanê de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir, sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji hevalên me ku li dijî şerê qirkirinê yê dijmin bi roleke çalak rabû. Hevalê me Zana ji destpêka gerîlatiya xwe ve bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û dilnizm li pêş çavan bû û bi fedakariyeke mezin her kar kir. Hevalê me Zana heta ku şehîd bibe, bi nirxên mezin ên hevrêtiyê û bi kedkarî tevlî bû. Yek ji hevalên me yên mînakdar e ku di nava têkoşîna me de wê timî bê bîranîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber şehadeta hevalên me Brûsk û Zana em sersaxiyê malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Em careke din soz didin, heta avakirina Kurdistana azad ku daxwaz û armanca hemû hevalên me yên şehîd e, em ê têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.”

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên ku ji bo komkujiya Pirsûsê belavok belav dikirin hatin girtin

Nivîsa Pêş

Turvoveya SERÎ HILDE li Şingalê dest pêkir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Turvoveya SERÎ HILDE li Şingalê dest pêkir

Turvoveya SERÎ HILDE li Şingalê dest pêkir

Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

HPG'ê li dagirkeran xist, 16 leşkerên Tirk hatin kuştin

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.