EDENE – Li pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê, girseya ku li Yeniyol a Taxa Dağlıoğlu ya navçeya Seyhanê civiya bû, heta Qada Karasu ya li Taxa Dağlıoğlu meşiya. Her wiha ciwanên welatparêz li ser pira ku li ser rêya E5’ê ye posterê Rêber Apo daliqandin, komploya navneteweyî şermezar kirin û bal kişandin ser têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo.
Girseya ku li Yeniyolê civiya bû bi çepik û stran komployê şermezar kir. Girseyê ku jin û ciwan bi giranî tê de bûn, xwest bi pankarta “Em Komploya 15’ê Şubatê şermezar dikin. Bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve dimeşin” meş bikin. Lêbelê polîsan bi gotina “we destûr negirtiye” hewl da ku asteng bikin.
Piştî ku polîs paşde kişiya, girse bi vekirina ronahiya têlefonên xwe, bi çepik, zılgıt û sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Na şerê, aşîtî niha”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Jin jiyan azadî” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” meşiya. Di meşê de hin jinan alayên zer, sor û kesk vekirin. Her wiha welatî bi vekirina wêneyê Rêber Apo li ser têlefonên xwe, bi sloganên “Bijî Serok Apo” meşiyan.
Di daxuyanîyê de, Hevseroka Parêzgeha Edeneyê ya DEM Partiyê Helin Kaya nivîsa çapemeniyê xwend. Wê diyar kir ku li hemberî siyaseta tecrîd û êrîşan a ku li ser Rêber Apo tê meşandin, têkoşîna ku li dora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye şêrandin dê bidome, û tevî şert û mercên tecrîda giran, perspektîfa çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet ev komplo betal kiriye.
Daxuyanî bi sloganên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.



