Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ev dem dema yekîtiyê ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/04/2018 - 14:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê berfireh bûne. KCK’ê diyar kir, baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê hatine zêdekirin û destnîşan kir, êrîş li dijî hemû parçeyên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn e.

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate gotin, “Faşîzma AKP-MHP’ê dijminatiya xwe ya li Kurdan û polîtîkayên ji bo qirkirina Kurdan li dorfirehkirina dagirkirina Başûrê Kurdistanê didomîne. Faşîzma AKP-MHP’ê  ku ji bo tinekirina jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd Efrîn dagir kir, ji bo qirkirina Kurdan temam bike dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Desthilatdariya AKP’ê dît ku bi rêya DAÎŞ’ê nikare Tevgera Azadiyê ya Kurd bê tesîr bike, lewma bi sala 2015’an re hemû dijminên Kurdan li dora xwe civand û dest bi êrîşa tasfiyekirinê kir. Bi tasfiyekirina PKK’ê re dixwaze qirkirina Kurdan a ku sed sal in dike temam bike. Eger karibe vê rêxistina herî xurt û rêxistinbûyî ya Kurdan tasfiye bike, wê hingî astengiya herî mezin a li pêşiya qirkirinê ji holê rake. Hemû polîtîkayên hundir û derve yên faşîzma AKP-MHP’ê niha bi vê armancê têne meşandin. Şer li her cihê ku Kurd lê rêxistinbûyî ne belav bûye.

Armanca faşîzma AKP-MHP’ê ew e, di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ku statuya sedsala 20’an a xwe dispêre qirkirina Kurdan belav bûye û statukoyeke nû ava dibe, nehêle ku Kurd xurt bibin û jiyaneke demokratîk û azad bi dest bixin. Eger karibe vê bike, wê sedsala 21’ê veguherîne sedsaleke ku Kurd bi temamî qir kiriye. Ji ber vê yekê dibêje; li ku derê destketiyên Kurdan hebe ez ê ji holê rakim. Ji bo nehêle ku Kurd destketiyên nû yên siyasî bi dest ve bîne bi dijwarî êrîş dike. Eger firsendê bibîne wê Federasyona Başûrê Kurdistanê ji holê rake ku her carê dibêje qebûlkirina vê federasyonê ji bo wan şaşitî ye.”

Baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê têne zêdekirin

KCK’ê bal kişand ser baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Zêdeyî 15 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Ev baregehên leşkerî ne tenê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hatine avakirin. Ji bo Başûrê Kurdistanê were kontrolkirin, ji bo pêşî li yekîtiya Kurdan bê girtin, ji bo zext li ser hêzên Başûrê Kurdistanê bê kirin û rê li ber şerê navbera Kurdan bê vekirin ev baregeh têne bikaranîn. Dewleta Tirk niha dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh kiriye. Hejmara baregehên xwe yên leşkerî jî zêde dike.”

Dagirkeriya li Bradostê ji yên berê cudatir e

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û dagirkirina herêma Bradostê, ji êrîşên beriya niha cudatir in. Faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Kurdan dest bi êrîşeke topyekûn kiriye. Ya ev êrîşkariya qirker a ku dijminatiyê li Kurdan dike wê bê şikandin, ya jî ev hêzên dijminê Kurdan heta ku îradeya Kurdan bi temamî bişikînin wê êrîşên xwe bidomînin û hewl bidin qirkirina Kurdan temam bikin. Hedefa êrîşê ne tenê PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Ev êrîş ji bo şikandina îradeya hemû Kurdan e. PKK niha weke hedef tê nîşandan, lê belê hemû Kurd û destketiyên Kurdan di hedefê de ne. Gotina ‘Kerkûk bajarekî Tirkmen e’ û helwesta ku di dema krîza Kerkûkê de nîşan da, dijminatiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Kurdan bi rengekî berbiçav raxist pêş çavan.

divê gelê Kurd li ber rabe

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê demekê di rojeva civakê de bû. Gelê Başûrê Kurdistanê, jin û ciwan li ber radibûn û ji bo qedandina vê dagirkeriyê têdikoşiyan. Di rewşa heyî de, hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê jî di nav de divê tevahiya gelê Kurd têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk geş bikin. Eger li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya artêşa Tirk têkoşîn neyê dayin, mîna li Kortek, Zergelê û Balayanê, wê hîn bêhtir sivîl bên kuştin, gund bên xerakirin, seranserê Başûrê Kurdistanê wê di bin pêlavên hêzên dagirker ên dewleta Tirk de bieciqe.

