Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karasû: Zext û zordariya li zindana Îmraliyê zêde bûye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/04/2018 - 10:12
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Karasû: Zext û zordariya li zindana Îmraliyê zêde bûye
ParvekeTweet

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, li ser rewşa dawî ya siyasî û zextên li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan gotarek nivîsand.

NAVENDA NÛÇEYAN – Karasû di destpêka gotara xwe de bal kişand ser 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Vê rojbûnê çarenûsa Kurdan guheriye. Rêber Apo bûye ewladekî ku hêjayî gel, civak û erdnîgariya lê dijî. Şert û mercên çandî û civakî kesayetiya wî afirand. Ev nirxên bingehîn di nava têkoşîna siyasî ya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn de veguherî kesayeteke xurt û Rêber Apo bû rêberê azadiyê yê gelê Kurd û gelan.”

RÊBAZ Û ÎRADEYA ŞOREŞA KURDISTANÊ WÊ GELÊ KURD BI SER BIXÎNE

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û wiha dewam kir: “Ev şer li mijara rewş û statuya Kurdan aliqî ye. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji qirkirin, mêtingerî û dijminatiya li Kurdan dike, li her devara ku gelê Kurd têdikoşe û destketiyan bi dest ve tîne, êrîş dike. Em di demeke welê de ne ku divê gelê Kurd rêbaza bi destxistina azadiyê û rêbaza xwe ya têkoşînê bi rengê herî xurt nîşan bide. Ji ber ku di encama Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de wê statuya Kurdan a li her cihî diyar bibe. Lewma rêbaz û îradeya serketina di nava şert û mercên herî zehmet de, ku rêbaza şoreşa Kurdistanê ye divê li her cihî bi xurtî bê nîşandan. Kurd bi têkoşîna xwe ya dehan salan re ji her alî ve xurt bûne. Eger ev yek bi rêbaz û îradeya têkoşînê ya şoreşa Kurdistanê bi kar bîne, wê teqez bi mezinî bi ser bikeve. Rêbaz û îradeya serdema ku Rêber Apo dest bi têkoşînê kir, ev bû. PKK’ê ji ber vê yekê heta niha timî qezenç kir. Ev îrade û rêbaz wê ji niha û pê ve jî bi ser bikeve.”

PIŞTÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ TELEVÎZYON Û RADYO JÊ STANDIN

Karasû anî ziman, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî îrade û rêbazeke wiha ye, tecrîda giran li ser tê ferzkirin û got, “Ev rêbaz û îrade ji bo ku di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de nebe ronahî ji têkoşîna gelan re, tecrîdeke giran lê tê ferzkirin. Tekane sedema vê tecrîda giran ev e. Dijminên Kurdan, mêtinger û yên destekê didin wan ji ber ku bi vî rengî difikirin, zext û zordariya li zindana Îmraliyê zêde kirine. Piştî ku navenda bajarê Efrînê hate dagirkirin, li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, ji ber ku ji helwest û sekna Rêber Apo aciz bûn, televîzyon û radyoya ku tenê çend qenal dikişan jê standine. Şert û mercên jiyanê lê girantir kirine. Hewldaneke bi vî rengî nîşan dide bê faşîzma AKP-MHP çiqasî qels e û li ber şikestinê ye.”

YEKANE RÊYA LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BERXWEDAN E

Karasû destnîşan kir ku ji rastiya rêbertî zanin ku li dijî polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê yekane rê berxwedan e û wiha dewam kir: “Eşkere ye ku di van şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de Rêbertî jî li pêşberî êrîşên qirkirinê helwesteke din nîşan nedaye, nîşan nade. Em ji Rêberê xwe ti agahiyan negirin jî, em zanin ku rastî ev e. Hevrê û milîtanên Rêbertî haya wan ji erk û berpirsyariyên xwe yên vê demê hene. Rêber Apo jî zane ku hevrê û milîtanên wî wê çawa tevbigerin, lewma sekna xwe ya li hemberî zextan naguherîne û eşkere ye ku li dijî polîtîkayên vê desthilatdariyê helwestê nîşan dide.

Di rojbûna Rêbertî de ya ku dikeve ser milê me hemû milîtanan û gelê Kurd, têkoşîna bi îradeya Rêber Apo ye ku bi dehan salan îspat bûye. Pîrozkirina rojbûnê û dilsoziya bi Rêbertî bi vî rengî dibe.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li dijî şerê emperyalîst, em piştevaniya bi Efrînê re mezin bikin

Nivîsa Pêş

Çeteyê Erdogan: serê her kurdekî li ber kêrê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çeteyê Erdogan: serê her kurdekî li ber kêrê ye

Çeteyê Erdogan: serê her kurdekî li ber kêrê ye

Ciwan pêşengên guhertina ber bi Sûriya pêşerojê ve ye

Ciwan pêşengên guhertina ber bi Sûriya pêşerojê ve ye

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em ne kole ne!’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.