QELEDIZ – Komek ji ciwanên bajarokê Qeladizê ku di çarçoveya seferberiya Rojavayê Kurdistanê de tevlî berxwedana rûmetê bûbûn, piştî mehekê vegeriyan û ji aliyê malbat û gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.
Îro li deriyê bajarokê Qeladizê yê ser bi Îdareya Raperîn bi beşdariya girseya gelê welatparêz, azadîxwaz û malbatên wan ve, sê ciwanên ku di çarçoveya seferberiya giştî ya Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabûn Rojava û tevlî berxwedana rûmetê bûn, îro vegeriyan Başûr, bi awayek bi heybet hatin pêşwazîkirin. Her sê ciwanên ji Qeladizê mehekê di berxwedana rûmetê de cih girtin.
Ciwanên binavê Ebdullah Xidir, Mihemed Hoşyar û Alan Bekir yên ji bajarokê Qeladizê ku ji bo parastina ax, gel û rûmeta Rojavayê Kurdistanê ji êrişên çeteyên hov yên Colanî, dewleta Tirk û DAIŞ’ê derbazî Rojava bûn û îro vegeriyan Başûr gotin; “Piştî ku me dît dijminên me zarokên Kurdan qetil dikin, bêrêziyê li beramberî cenazeyên şervanan dikin, wijdana me qebûl nekir ku li mala xwe rûnin û lê binerin.”
Her wisa yek ji ciwanên ku beşdarî berxwedana rûmetê ya Rojava bû yê binavê Ebdullah Xidir têkildarî mijarê hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Em weke ciwanên Qeladizê, çi dema ku xeteriyek mezin li ser kîjan parçeya Kurdistanê çêbibe, em weke fedayî amade ne. Divê gelê Kurd yekrêz û yek be. Ji ber ku eger îro em weke xelkê Başûr parastina Rojavayê Kurdistanê nekin, wê dijmin û dagirker sibe êrişî ser Başûr jî bikin.”
Ciwanên ku ji berxwedana rûmetê ya Rojava vegeriyan Başûrê Kurdistanê, bang li gelê Başûr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku piştgiriya xwîşk û birayên xwe yên li Rojava bikin. Her wiha tekez kirin ku di berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê de serkeftin tim ya gelê Kurd be û gotin; “Ev pêşwaziya girseyî ya gelê me, nîşana wê yekê ku gelê deverê dilsozê têkoşîna azadiya gelê Kurde.”