Nerazîbûna dewleta Iraqê têrker nîne

Dewleta Iraqê daxuyaniyan dide ku ew li dijî dagirkeriya Tirk e. Lê belê ev daxuyanî û nerazîbûn têrker nîne. Ji ber vê yekê, AKP û MHP hê bi wêrekî êrîş dikin. Lê belê erdê ku hatiye dagirkirin erdê Kurdistanê ye. Armanc ji vê yekê qirkirina Kurdan e. Lewma, yên destpêkê divê li ber rabin, hêzên siyasî yên Kurd in. Niha ji herêmên PDK’ê êrîş têne kirin û herêm tê dagirkirin. Gelê me û raya giştî ya Kurd li benda PDK û hemû hêzên siyasî yên Başûr e ku helwestê nîşan bidin. Ji ber ku ev zîhniyeta ku dagirkeriyê dike, dijminê tevahiya hêzên siyasî û gelê Kurdistanê ye. Eger pêşî li vê hêza dijmin neyê girtin, xeterî wê roj bi roj mezin bibe û gelê Başûrê Kurdistanê jî di nav de wê hemû gelê me berdêlên giran bide. Lewma divê hêzên siyasî û kesayetên berpirsyar ên Başûrê Kurdistanê bes hincetan ji êrîşên dewleta Tirk re peyda bikin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk yekser helwestê nîşan bidin.

Dem dema têkbirina qirkeriyê ye

Dewleta Tirk gelek caran nîşan da ku ew serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Dem hatiye ku bi yekîtiya neteweyî ya Kurd û helwesta hevpar a gelê Kurd pêşî li vê dijminatî û qirkirina Kurdan bê girtin. Gelê Kurd ji hêzên siyasî yên Kurd hêvî dike ku li dijî vê êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Eger hêzên siyasî yên Kurd li ber vê dagirkeriyê rabin, wê ev êrîşên dijminatiya Kurdan bên têkbirin.

Heta ku îradeya qirker bê şikandin wê berxwedan bidome

Tevgera Azadiyê ya Kurd wê heta dawiyê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bide. Heta ku ev îradeya qirker a dijminê Kurdan bê şikandin, têkoşîn wê bidome. Dagirkerî û şerê mêtingeriya qirker eger di vê astê de hatiye berfirehkirin, wê berxwedan û têkoşîn ji wê berfirehtir be. Ev êrîş û hewldana qirkirinê wê ji bo dewleta Tirk a qirker bibe qadeke asêmayî û çirav. Tevgera me ya azadiyê wê bi tecrûbeya xwe ya têkoşîna ji 45 salan û bi ezmûna gerîla wê tevî gelê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe bide.

Êrîş li dijî hemû Kurdistanê ye

Gelê Başûrê Kurdistanê karakterê dewleta Tirk û armanca êrîşên wê baş fêm dike. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê geştir bike û di vê têkoşînê de bi gerîlayan re be. Çawa ku dagirkeriya Zapê bi têkoşîna gerîlayan û bi piştgiriya gelê me têk çû, ev êrîş jî wê bi piştgiriya gelê me têk biçe.

Divê metropol têkevin nava hewldanan

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Bradostê nayê wateya ku êrîş tenê li ser Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrîş tê wateya êrîşên li ser Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber vê jî divê jin, ciwan û hemû gelê me yê li Kurdistan û metropolan û li her dera cîhanê divê li hemberî vê dagirkeriyê têkevin nav hewldanan. Bi dagirkeriya li ser Efrînê û pêre jî dagirkeriya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Qada Bradostê re tê dîtin ku, şer hatiye asteke dîrokî. Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd, dostên Kurdan û hêzên demokrasiyê peywira xwe di asteke herî bilind de pêk bînin.

Gelê Rojhilata Navîn di hedefê de ye

Divê hemû gelên Rojhilata Navîn bizanibe ku ev êrîş ne bi tenê li dijî Kurdan e. Ev êrîş tê wateya êrîşên li ser hemû gelên Rojhilata Navîn. Têkoşîna li dijî êrîşkariya dewleta Tirk, têkoşîna azadî, demokrasî, aştî û îstîkrarê ya gelên Rojhilata Navîn e. Di vê pêvajoyê de divê gelên Rojhilata Navîn û hêzên siyasî bi gelên Kurd re bin û di warê şikandina van êrîşan de peywira xwe bi cih bînin.

Li hemberî vê dagirkeriyê Tevgera me ya Azadiyê li her derê li ber xwe dide. Tevgera Azadiyê ya Kurdan di demên herî dijwar de bi berxwedanê têkoşîn geş kiriye. Faşîzma AKP-MHP’ê hemû dijminên Kurdan kişandiye ba xwe û Rûsya jî kiriye şirîkê qetilkirina Kurdan. Li hemberî van êrîşan ew ê berxwedan jî bi awayekî fedaî were kirin. Bîra yekîtiya neteweyî ya ku li ba Kurdan bi pêş ve diçe û bi piştgiriya gelê me ew ê li her derê berxwedan bilind bibe û ew ê ev êrîş werin şikandin. Teqez ew ê Rojhilata Navîn a demokratîk û Kurdistana Azad ava bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk bi serkêşiya dîktatoriya Erdogan di asta herî bilind de dijminatiyê li Kurdan dike

Nivîsa Pêş

HPG’ê têkildarî çalakî û şerê li Amedê daxuyanî da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê li Eyaleta Serhedê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. 9 leşker hatin kuştin

HPG’ê têkildarî çalakî û şerê li Amedê daxuyanî da

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Bradostê şehîd bûn eşkere kir

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Bradostê şehîd bûn eşkere kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.