SILÊMANÎ – Îro li Silêmanî heft ciwanên ku tevlî seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) ve hatiye ragihandin bûn û beşdarî berxwedana bi rûmet a Rojavayê Kurdistanê bûn, bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Merasîma pêşwazîkirinê ji aliyê malbatên ciwanên ku beşdarî seferberiyê bûne û welatparêz ve hate lidarxistin.
Ciwan di çarçoveya seferberiya giştî de ku ji aliyê Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve ji bo parastina rûmet, gel û axa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê û dewleta dagirker a Tirk hatibû îlankirin, çûn Rojava.
Navên ciwanên ku beşdarî seferberiya giştî bûn ev in: Bilal Dilşad, Biner Ceza, Aso Reuf, Hawar ┐, Rojyar Rêbwar, Soran Ebûbekr, û Dr. Berzan Heme Rehîm.
Kemal Heme Reza di merasîma pêşwazîkirina şervanên ciwan ên berxwedêr de axivî û got, “Ji bo me şerefek mezin e ku ciwanên me bi vî rengî mijarên neteweyî çareser dikin û girîngiyê didin wan. Ji ber ku niha dem hatiye ku hemû gelê Kurd yek bibe.”
Soran Ebûbekir, ku beşdarî seferberiya giştî ya li Rojavayê Kurdistanê bû, got, “Dema ku seferberiya giştî li Rojava hate ragihandin û bang li Kurdan hate kirin, em amade bûn ku xwe feda bikin. Ji ber ku gelê me bi qirkirinek navneteweyî re rû bi rû bû. Lêbelê, hemû gelê Kurd, bi yek dil û yek dengî, karîbû li dijî êrîşan bisekine.”
Dr. Berzan Heme Rehîm, ku beşdarî seferberiya giştî bû, diyar kir ku parastina axa Kurdistanê erkê her kesê ku li vî welatî dijî ye, û bang li gelê Kurd kir ku bibin yek û piştgiriyê bidin gelê Rojavayê Kurdistanê.
Di dawiya çalakiyê de, Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan gul pêşkêşî ciwanên ku ji berxwedana bi rûmet a li Rojava vedigerin kir.



